Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
bangeran - tirşik
bangeran
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Kevirekî silindirîk û stûr e. Bi alîkariya qeysik, bi gotineke din qewsik, di rojên şilî de, da ku banê xaniyan dilop nekin û ban bişide, pê ban bi giregirr tê bangerankirin. Birastî jî hevokeke pirr bi gerr û girr bû!



07.12.2013 22:08 | ceso

2. xewnereşkê min e. lê ne eva ku li jor hatiye behskirin. ya ji wê jî mezintir, ew a ku ji bo rastkirina asfaltê tê bikaranîn... dema ez zarok bûm, li kuçeyeke nêzikî mala me ev bagera mezin hatibû, asfalta nû rijandî rast dikir. em jî çûbûn temaşekirinê. wan rojan dihat gotin ku nizanim li ku derê, zarokek maye bin vê bagerê de û mejiyê wî rijaye û bi asfalta reş re bûye yek. ez bawer im ji ber vê bû ku bi mehan, belkî bi salan min vê bagerê di xewna xwe de didît, ez diçûm wê kuçeyê û ew bager mezin dibû û mezin dibû û mezin dibû û paşê hemû dinya dibû ew bager. dilê min teng dibû, mîna ku kesek bi destê xwe dilê min bigre destê xwe û biguvişe, dibû. paşê tabî şiyar dibûm, lê moralê min xerab dibû. kurê ez çi gêj bûm yaw * aha dîsa moralê min xera bû, spas tirşik.



07.12.2013 22:49 | simurg56

3. peytê kurdîbuyînê helbestvan û dengbêjê hêja skrillexe





07.12.2013 22:55 | xurufi

4. (bnr: gundor)



11.02.2014 11:41 | berxweda

5. kevirê ku pê banê digerînin, bangeran/18191.



19.12.2015 23:48 | shorbevan

6. (bnr: lox) kevirê ku ser xaniyan banên pê lox dikin...



19.12.2015 23:55 ~2015.12.20 00:24 | havka

7. Here lînkê

Here lînkê



07.06.2020 04:27 | afa

8. mîna şiklê silindire, ji bo axa li ser bana bidewise û rast bibe, tê bi kar tênin.
(bnr: gindor)
(bnr: bangor)

Here lînkê



07.06.2020 14:23 ~14:24 | merwano

9. alav a ku piştî seyandina xanî tê ajotin .

xanîyê ax zehmetî ye , heke tu salekê ne seyîne bi baranek xurt tê bi dilopa re rû bi rû bibîne .

seyandin;
axê dikin herî ,
dawî kayê tevlî heriyê dikin
(ji bo herî xwe bigre û zexm bê)
û wê herîya bi bêra li ser banî direşînin
bi desta an bi textekî pehn herîyê ber belav dikin spatûla jî dibi.
ji bo ku bidewise û xwe bigre gindorê digerînin li ser wê heriya nû.

xaniyê ax dunyayê germ nakin ,
çimento pîs e hevalno .

dilop ji kêlekê xanî jî tên loma me dora xanîyê xwe jî diseyinand.



07.06.2020 19:18 ~19:27 | shwinsherm

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» bangeranê ne qulkirî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî