1. nivîskareke nû yê tirşikê ye.. bi wê kurdiya xwe ya xweş û şêrîn bi xêr hatiye tirşikê.. derbarê xwe de tiştek nenivîsiye lê ji navê wî/wê mirov dikare têderxe ku dilketî û destgirtiyê azadiyê ye.. wek konseya rêveber ya tirşikê hêviya me jê û ji xwudayê banî di tirşikê de daîmî be, ne feîdexwaz lê canfîda be.. |
|
02.12.2013 21:41 |
endazer
|
2. nivîsvanê nû yê tirşikê. xêr hatiye îşelleh. ser çavan |
|
03.12.2013 20:53 |
simurg56
|
3. nivîskareke gerok e.. blogeka wî ya bi kurdî heye ku cih û deverên lê geriyayî bi kurmanciyeka xweş û sivik nivîsandiye.. heyîna kesên wiha têr û tije di nav tirşikê de cihê kêfxweşiyê ye.. heta niha tenê sê peyam nivîsandine lê em jê hêvîdar in ku tiştên di bloga xwe ya şexsî de yên li ser cih û deverên lêgeriyayî nivîsandîn hetta tiştên ku ji bîr kirîn ku di bloga xwe de binivîse, di tirşikê de binivîse.. |
|
04.12.2013 01:42 |
endazer
|
4. yek ji nivîskarên gerok yên tirşikê ye. li bloga xwe, derbarê gerên xwe de şîroveyên xweşik dinivîse, him jî bi kurdî. dema blogên wisa rengîn yên kurdî dibînim, pir kêfxweş dibim. |
|
05.12.2013 21:19 |
simurg56
|
5. nivîskarê xêrhatî gera xwe ya li tirşikê. wextê kesên warên curbecur de karê bi kurdî rast têm pir kêfxweş dibim, we ez kêfxweş kirim xwedê teala jî we kêfxweş bike înşileh. |
|
05.12.2013 23:09 |
azadixwaz
|
6. nivîskarê ku ji ber bloga wî ya ku nû pê hesiyam e, dixwazim jê re bêjim "wele helal be ji te re" ye . |
|
06.12.2013 10:52 |
brusk56
|
7. nivîskarê ku, di piştî hilbijartina herêmî ya tirkîyê ya 2014an de, derhaqa îdirê de ev peyama nivisîye ye. (bnr:îdir/33077) |
|
31.03.2014 14:46 |
nazim tolhildan
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |