Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 46 peyam
gaza xwezayî - tirşik
gaza xwezayî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji şêweyê nivîsandina navê wê ketime şikê.. bi tirkî jê re dibêjin doğalgaz û bi ÎngÎlîzî jî hem gas û hem jî natural gas tê bikaranîn.. wek ku tê dîtin tirk peve dinivîsin û îngîlîz an serê xwe pê re naêşînin an jî jeve (ev peyva ku tê wateya cuda û nebihevveyê min vêga bi dest xwe re lê kir) dinivîsin..

wîkîpediyayê wek erdgaz li ber bejna kurdî fesilandiye ev made..

wekê neftê ji binê erdê derdikeve û ji fosÎlên demdageriyayê çêdibe anku peyda dibe.. berê bi egera ku bi kêrî tiştekî nayê dihate şewitandin lê paşê nizanim bê ka kî aqil kiriye, piştî neftê re wek girîngtirîn sotemeniya li ser rûyê erdê tê dîtin.. gazeke organîk e, bê bêhn û bê reng e lê ji bo ku dema di tesîsatê de pirsgirêkek derkeve were fêhmkirin şîrketên firoşkar û belavker bi piranî madeyeke kîmyewî ya bi navê tetrahidrotiofen ku bêhna sîrên rizî û petitî jê tê lê dikin..

giraniya wê ji hewayê siviktir e, yanî bi ser hewayê dikeve..

bi piranî (%70-%90) ji gaza metanê ku jê re hîdrokarbûn jî tê gotin pêk tê, wekê din di nav de pêkhênerên wek etan (C2H6), propan(C3H8), butan (C4H10), û bi kêmî be jî karbondîoksît (CO2), azot (N2), helyum(He) û hîdrojen sulfur(H2S) jî hene..

li her der û devereka ku neft jê derdikeve, peyda dibe.. herî zêde li dewletên yekbûyî yên amerîkayê derdikeve, piştî dyayê, welatên wek kanada, hollanda û îran têne di rêzên pêşîn yên derxistin û berhemanîna erdgazê de..



14.12.2013 00:25 | endazer

2. (bnr: tir û fis)



14.12.2013 00:28 | ceso

3. di nav salekî de hema bêje zêdetirî 500 projeyên tesîsata erdgazê yên mal û kargehan min çêkirine.. û vêga li mala ku rûdinim de qene peşkek di nav hewaya ku dihilmijim de jî bi dest min nakeve..

yanî qedrê erdgaza xwe bizanibin nebêjin çawa be tiştekî xwezayî ye û di avê de bernedin..



14.12.2013 00:32 | endazer

4. tişta ku li mala min çi qas bixwazim heye lê tu caran ji xeynî ji bo ocaxê, bikarnaynim e .

çima bikarbînim ? elektrîk heye ma * *

bi qasê dizanim metrekup a wê li amedê nezikê tl yek ê ye .



14.12.2013 00:35 | brusk56

5. baş e ku heye qenebî êdî mariv dikare li Amedê nefes bigre



14.12.2013 01:07 | ferhenga şikestî

6. ergaz.bi tirkî doğal gaz, bi inglîzî. natural gas



25.04.2015 21:07 | hûteheftserî

7. di malan de rihetiyek gelek mezin e. dema li stenbolê bûm, li mala me hebû. li gorî alternatîfên din yên germkirina malê, ne bûhatir e. heta belkî erzantir e. û ser de jî li hemû kaniyan ava germ heye û hemû ode bi hev re germ dibin û hewce namîne mirov ji bo pehtina xwarinan tûp bikire.



êdî li piraniya bajaran heye.

li gorî temînan emrê wê ji 100 salan kêmtir e. yanî heta dawiya emrê me jî em ê bi kar bînin lê belkî nevîyên me nebînin.



27.04.2015 22:24 | simurg56

8. gaza êdî li başûr derdikeve. nuha haziriyên bi kar anîna wê tê kirin. li gorî nûçeyan wê pêşiyê li başûr bê bi kar anîn lê krîza ûris li tirka xistiye û dibe ku bifroşin tirkî û dewletên ewropa. heke dest bi firotina gazê jî bikin wê pirsgrêka wan a aborî nemîne û wê rêya serxwebûnê hîn firehtir bibe.



09.12.2015 01:47 | berxweda

9. tiştekî xweş e û jiyana meriv hêsantir dike. di mala min de 7/24 saetan vekirî ye û di pileya 40ê de ye. (ji ber vê kêfa min ji zivistanê tê, mikur têm.) li welêt dê û bavê min li sobeya êzing û komiran israr dikin. merivên yexçar in, hînbûnên xwe nikarin biguherînin û lê bawer dikin ku gaza xwezayî buha ye. na, belkî ne erzantir be lê ne buha ye jî. nikarim ji wan re vebêjim, fêm nakin. hema elimîne zehmetiyê bikşînin, ji riya xwe venagerin.

niha li derve sermayeke pîs heye. ez bi tîşort û derpiyê kin di kêfa xwe de me. oxxweş. lê;
bi rastî dixwazim rokê, di mala min de sobeyeke min wiha bibe:
Here lînkê
lê car din jî, ji ber ceribên min tune ye, li min ev wekî alavekî romantîk/nostaljîk tê, ango di realîteyê de ez ê karibim wê an jî hez bikim, nizanim.



04.03.2018 14:56 ~14:57 | biruya hayao miyazaki

10. Hevalekî min ê nûrcî hebû, jê re gaza rehmanî Digo.

Min jê re pirs kiribû çima USA dibêjî, gotûbû "çimkî bi xwe ne zayî ye, xwe xwe çênebûye, xwedê teala ji me re daye"



23.07.2020 18:08 ~18:15 | mîr

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» gaza rondikrêj

Kategoriyên mijarê:: jiyan zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî