Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
kurdiya colemêrgiyan - tirşik
kurdiya colemêrgiyan
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. resen e.

û hinekî jî cûda ye. dawiya gelek lêkeran bi daçeka "-bit" xelas dikin.

nivîsên kurdî yên kevin de ev karanîn jixwe heye lê min xebatên nûjen de cara yekem strana ferecya bi navê çînede dît;



"Çîne çîne çîne ku şîn bît

Fêre fêre fêre ku berz bît "



nivîsên nivîskarê me mîrêhekarya jî ji bo vê yekê mînakan dihewîne.



welhasil rengek cuda ye ji bo zimanê kurdî.



05.12.2013 20:17 | simurg56

2. ji ber ku ev devok li herêmên behdînan tê axaftin jê re dibêjin kurmanciya behdînî. piraniya wan nikarin tipa "r" bi lêv bikin. û perto begê hekkarî diwana xwe ya bêbiha bi vê devokê nivisîye.



05.12.2013 21:10 | ceso

3. ez nêzê du sal li colemêrgê mam hama bibêje ji biliyê çend gotin min tiştêk fêm nekir ( mesela çend minak bidim gava ku em dibêjin 'ji te re çi' ew dibêjin 'te şola pê' em dibêjin 'çi dikî' ew dibêjin 'kutkî' em dibêjin ' ev çî ye' ew dibêjin ' eva kîşke' hewd..



05.12.2013 22:57 | ferhenga şikestî

4. devokeke pir xweş e ku xweşikiya wê ji piranî ji reseniya wê tê. hevaleke min ê nêzik ji colemêrgê bu û di fêhmkirinê de me qet tu pirsgirê nejiyane.



05.12.2013 23:00 | azadixwaz

5. Devoka colemêrgê, devokek e rengîn e, şêrîn e. Bi ser bahdîniyê ve dikêşe. Kurdiya çiyayên bilind newalên kûr û dirêj û zozanên jorîn e ji ber vê hindê jî zimanekî kovî ye egzotîk e ango û li gel vê çendê zimanekî nerm û naturel e. Êrê husa ye, law e, cindî ye li ber dilê me hingivîn e. Dê çêbît babo dê çê bît roj bo rojê dê xweştir bît.



05.12.2013 23:13 | mîrêhekarya

6. çend hevok ji hêla colemêrgê:



ez naşêm biçim. > ez nikarim herim. (şiyan = kirin)

solên min berze bûne. > solên min wenda bûne. (berze = wenda)

tu kutkî. > tu çi dikî.



05.12.2013 23:58 | tu qurbana zarê xelqê bî

7. kurdiyek cuda ye lê ne biqasî ya dêrikê xweş e *



15.06.2014 01:15 | mergehez

8. di filmê 'gelecek uzun sürer' de zilamê cilemergî ho di afivît. bes nav qeset vî zilamîde hinde qeset biyanî yêt heyî.



qomtanekê got çiqedar hesp hêstir he bin. hemiya kom bikenet hewşê de. ez dişinmişbûm ecebe bo çî ev heywanê kom kirin. şeytan ji li wêre ba aqlê wî de derbas ne di bû ka ji bo çî bû. derê hewşê girt. ewa heywana xweşkû zanî dê tiştek p'serê wa bêt. dengê sîlaha û yê hespa tevlîhev bû. ez ketime ber diware kê middete kê. min berê xwe nedayê. wextê min berê xwe dayê ew hesp nîveka hewşê da dîn bûne. hespek ji wa xwe li ser diwarîda avêt. û ço. ew hesp nav dengê wa sîlaha da wa qurşûna da di nav wî dengî de ji gund ço. xweşkû ew azad bû em hemî azad bûn.



dişinmuşbûm-hizirîm,wext-gav, sîlah-tivek, tevlîhev-ketenavêk, dîn bûne-yêt dîn bû yî, qurşûn-fîşek.



15.06.2014 14:09 | ciwanpiroz

9. kurdiya bê "r" *



15.06.2014 20:01 | dil-tesne

10. kurdiya ku %50 ji tipa o'yê û %50 ji tipa û'yê pêk tê.

ev taybetî di tamamê herema botanê de heye.

(bnr: kurdiya herema botanê)



15.06.2014 21:12 | brusk56

11. kurdiya wan badîniye.ji herêma botan û serhedê cudaye.tîp a "ü" jî heye di kurdiya wan de.bo mînakê nabêjin dûr dibêjin "dür".nabêjin gûz dibêjin "güz" yan jî "gwîz".dumahîka lêkerên ku bi dema borî bi "-bît " xilas dibe.hûn dikarin vê ehmedê xanî,melayê cizirî de jî bibînin.ehmedê xanî ev devoke bikarînaye.wekî we goti resen e.bi hêsanî nayêt guhertin.modernîteya kurdiyê jê dûr e.ji bo axiftinê xweştir tête guhê mirov.ji bo min nivîsînê de jî xweştir e.ji tirkiyê pitir di bandora erebiyê de maye..



(bnr: colemêrgiyan "qisqanmîş" nebin)



16.10.2014 14:09 | dildar geverî

12. axiftina geveriyan pîçek cuda ye:



tu çi dikî = tu çitkey = tu çi dikey

tu dixwî = tu dixwey



16.10.2014 15:53 | dildar geverî

13. girêdayî devoka mahmodî(behdînî) ye ku bi piranî klasîk ên kurdî bi vê devokê hatiyê nivisin. û ne tenê helbestvanên colemêrgî, her wisa wek melayê cizîri u mela mahmudê bazîdi ji bi devoka colemêrgîyê helbest nivisîye. yanî kurdîya Colemêrgîya di wêjeya kurdî a dewra klasîkde devoka ku herî zêde hatîye bikaranîne ye.



20.11.2014 12:12 ~2016.06.04 15:15 | azad30

14. çend kesên wan lez diaxifin xwedê xêr ke zêde tênagihêm. Nû hatibûm geverê, cara pêşî bû siwarê erebê wesaîtan bûbûm rêwîyek li ajotvanê re digot “serê şurê raste” min digot belkî dibêje “di vî rastî de biçe” min şaş fam kiriye. Piştre hînbûm dibêjin “raweste” yanê “bisekine”. Peyvan dixwin ji ber vê em zêde hevdû fam nakin lê ger hêdî hêdî biaxifibiyan wek colemergîyan bibêjim sikintî çî nîne .



29.11.2019 22:33 ~22:33 | kajav

15. Devokeke xweş e. Li başûra Wanê jî hinekî ber bi axaftina Colemêrgîyan ve çûye.
Mixabin di wêjeya kurdî ya nûjen de ev devok gelek nayê bikaranîn. Ez jî wek ji başûra Wanê bi devoka Behdînan diaxivim.
Em nabêjin ez nikarim, em dibêjin ez neşêm.
Em nabêjin tu çi dikî, em dibêjin tu kutkey.
Li cem me di dewsa "be" da em "bît" bi kar tînin.



14.12.2019 17:53 | hesinkar

16. Sala borî ez çûm gewerê û min biryar da ku ez tiştekî fam nakim ji kurdiya wa. Hema çawa çûm xwedîyê malê pirsî "mamoste tu şeqî buy?" û min got min "fam nekir apo" çend carê din dubare kir lê na, min ji peyvê tiştêk fam nedikir. Ya dawî vegerand tirkî "xocem yoruldunuz mu?" Min got na û di hundurê xwe de çend sixêfên xweş kir ji xwe re . ez bawerim çend meha di nêv de bimînim ezê pir hindik fam bikim ji wa. Û ecêbe ku wa jî ji min zêde fam nedikir *



14.12.2019 21:24 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdiya travestiyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî