Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
dew - tirşik
dew
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. vexwerineke sereke ya dindara ye. kurd jî pir hez dikin, lê ji bo kurdan vexwerina sereke çaya qaçax e. kaçak çay/18036



15.12.2013 14:13 | nazim tolhildan

2. binê kirasê.

- keçika biçûk, dewa xwe tije qeresî kiribû.



16.04.2014 01:19 | dara berrûyê

3. dew colaya kurdan a heqîqî ye. ji tevdana mast û avê çêdibe. yên bixwazin dikarin hinekî xwê bikinê. hinek ji dewê kelê hinek jî ji (vbnr: dewê şor hez dikin.



* @dara berrûyê ew ne dew e, ew daw e. dawa min pîs bûye.



02.07.2014 17:36 | xendekî

4. vexwarina ku versiya wê ya bi nane jî gelekî xweş e. min cara ewil li amedê, li firşkerên kuçeyan vexwaribû vê dewa bi nane (jê re naneli dew digotin) û gelek jê hez kiribû. carina em li malê jî çêdikin.



02.07.2014 19:40 | simurg56

5. ne kolaya kurdan e.

(bnr: ava susê)



02.07.2014 21:04 | oxir

6. vexwarina herî populer a min e. klasîkek e, ez tu tiştî serde nabêjim.



02.07.2014 23:47 | azadixwaz

7. kolaya kurdan e ji ber ku ava sûsê tenê li amedê û derdora wê tê çêkirin, ango li hemû derê kurdistanê ava sûsê nîn e, tenê li bajarekî kurdistanê heye, ji ber wê tu nikarî bêjî ew colaya kurdan e, dew li her derê kurdistanê heye û wê hebe, lewre sewalkarî karekê sereke ye ji bo kurd û kurdistanê. dew ji mala ti kurdî kêm nabe *



04.07.2014 02:42 | xendekî

8. çeqilmast



04.07.2014 23:08 | hemdilaarda

9. (bnr: mêvanê hemu fitaran)



05.07.2014 09:16 | azadixwaz

10. ev peyv e ku zazayên me ji bo gund dibêjin lê kurmancên me ji bo vexwarina wê di tirşik netê de entry vedikin. di heman çaxê de jê dewij tê darijtin.



26.03.2015 16:05 | serhednişîn

11. di xortaniya min de çawa dihatim malê min dew vedixwar, ji xêncî masiyan çi xwarin be min tev wan vedixwar. lê belê ev du sê sal in pê nebaş dibim, ji ber wê jî min berê xwe da avê.

dewê bi ava turşiyan tê çêkirin, tehma ava şêlimê dide, lê ya bi dew.*



11.05.2020 01:53 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dewrêşê evdî û edûlê

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî