Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


47 mijar û 84 peyam
google.com - tirşik
google.com
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. malpera lêgerina li ser înternetê ya herî zêde tê zanîn ku van rojan balonên ceribandinê berdide asîmana Zelandaya Nû ji bo înterneta bênavber bigihîne hemu cîhanê.



15.06.2013 22:52 | azadixwaz

2. Zanyarê, zehf serwextê



13.07.2013 22:18 | stajyer kurd

3. ji nav motorên lêgerînê yên li ser înternetê ya herî popûler û serkeftî.. wekê din gelek motorên lêgerînê hene.. hetta li derekî min xwendibû digot li rûsya û dewletên berê yên sovyêtê motora lêgerînê ya yandex-ê ji googleê berdesttir û berbelavtir e.. mixabin bi qasê ku ez zanim hîn li ser înternetê motoreka kurdî ya lêgerînê derneketiye an nehatiye çêkirin..



13.07.2013 22:38 | endazer

4. hergav li serê didim vê motora malmîratê.her tişt dihewîne .çi di serê te re derbas dibe ev dikare wê bigre û bide ser ekrana xwe ka ev çi ye ? û gelo çima serêşê dike vedibêje



13.07.2013 23:47 | fizikzan

5. li dinyayê motora lêgerînê bêraqîb e. li rusyayê bi qasê tê gotin yandex zêdetir tê bikaranîn lê tevahiya dinyayê de google bêraqîb e.

sedema ku googleê dike bêraqîb ne tenê serkeftîbûna wê ya lêgerînê de ye. google bi amûrên xwe yên cûrbicûr gelek alîkariya malpersazan dike, ê jixwe ger tu malpersazan bigirî cem xwe wê bikarhêner jî werin.

weke mînak google adsense, google analytics, google webmasters tools ji bo malpersazan amûrên gelekî kêrhatî ne.

ji aliyê din ve ji bo bikarhênerên normal jî xizmetên weke google chrome, google earth, gmail û hwd. dîsa di warên xwe de yên herî baş in.



15.07.2013 11:56 | simurg56

6. (bnr: di googlemapsê da nexşeya kurdistanê)



15.07.2013 16:40 | berxêres

7. Ev hebunek kû Jé dipirsim napirsim ji min âcısi û gazina nake..her bijji google..



15.07.2013 22:17 | roj

8. malpera ku bi hinek fonksiyonên kêrhatî, lêgerîna we hê xweştir dike;





operatora "+"

ger mirov berî peyvekê vê sembolê bi kar bîne û valahiyek jî bihêle, ev tê wê wateyê ku ev peyva ku eslê xwe de peyvekî gelekî gelemperî ye, ji bo te gelekî girîng e û divê google vê yekê paşguh neke.



fonksiyona ""

ger mirov peyv an jî hevoka xwe ya lêgerînê di navbera van sembolan de binivîse, wê google rasterast vê yekê bigere. naçe û hevoka te parêe nake û peyvek ji wir peyva din ji vir peyda nake. wê encaman de tişta ku we nivîsandiye, eyn weke daxwaza we, cî bigire.

weke mînak "eslê xwe de hêsan e"



fonksiyona -

ger hûn vê sembolê dênin li pêşiya peyveke, wisa dibe.

weke mînak hûn weke "serok -apo" binivîsin wê lêgerîna ji bo peyva serok bike, lê wê encamên ku tê de "apo" hene ji nav encaman derxe.



fonksiyona "link:"

ger hûn lêgerîna xwe weke link:tirsik.net bikin, wê ji we re malperên ku lînak tirsik.netê dane, bibîne.



fonksiyona "site:"

ger hûn "îsmaîl site:tirsik.net" binivîsin wê google tenê di malpera tirsik.netê de li peyva "îsmaîl" bigere.



fonksiyona "filetype:"

ger hûn "tendurîstî filetype:pdf" binivîsin, wê ji we re pelên pdf yên ku tê de "tendûrîstî" derbas dibe, bibîne. li gorî pela hûn dixwazin ev dikare .mp3, .jpeg an jî tiştekî din be.



fonksiyona makîneya hesabê:

ger hûn weke mînak 12*5 binvîsin û pêl enter bikin, wê ji we re hesaba vê çalakiyê bike û 60 binivîse.



fonksiyona lêgerîna fîlman

ger hûn "movie:the fountain" binibîsin wê ji we re agahiyên vê fîlmê bîne.



06.01.2014 23:12 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
belki ev jî bala te bikişînin
» google.com

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî