Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kerkere - tirşik
kerkere
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyveke ku li cem me jî tê bikaranîn. peyveke argo ye û tê wateya "mîna kerekê mezin"

ji bo kesên ku çendî emrê wan mezin bûne lê hê jî tevgerên wan zarokane a j, bêaqilane ye, an jî kêrnahatî ye, tê gotin.



- vî kerkereyî hê nekariye du perdeyan pêve bike.

(bnr: peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin)



05.12.2013 19:38 | simurg56

2. li cem me, kurmancÊn xarpÊtÊ ji bo wÊ dibejin: kersele



05.12.2013 20:02 | cinorek

3. DEMA EM PIÇÛK BÛN EM DI EYDA DE MAL BI MAL DIGERIYAN.. dÎSA JI YEK VAN EYDA DE EZ Û XWEHA XWE EM BI HEV RE DIGERIYAN Û ME ÇEKÛLAT DIDAN HEVDÛ. xWEHA MIN JÎ HINEKÎ JI MIN MEZINTIR BÛ.. wELHASIL EM DI MEHELÊ DE ÇEND MALA GERIYAN. eM ÇÛN MALEKÊ DE ME ÇEKÛLAT XWESTIN. KEVANIYA MALÊ ÇEKÛLAT DAN MIN Û PAŞÎ LI XWEHA MIN NÊRÎ WEHA GOT : ÊÊÊ BINÊRE VÊ KERKERÊ FIHÊT NAKÊ WEKE ZAROKAN DIGERÊ.. PIŞTÎ VÊ GOTINÊ ÇEKÛLAT DA XWEHA MIN LÊ XWEHA MIN EW ÇEKÛLAT AVÊT ERDÊ Û EM JI WÊ MALÊ DERKETIN..PIŞTÎ VÊ GOTINÊ ÊDÎ XWEHA MIN TI CARAN DI EYDAN DE NEGERÎ Û ÇEKÛLAT NEDAN HEVDÛ...



05.12.2013 21:07 | nan û av

4. li hin deveran di wate û me'naya gir, mezin, qerase û tirrtire de jî tê bi kar anîn.



05.12.2013 21:20 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kerkere

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî