Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
dermanên êşbir - tirşik
dermanên êşbir
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. (bnr: analgesic)

komeke îlacan e ku armanca wan kêmkirin an jî tunekirina êş û eleman e. êşbir, êşbir, êşkuj jî dikare were gotin.

ev derman bi riyên ji hev cuda dikarin êşa ku mirov hîs dike, ji holê rakin.

piraniya dermanên êşbir ji van kategoriyan, in:

1- paracetamolan jî bi navê xwe yê din acetaminophen

2- dermanên antî-înflamatuar yên ne steroîd (non-steroidal anti-inflammatory drugs / nsaid)

3- dermanên opîoîd



li gorî sedema êşê, dermanê ku divê were hilbijartin, diguhere.



paracetamol û êşbirên ne-steroîd (nsaid;)

rêbaza bandora paracetamol bi temamî nayê zanîn lê wisa xuya dike ku ji rehikên perîferê zêdetir, li ser sîstema navendî ya rehikan bandorê dike û êşê dibire.

aspîrîn û êşbirên din yên ne-steroîd bandora xwe bi tesîra xwe ya li ser enzîmên sîklooksîjenazan (cox1 û cox2), dike. ku bi weke encama vê tesîrê, prostaglandînên ku sedema êşê ne, kêm dibin. ev dermanên hanê, berevajî êşbirên opîoîd û paracetamolê, ne tenê êşê dibirin lê her wiha enflamasyonê yanî îltîhabê jî kêm dikin.

ji ber vê yekê rewşên ku sedema êşê îltîhab û enfeksiyon e, de, bikaranîna êşbirên ne-steroîd bêtir kêrhatî ye

ji aliyê din ve hinek tesîrên neyê-xwestin yên van êşbiran heye ku serî de ûlsera ûr, zerarên li ser gurçîkan dikare were jimartin. bi taybetî gelekî hêsanî dikarin bibin sedema ûlsera ûr û heta ger zêde were bikaranîn dikare bibe sedema xwînîbûna ûr û qulbûna ûr. ((bnr: gastrointestinal perforation))

ji bo êşbirên ne-steroîd mînakên weke aspîrîn, naproxen, îbuprofen, diclofenac dikarin werin gotin.

ku ev derman piyaseyê de weke parol(paracetamol), minoset(paracetamol), dîkloron(dîclofenac), dîclomec(dîclofenac), aspîrîn plus, apranax(naproxen), dolven(îbuprofen), ibufen(îbuprofen), majezik( flurbiprofen) tên zanîn.



êşbirên opîoîd:

ji vê komê dermanê ku herî zêde tê zanîn morfîn e. ev êşbir gelekî bandorker û quwet in. lê dibin sedema tiryakê. loma tenê bi reçeteyên taybet dikarin werin bikaranîn. ew jî tenê li nexweşxaneyan.

tramadolê ku li piyasayê zêdetir weke contramaltê zanîn, îro gelekî tê bikaranîn.



01.12.2013 11:40 | simurg56

2. êşbirin kû ez gellek mereq dikim ka gelo ji bo êşa diranên zarokan dikarin were bikaranîn an na.. Kurê minê şirînok Celadet diranan derdixînê û em nizanin ka emê çi bikin..



01.12.2013 23:36 | nan û av

3. (bnr: maçik)

(bnr: memik)



01.12.2013 23:47 | xurufi

4. dermanên ku hinek jê, dikarin ji bo zarokan jî werin bikaranîn.

lê aspîrîn ji ber ku heye ku bibe sedema sendroma reye, divê neyê bikaranîn. ji bo zarokan ya herî ewle yên weke paracetamol (parol) û ibuprofen (dolven) in.



10.12.2013 20:43 | simurg56

5. (bnr: simaq)

tê bîra min berê kengî serê me biêşa ca min cihde ava simaqê çêdikir û dida me û dîsa kengî derekê me birÎn bibûya dîsa ca min simaq dikuta, hûr hûr dikir û datan ser birÎna me, êşa serê me datanî û birÎna laşê me jî bi dest xwe re kew digirt, nizanim ne ji simaqê ne jî ji rehm û dilovaniya diya min..



01.09.2014 01:37 | endazer

6. qola:

kengî zikê yekî biêşe dibêjin kolakî vexwe yê êşa wê daxîne.

min nedizanî dermaneke ew qasî qenc e *



01.09.2014 11:47 | renas

7. bo êşa jehriyê hingûv

Bo acizî û êşa piştî xwerinê hinareke tirş.

Bo acizî û êşa dil himbêzkirin û maç kirin.



02.09.2014 01:08 | seydayê_peyvan

8. Kola ye.



based on a true story



Birayê min behs kiribû, di eskerî de diranên hevalekî wî tev riziya ye û nahêlin ku here nexweşxane diranên xwe nîşan bide. Kurikê belengaz ji sibê heta êvarê berikê xwe de şûşeyeke kola digerîne û kengî êşa wî zêde dîbe gulpekî ji şûşe vedixwe diranên xwe rehet dike.



31.01.2015 00:58 | mîr

9. Dermanên da ku mirov xwe bixapîne û xwe baş hîs bike mêjîyê mirov ditevizînin. Ji berê da ye ku li hember îlacan radibim. Ez wisa bawer dikim ku Ev dermanên vê serdemê karûbarek tîcarî ne.



18.01.2016 16:18 ~21:16 | ceso

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dermanên bêxewîyê
» êşbir

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî