Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
kişik - tirşik
kişik | 2012
Nivîskar: STEFAN ZWEIG | kurmancî | roman | 80 rûpel

Kişik, novela Stefan Zweig, ya ku wî di navbera salên 1938 û 1941'an de, di henga rêwîtiya wî ya li Brazîlê de nivîsiye, berhema wî ya herî dawî û her...
kişik
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nave setrenç bi kurdî kişik e ,kişik lîstikeka stratejik e.. şeş cure kevir kişikêda hene.. şah,vezîr,fîl.hesp.qela, pepuk.. 16 kevire spi alîkîye,16 kevire reş âlîkîye tevhev 32 kevir (leşker) pi kişik tê lîstinê...



06.12.2013 00:39 | sîyabend

2. kişikê da wextê aliyek kevirê aliyê din dixwaze dibêje "kiş here" , di nav cûreyên kevirên kişikê da herî zêde wezî dikare kiş bide, wezîr her alî da dikare kiş bide...



06.12.2013 00:50 | sîyabend

3. kişa şah!



06.12.2013 09:10 | ceso

4. 1-peyak,piyon, piyade, 2-ferz wezîr, 3-rex keleh, 4-fîl, 5-hesp, 6-şah

kiş:gava ku şah dikişînîn kiş dibêjin

mat: şahê ku bi kar nehatîn, bê hereket mayîn re dibêjin...



16.04.2014 17:54 | havka

5. Wextekî , min bi birayê xwe ra li malê da kişik dileyîst.

Kalkê min, me dit, behsa feqiyan berê ye kir. “Li medrese da vî lîstikê feqî yan hew ra dileyîstin” got.

Niha hîn dikin nakin nizanim hema, berê qîmet dan e van tiştan a.



18.04.2014 15:16 | mîr

6. navekî wê yê dî "shetrenc" e.



18.04.2014 23:10 | gordereş

7. Qezaya Miksê ya wanê bi kishikkerên xwe ve meshhûr e, lê nizanim rastiyeke vê meshhûriyê heye an her nav li ser e..



18.04.2014 23:11 | gordereş

8. li ba me navê xwarine ki ye.



ti kişik hez diki?

naxêr ez nikarim bixwûm



24.01.2015 21:34 | hesen bira

9. Şetrenc/satranc. Lîstika ku bi qadeke ji 64 çargoşeyên du reng pêk tê ve tête lîstin.Bi 2şah, 2wezîr, 4hesp, 4fîl, 4keleh û 16 pîyon bi timamî bi 32 keviran tê lîstin. Lîstikeke taktîkî û stratejîke. Her wiha weke lîstika mîr û padşahan jî navdar e. Lîstik di beyteke mela de wilo derbas dibe:



Min go li rexan în ne ku kecrew weku ferz în

Şah gote min kiş mati li bazê feres î tu



01.02.2015 19:01 | seydayê_peyvan

10. Navê berhemeke (bnr: stefan zweig) e. Berhemeke psîkolojîk e, kurt lê pir tesîrdar e . Ne şaşbim lîsê ew çap kiriye.



01.02.2015 19:14 | seydayê_peyvan

11. sedrenc an jî kişik, yek ji berhemên navdar yên Stefan Zweig e ku li Brezîlyayê dema mişextîya xwe de nivîsîye.

çapa wê ya ewil 250 heb û di sala 1942yan de ji Buenos Aires derketîye; wergera wê ya ingilîzî di sala 1944an de li New York'ê hatîye weşandin. Kişik, li Elmanyayê ji 1.200.000î bêhtir hatîye firotin.

ev berhema hêja ji alîyê min salih badilî ji bo kurdî berî çend sala hate wergerandin, ji weşanxaneya lîsê çap bû. hûn dikarin ji malpera pirtukakurdi.com'ê bikirin: Here lînkê

mijara pirtûkê:

Çîrok di keştîyeka behrê ya ku berê xwe ji New York'ê daye Buenos Aires'ê de derbas dibe. Hinek ji rêwîyên keştîyê şampîyonê kişikê yê pirtûkê Mirko Czentovic vedixwînin yarîyê. Di yarîya ewil de wek herkesî texmîn kirî şampîyon biser dikeve. Di rovanşa yarîyê de dema hindik mabû têk biçe yekê navê wî Dr. B tevlî dibe, yarîyê de kes biser nakeve û wekheb dimînin. Li ser vê yekê rêwîyên keştîyê ji bo Czentovic û Dr. B de yarîyekî amade dikin. Berî yarî destpê bike Dr. B ji vebêjê pirtûkê re behsa çîroka xwe dike. Ji alîyê Gestapo ve Dr. B tê girtin û dikin hicreyekî de. Rojekî berî lêpirsînê ji montê bi dîwêr ve daleqandî pirtûkeka kişikê didize. Li gor yarîyên di pirtûkê de di hicreya xwe de bêyî textikê kişikê di serê xwe de dest bi lîstikê dike. Ev yarîya kişikê Dr. Byê ku hindik mabû ji qehra dîn bibe ji nû ve jiyanê dide Dr. B. Lê paşîya paşî digihe cihê ku ew jê re dibêje 'xeleka mirinê' û hemû lîstikên pirtûkê hîn dibe, dîsa dikeve wê rewşa berî pirtûk bikeve destê wî. Li ser vê êdî ew di serê xwe de yarîyên nû çêdike û ev yarîyên şîzofrenîk heta krîzê derbas dike bi xwe re dilîze. Dawîyê ji hespê tê berdan. Di keştîyê de yarîya wî û Czentovic ya ewil wekhev diqede. Dr. B bi wan tecrubeyên xwe yên hicreyê ku ewqas yarî di serê xwe de bi xwe re lehîstibû, hemû gav û hemleyên Czentovic berîya wî texmîn dikir û dema dor digiha Dr. B gelek zû hemle dikir. Di yarîya duyem de Czentovic ferq kir ku Dr. B tê de xira dibe û dîno mîno dibe bi qest êdî hêdî hêdî dilîze û Dr. B dîsa dikeve krîzê û yarî di nîvî de dimîne.



09.01.2017 00:39 | xendekî

12. Ev lîstik cara yekem 4 hezar sal berê li ser pîramîtên misrê hatine dîtin.piştî zayînê di sedsalên 2-3 yan de li hîndîstanê bi awayê "çaturanga" hatiye bi nav kirin. Paşê ev lîstik derbasî îran û nav ereba bûye. Ji ereba jî li ser endulusê derbasî spanya û ji wir jî li temamê ewropa berbelav bûye.
Niha li ser vê lîstikê pêşbirkên navnetewî tên saz kirin. Şampiyonê herî dawî lîstikvanê ji danîmarqa magnus karlsen bû.
Ev lîstik awha ye:
Lîstik li ser textekî 8x8 deq tête lîstin. Ev deq nîvî spî bîvî reş e. Her ref yek spî yek reş didome.hejmara kevira 32, cureyên wan 6 in. Kelhe, fîl, hesp, wezîr, şah, pîyade(piyon) . Armanca lîstikê xwarina şah e. Her cureyê kevir li gor xwe dilive. Kelhe, rast dere û dixwe. Fîl çeprast dere û dixwe.hesp li gor tîpa l ya 2x3 dere û dixwe. Wezîr bi hemû aliya de dere û dixwe . Piyade cara yekem yek an ji du gava dikare pêş de here lê wekî din yek bi yek pêş de dere û çeprast dixwe. Paşdeçûna wî jî tûne. Dema here xeta herî dawî ya dijberê xwe dikare bibe hemû cureyê kevira. Şah bi her alî de gavek dikare here û heke piştî kevir xware ewjî dê neyê xwarin, dikare ji hemû aliya de bixwe.û dema şah bikeve binê xeteriyê heya şah nekeve ewlehiyê kevirek din nayê lîstin.

Nîşe: yekî qet vê lîstikê nizanibe ez bawer nakim ji vê rave kirina min fêm bike lê dîsa jî min nivîsî. Ji bo yekî qet nizanibe rêzikên wê fêr bibe, divê çend cara bi yekî zane re bilîze.



14.03.2020 23:41 | tîrêj zana 21

13. ji bo sêwirandin û vegotina maçekê xweş û bi hêcan lê temaşe bikin a ku di navbera lîstikvanên Maxime Vachier-Lagrave û Hikaru Nakamurayî de ye:
(şîrovekar hêcana maçê zêdetir dike)




(bnr: endorfîn)



16.12.2020 21:20 ~21:21 | biruya hayao miyazaki

14. Pirtûka dawîn ya stefan zweig e. tenê 3-4 meh piştî vê pirtûkê nivîskar, tevî jina xwe, întîhar kiriye. loma dawîya pirtûkê hinekî jî bi vê biryara wî ya xwekuştinê ve tê girêdan.

wek roman hatine danasîn lê pirtûkek zirav e; tenê 78 rûpel. him ji ber wê him jî ji ber herikbarîya mijarê, zûzûka tê xwendin. min jî wisa kir. min jê hez kir lê belê qîmetek zêde jî nedaye. dibe ku hinek alegorî tê de hebin ku min nekaribe kfş bikim lê bi qasê min hinekî li serê lêkolînê kir jî, tiştek zêde ku ji ber çavê min wenda bûyî, nedît.

zêdetir kesan beşa duyemîn ya pirtûkê bandorker dîtiye. belê rewşekî trajîk teswîr kiriye lê belê zikê min ji vê teswîrê jixwe têr bû bi saya pirtûka tu ya mehmet uzun


min romanê bi kurdî, ji wergera salih badilî xwend. ku mirov seranserê pirtûkê binirxîne zêde ne xerab bû lê di hinek cihan de hevok gelek tevlîhev bûn, nedihatin fêhmkirin û heta carinan xelet bûn jî.

li vê hevokê binêrin:
"Di dirêjahiya jiyana min de, şansekî min ê wisa çênebû ku ez pisporekî kişikê ji nêzîk ve nas bikim û her çi qasî ku ez niha hewil didim ku mirovekî wisa bînim ber çavên xwe, ew qas jî danasîna çalakiyeke hişî ya ku di jiyana xwe de bi tenê li dora şêst û çar kevirên belek derbas bûye, ji min re zehmet dixuye."

jixwe hûn ê îhtîmalek mezin tu tişt ji hevokê fêhm nekin. çimkî gelek xerab hatîye dîzaynkirin. di rastîyê de behsa zehmetbûna nasîna/fêhmkirina mirovên wisa dike ku temamê jîyana xwe bi çalakîyeke weke kişikê derbas kiriye. lê wergêr şûna nasîn/fêhmkirinê, peyva danasînê bi kar anîye ku wateyê bi temamî xera dike.

vê hevokê binêrin:
"min bi ponijînê tê derxist ku yekane lîstik di nava lîstikan de ew e; desthilatdariya pîşadî ya tîraniyê ji dest digire û taca serkeftinê bi tenê dide giyan, an jî pirrî caran dide şêweyekî dayîna giyanî ya cuda."

hevok dîsa gelek xerab hatiye saz kirin. wergêr ne neçar e ku hevokan eyn weke orjînala xwe wergerîne. bi taybetî di wergera kurdî de, divê mirov hevokên dirêj û tevlîhev parçe bike. ji ber rika parçenekirina hevokê, hevok bûye weke şorbe. ev jî ne bes e, dîsa peyvek şaş jî hatiye bijartin. di wateya orjînal de tê gotin ku kişik taca serkeftinê dide aqil lê di wergera kurdî de tam berevajî hatiye gotin.
dîsa ev qedînek jî gelek şaş e: desthilatdariya pîşadî ya tîraniyê.
li vir mebest ev e, kişik rê nade şens û tesadûfan. li dijî despotîya şensê ye. di wergera tirkî de jî wisa hatiye gotin: kişik li dijî her cûre despotîya şensê/tedadûfîyê/rasthatinî ye. lê we ji wergera xemilandî ya kurdî tiştek wisa fêhm kir.

ez hevokê hinekî rast bikim da ku hûn fêhm bikin:
"min bi ponijînê fêhm kir ku di nava lîstikan de yekane lîstik kişik e ku li dijî her cûre despotîya şensê disekine û taca serkeftinê tenê dide aqlê an jî cûreyeke taybet ya qabîlîyeta giyanî "

min 2-3 hevokên wisa eletewş qeyd kirin lê paşê min dev ji wan berda çimkî tam di xwendina min de nedihişt. welhasil dikarim bibêjim ku min 70 pûan da qalîteya wergerê. dîsa jî destê wergêr sax be, min dev ji gelek pirtûkan berdane ku li kurdî xerab hatine wergerandin. qet nebe ev bi awayekê, dihat xwendin û fêhmkirin. ji xeynî xeletîyên hevoksazîyê û peyên şaş, kurdîya wergêr xweş bû.



17.02.2023 21:20 | simurg56

15. Yek ji pirtûka Stefan Zweig e, ku wek mîna avê te bi derbekê de mirov xelas dike, jixwe piraniyê berhemên wî wisa ye ku zimanê wî herikbar e. Ger ne şaş bim berî niha 3 sala min xwendibû, ji ber kinbûna çîrokên wî û di rojekê te tên xelas kirin, di hişê min de nemaye jî.



17.02.2023 21:34 ~21:35 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» kişik

Kategoriyên mijarê:: listikmase pirtuk spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî