Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
çaya ji kûpayê tê vexwarin - tirşik
çaya ji kûpayê tê vexwarin
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. çaya herî nexweş e.

dema lêvên stûr ya kûpayê li devê min dikeve, heç weke lêvên shaquille o'neal maç bikim, dibim.

kûpayê de çay ji ber lêvên wê yên stûr, bêtahm dibe. him jî zû sar dibe.

welhasil çay, ji qedeha çayê tê vexwarin.



10.12.2013 20:21 | simurg56

2. sedem çî ye ez nizanim lê tahma çayê diguhere qe xweş nabe. gelo di tirşikê de fîzîkzan heye? bila ji kerema xwe re rave bike ji me re*



10.12.2013 20:36 | ferhenga şikestî

3. Vexwarina kû ez ji binî hejê nakim e.. Heta mirov çaya xwe xilas dikê ça dibê wek qeşa/buzê û ti te'ma çayê namînê.. vexwarina çayê ji piyaleyên zirav xweştir e...



10.12.2013 21:51 | nan û av

4. çaya ku piranî bi aliyê xebatkarên ofîsan ve tê vexwarin e. ji ber ku di ofîsan de qedehên çayê bi aliyê gelek kesan ve tê bikaranîn, mirov hez nakê ku di heman qedehan de çay vexwe. ji ber vê yekê gelek kes kûpayên xwe yên taybet tînin.



11.12.2014 16:16 | nazim tolhildan

5. tercîha min e. carê kî dê rabe û çayê dagire, di carekê de qasî 3 qedehên cam ên zirav di nav tilîkan te de li benda te dibin. ha sarbûn pirsgirêkekî ye lê, biraqe, wiha ji yên din xweştir e.

(bnr: çaya ji fîncanê tê vexwarin)



06.10.2018 17:09 | biruya hayao miyazaki

6. (bnr: çaya ji termosê tê vexwarin)



07.10.2018 02:47 | bûtîmar

7. Beriya ku ez betal bûm heb kêfa min çaya ji kûpayê re nedihat le kengî destpê karê ofîse kir û bûm commuter* mecbûrê kûpayê bûm.

Û êdî hînê qehweyê jî dibim.:( Dinya ye dinya; kurdê ku li zozanan xeynî ji çaya li ser tifikê tiştek venedixwar îro bi saetan di rêzê de disekine ku hinek qehwe ji xwe re dagire.

Hêy gidî dinyayê.



16.04.2019 22:31 | xelîl

8. Çaya xweş kupayê jî qediha noq zirav jî bi tehm dike. Ma ne willo



17.04.2019 08:13 | kibarfeyzo

9. Ça bila xweş be bila di delavde be.



17.04.2019 08:24 | hûteheftserî

10. zû sar dibe



21.06.2020 10:42 | merwano

11. Ne tu çay e. Heya ku mecbûr nemînim, tu car nayê heşê min jî. Lê li wargeha xwendekara, li ofîsa, li mala xwendekara û li xwaringeha car caran mirov mecbûr dimîne vexwe.

Ev kûpa ne, bê çi keratî ne wek sulhiya serşokê mezin û kûr in. Serê pêşî dema nû mirov çay dadigre, hingî germ e mirov dibê bila piçekî bicemide. Îja piştî hinekî cemidî çend qurtên ewil asayî ye û jê pê ve dibe wek qeşayê, hingî dicemide nayê vexwarin.

Çaya herî xweş, çaya qaçax ya di demdankê sifir de û li ser êgir bi hemd çêdibe ye. Paşê jî ew çay di qedehên nav qendîl de were vexwarin ji cewahir jî xweştir dibe.



21.06.2020 11:40 | tîrêj zana 21

12. Min heta zanîngehê çay venedixwar, dayîk û babê min ez hîre nekiribûm. Paşî destgirtiyê min dema zanîngehê ez hîre kirim. Ev du sal e jî, seba nobetên dirêj ez bêyî çay neşêm tab bikem. Nihe bi dilekî rihet dibêjim: çay di şûşeyên cam da tam e, weka dî derew e.



21.06.2020 21:26 | buffaloskinners

13. Ez çaya germ nêbo qet nêwana. Kûpa de çay rew serd bena. Felsefeyê mi seba çay hina vano; qulta verên û qulta peyên lazim o eynî germahî de bo.

Ey ke çaya germ nêweno qey camêrd o? (!) *



21.06.2020 23:43 ~23:44 | kajav

14. heta nîvî berdê û vexo, tiştek nabe, qe nebe qulpa wê heye, destê meriv naşewite gava meriv radikê, yeka spî min standibû dilê min çi dixwast min li ser dinivisand, xêz dikir



22.06.2020 00:19 | afa

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çaya çînê
» têgehên edebiyatê
» vexwarina cixareyê vs kişandina cixareyê

Kategoriyên mijarê:: jiyan xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî