Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
lûfik - tirşik
lûfik
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. alaveke sersûştinê ye. îro gelek kes yên amade dikirin an jî ew bixwe ji tayê çêdikin û bi kar tînin.

lê belê berê ne wisa bû. berê lûfikên xwezayî hebûn.

ev lûfik ji cûreyeke lavlavkê tê peydakirin. li hinek welatên tê xwarin jî: weke mînak li vîetnamê.

bi ziwakirina vê lavlavkê;

Here lînkê

qepila li dora wê diweşe û lûfika serşûştinê jê derdikeve;



Here lînkê



Here lînkê



bi qasê tê zanîn çavkaniya vê lavlavkê û van lûfikan welatê misir e. lê berê diya min ji ku derê peyda dikir, nizanim. xuya ye li kurdistanê jî çêdibe. lê navê wê bi kurdî çi ye wê jî nizanim.



bi rastî jî lûfikek kêrhatî bû. tu lûfikên îro nikarin weke wê paqijiyê bikin.

çima?

- ji ber ku ew lûfik ewqas hişk bû ku ne tenê qirêj û gemarê lê her wiha beşek ji çermê mirov jî jê dibir *



08.12.2013 15:40 ~2015.05.05 23:00 | simurg56

2. lûfikê kû diya min jî di nav avîka me de çandibû ye.



08.12.2013 17:28 | nan û av

3. bi tayê lûfika bi şîşik nîk û şûjina tê çêkirin ji bû qireja laşê meriv jê bibe ewjî moderasyona kirêjêye

carna kû lûfikê meriv qilêrîbe merov dikare bi firaqşokê jî xwe mizde ew jî şûna lûfik digire.



05.05.2015 18:41 ~18:45 | shorbevan

4. xwedê pêşûştina wî neke nisîbê tu kesî,lê carna ji kîsikê kartolan jî çê dibe



06.05.2015 02:22 | gnothiseautonu

5. em li malê jê re dibêjin lûf. li derve jî em dibêjin lûf. a bi min ecêb hat ew bû, rojek min li marketê lûfeke firotinê dît, bi markaya biyanî bû. li ser etîketa wê loofah nivîsîbû. ez heyirîm. paşê min got what the fuck!

niza'm bi 10-15 sal berê bû, çi bû. ez çûm malê. min çav li înternetê gerand û min dît bi îngilîzî jê re dibêjin loofah an loofa û wek /'lûfi/ bi lêv dikin. (bnr: ji bo agahiyên berfirehtir heya serî bixwînin) *

ew peyv navê riwekekê ye ku lûf jê çêdibe, xelkê îngilîz vê peyvê di sedsala 19an de ji zimanê erebî yê misirê hîn bûne. kurd ji ku hîn bûne nizanim lê dibe ku ew jî wek wan ji ereban wergirtîbin.



19.08.2022 14:25 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» lûfik

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî