Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
berfa bi dims - tirşik
berfa bi dims
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xwarinek basît û tama wê pirr xweş e.(bnr: yê ku nexwarî bila xwe ji paceya herî nêzik de bavêje jêr)

Dîya min ji ber ku em nexweş diketin tew nedihîşt lê dîsa jî me hawekî çêdikir û dixwar.nuktekî giring heye ku ji bo çêkirina wê berfa pirr nehûr pêwist e.



11.12.2013 18:06 | bayesar

2. ewka ku ez bixwe gelek jê hez nakim. dimsa tê de çiqas hindik be bi min ewqas xweştir tê. heta hîç tune be çêtir e. ji vê yekê jî tê fêhmkirin ku ez ne ji dimsê lê ji berfê hez dikim. neyse.

xwarina/şêraniya ku divê zû were xwarin, çi ber ku zû hişk dibe.

herwiha şêrîniya ku bîcîbîcî/karsambaça tirkan tîne bîra mirov, e; lê ev xwezayî ye.



11.12.2013 19:49 | simurg56

3. (bnr: berfedimsk)



12.12.2013 00:20 | ceso

4. ya ku li cem me yanî li cizîrê jê re dibêjin berfûdivs.. belê li cem me ji dimsê re jî dibêjin divs.. hetta ji bo kesên sempatîk jî dibêjin xwîndivs.. bi piranÎ dema behsa xweşikatî û şîraniya keçekî tê kirin dibêjin xwudê bihêlê xwîna wî divs e divs, mirov xwe jê xilas nake..

lê tabî mijar ne xwîndivsiya keçikan e.. berfûdivs xweş e lê li cizîrê serê sê çar salan carekî tenê tê xwarin.. ji ber ku serê sê çar salan carekî li cizîrê berf tê û erdê vedigire..



12.12.2013 06:18 | endazer

5. çaxê havînê şûna berfê (bnr:mehîra bi dims ) heye.

belê, dims şêraniya kurdan a netewî ye.



13.12.2013 00:34 | kevçiyê dil

6. "berfa bi dims" nine "berfedims" e zibistana dema berf dibarîyan me çê dikir.. çê kirina wi gelek hêsane berfê u dimsê li nav hev dixî a şita berfedims...



13.12.2013 19:44 | gokerr

7. Ne ji te be wê kes berdimskê nexwe



01.04.2015 18:44 | cîncoqo

8. berfa bi mot jî tê gotin û qet ne tiştekî xweş e..xwarina mota tirî bi mêst an jî bi rûnê pez (nivîşk) re hin xweştir e....



27.05.2016 00:58 ~00:59 | havka

9. berfedimsk jî tê gotin dimsê ku bêrf tevlî dibe û dib şêranîyek cemidî, divê berfa kera û kuçika nînbe yanî berfa cara yekem dibare nînbe jiber mîkroba.. û berfa nêvzî bihîst jî nînbe tema axê jê tê.. berf niha edî ne şerte meriv dims têkê, meriv dikare kolayê têkê navê wê bike berfekola jî..



27.05.2016 23:13 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» berfa kûçikan
» dims

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî