1. kesê ku mirov pê diheyire bê ka çima jiyana xwe ji bo kurdan feda kir tew digel ku tirk e jî. yanî bi kurt û kurmancî merivekî xwedî rûmet û şeref e. tim rastiyê gotiye û zîndan bi zîndan geriyaye. ji piraniya kurdan kurdperwertir e û hetta ji bo gotinên siyasetmedarên bdpê û pkkê, yên ku bi rengê "em bi tirkan re jiyaneke hevbeş dixwaz in" gellek qehirî bû û pê de çi bû, gotibû, eger piştî ewçend zilm û tehdê kurd hêjî bi tirkan re jiyana hevbeş bixwazin nexwe mesela xwe qet fehm nekirine. yanî xalê me beşîkçî dibêje law biqetin biqetin biqetin... heya hun veqetîne nexwazin tirk jiyana hevbeş naxwazin. |
|
26.11.2013 11:01 |
ceso
|
2. mamostê ye zer ,nezîkê 20 sala di zîndana de derbaskiriyê ji bo doza gelê kurd |
|
26.11.2013 21:59 |
newenda
|
3. li ser ger û geşta xwe ya dêrsimê nivîsek dûr û dirêj nivîsandiye.. |
|
06.12.2013 20:51 |
endazer
|
4. ji roja ku dest bi nivîsê kiriye û heta aniha tu car paşve gav neavêtiye pêncî sal berê çi gotibe niha jî heman tişt dibêje. nizanim ev pêvajo ye, nizanim ev konjoktur e, nizanim ev polîtika ye, ev quzzulqurt e.. hwd qet gûh nade ew bixwe jî her tim bi lêv dike ''ez rêbaza zanîstiyê bi kar tînim'' di tu gotinê wî de, tu tevgerê wî de, tu kirinên wî de nakokî tune ye. ez pirr diheyirim Xwedê jê re sebr û dilpakî û dirustiya pêxemberan dayiye. di vê gulanê de hatibû pêşangeha pirtûkan ya amedê ez çûm min ew dît û min pirtûkekî wî da imzekirin yaw mariv hîn ewqas diltenik û kubar dibe hew dibe. du roj ji ser sibê heya êvarê ji hezar heb pirtûkê re îmze da avêtin, digel vê temenê xwe dîsa jî qet xwe eciz nekir.. kitabên wî ji aliyê ÎBV ve ji nû ve hatin çapkirin ez ne xelet bim 16 heb çap bibûn 20 heb jî li ber redaksiyon û çapê ne.. |
|
06.12.2013 21:34 |
ferhenga şikestî
|
5. rûyê spî yê akademiya û sosoyolojî û ÎntelÎjansiyayê.. |
|
03.01.2014 00:16 |
endazer
|
6. (bnr: weqfa îsmail beşîkçî) |
|
03.01.2014 15:15 |
diljan
|
7. mirovê zanistê yê ku ji aliyê ferda Çetin ve hatiye rexnekirin û bersivek jê re hatiye dayîn: |
|
05.01.2014 16:05 |
simurg56
|
8. mirovekî gelek hêja ye. fikrên ku tîne ziman jî gelek hêja ye di çavê min de. rexneyên rast û di cî de li pkk û bdpê dike. |
|
06.01.2014 00:06 |
brusk56
|
9. wisa dixwiye ku hêjarê şamîl û hinek kesên din li ser beşîkçî şerê seyemîne cîhanê bidin destpêkirin. |
|
06.01.2014 17:28 |
newenda
|
10. Helbestek li ser Îsmaîl Beşîkçî |
|
28.03.2014 22:39 |
xwelî li ser
|
11. sosyologeke tirk û xemxwareke kurd e.. vê taliyê hevpeyvînek daye şaxa tirkî ya kanala bbcyê û tê de bi kurt û kurmancÎ wiha gotiye; |
|
11.04.2014 17:16 |
endazer
|
12. xwudê emrekî dirêj bidiyê, û dîtina kurdistaneke azad, serbixwe, aram bike nesîb.. lê ditirsim ku dîsa tajiyên wekê ferda çetin piştî vê hevpeyvînê ji bo konfora qûna xwediyên xwe lê bêne xezebê û nivîsên di tama ''deynê îsmaîl beşîkçÎ yê ku kurd dikin nakin nikarin berstûka xwe jê xilas bikin'' binivîsînin.. |
|
11.04.2014 17:21 |
endazer
|
13. îro ligel fuad önen û ahmet önal çûye cizîrê, camêr li wê keleqirçêna Cizîrê de jî qerewata xwe ji stûyê xwe derneyêxistiye; https://fbcdn-sphotos-a-a.akamaihd.net/hphotos-ak-xpf1/t1.0-9/10320284_10152485568367376_4290284806829547056_n.jpg * |
|
02.06.2014 00:22 |
endazer
|
14. li ser mele mistefa barzanî û rewşa başûrê kurdistanê ya îro, nivîsek xweş nivîsandiye dîsa.. di nivîsa xwe ya vê carê de gotiye, kurdê ku ketiye ber çerxên saziyên rejîmên dijmin, êdî tu xêr jê nayê, gotiye eger mele mistefa barzanî, li mekteb û kolêjên eskerî yên rejîma beasê de xwendibûya bawer nakim dîsa ev qasî jêhatî bûya û dilê wî ev çend ji bo welatê xwe lêdabûya.. http://www.ilkehaber.com/yazi/barzaniler-10906.htm |
|
18.06.2014 09:24 |
endazer
|
15. ji bo yên ku radibin û rûdinin behsa kongra netewÎ dikin lê tu îşare û emare ji neteweyîbûnê bi wan re nîne gotiye; ''Li ser mijareke wisa girîng ango alaya Kurdistanê ku digihîje 1927'an (Xoybun)ê lihevkirin çênebe hewce nake Kongra Netewî bicive'' ma vir e? |
|
19.06.2014 15:17 |
endazer
|
16. (bnr: demans) |
|
22.06.2014 03:22 |
kevçiyê dil
|
17. eks evin ê pkkê ye. rê a wî û pkkê zûdayê ji hev veqetiyaye. ji ber ber wê piçek di buhranê de ye. |
|
18.12.2014 12:34 |
nazim tolhildan
|
18. jê re dibêjin ziya gökalpê tirke çawa ziya gökalp bi eslê xwo kurd bû lê ji tirka re xizmet kir ismail beşikçi ji bi eslê xwe tirk e lê xizmetê ji kurda re dike. her çiqasi ji kurda re xizmetê bike jî yekî bêesl e ew insanê eslê xwe înkar bike û xizmetê ji xelkê re bike şîrheram e ji xwe ne yekî şirheram buye ev qasi dev nedavet serokê gelê kurd abdullah ocalan. |
|
19.12.2014 04:52 |
yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin
|
19. (bnr:ismail beşikçi/53973)----->* |
|
22.12.2014 23:33 |
nazim tolhildan
|
20. Îsmaîl beşîkçî navek giran e. |
|
30.09.2017 16:53 ~16:54 |
azad30
|
21. Mamoste Beşîkçî bi dû nîvîsên hêja rewşa başur û rojava niexandîye yek jê hevpeyvîn ê li gel civaknasek fransî |
|
28.10.2017 12:19 |
azad30
|
22. Heta îro ji xeynî malbata berzanî hemû aliyên kurda rexne kiriye. Rexnegirî baş e lê divê çêker bê. |
|
30.10.2017 08:40 |
rûbar
|
23. rewşenbîrê ku ji aliyê tirşikvanekî xama -gede- ve tê rexnekirin |
|
30.10.2017 10:01 ~10:03 |
ferhenga şikestî
|
24. Ên ku pirtûka mamoste beşîkçî xwendine, bila bêjin aha ewî pirtûkê de ewana gotiye. Hişdarî daye. Kurd jî ji newmê xwe vehiş aniye. |
|
30.10.2017 11:36 |
rûbar
|
25. Sosyologê li Enqerê 20 hezar Mark (Pereyên berê yên Elmanya) ji kadroyekî PKK girtî. Camêr sax e kesên bawer nekin beriya koç bike bila jê bipirsin. heyf û xebînet e ew çend kesên li dora wî kombûne ku ewqas keda wî qenalîzeyî mala Barzanî kirine. |
|
30.10.2017 23:20 |
hejîro
|
26. Nivîsa xwe a dawî da eşkere behsa kêmasîya netewebûna kurdan dike û dibêje kurd tu car li ser zimanek , alek , çandek nabin yek û ev jî kêmasîyek mezine ji bo kurdan. |
|
27.04.2019 16:18 |
brzn
|
27. (bnr: başûrê kurdistanê) |
|
27.04.2019 16:18 |
brzn
|
28. min wî li pêşengeha pirtûkan a amedê 2019an de dît û min wergera pirtûka wî bi kurdî da îmzekirin. yekcarî ketibû û hişê wî qels bibûn. pîrbûn bi rastî jî zehmet e. |
|
25.11.2019 00:25 |
berxweda
|
29. Ne bi tenê li Tirkîyê, di dinyayê de di nava hemî rewşenbîr û nivîskar û entelektuelan de rewşenbîr û entelektuelê herî wêrek herî dilsoz herî maqûl herî rastgo herî dirust û herî binamûs e... |
|
25.11.2019 00:28 |
ferhenga şikestî
|
30. Min vê salê xwest pirtûkên wî bixwînim lê hingî hevokan dubare dike mirov êdî jê aciz dibe ji xwe tişkî balkêş jî têde tuneye lê ya bi min ecêb tê Ev cara ewiliye dibînim tirkek bi vî şiklî li cem kurdan sekiniye û hovitiya gelê xwe rasterast aniye ziman. |
|
25.11.2019 00:30 |
biaqila malê
|
31. Mirovekî hêja ye her kes di wî warî de fena hev difikire lê pirtûkên wî him pir dûbare dikin hin wergerên wan ên kurdî birastî qet nebaş e. Temam ked dane em wan pîroz dikin lê xweş wernegerandine kurmanciyê |
|
25.11.2019 01:55 |
seryasêdilşûşe
|
32. dîsa nivîseka hêja ji pênûsa wî derketiye li ser pirtûkeka nû bi navê "kemalizm ve kürd ulusal sorunu 1" |
|
12.04.2020 07:05 |
afa
|
33. sosiyolog ku kurd qîma xwe bi wî nayinin |
|
12.04.2020 22:23 |
hola êzîda
|
34. Nivîskarek û lêkolînerek tirk e , kurdî û kurdbûn pere bikira kurdên me yên xwefiroş jê dûrnediketin.Lê çi berjewendiyên îsmaîl beşîkçî li ser kurda hebe nizanim.Belê hin tirkan re rêz digrim ev jî yek ji wan e.Lê ez naçim xwe qurbana wî jî nakim.Divê mirov kesayetên wiha guhdar bike jê sûd werbigre.Hizir û gotinên wî çi ne , gelo wê çawa be ku kurd xwe ji dagirkeran xilaz bikin. ev jî nivîsa wî dawî ye. Here lînkê |
|
13.04.2020 00:48 |
brzn
|
35. gelek tişt hene mirov bikare li ser vî camêrî bibêje lê ez ê bi tenê yek tiştî bêjim: ez ê hezar kurdê mîna metiner û ensarioglu bi qurbana wî bikim |
|
13.04.2020 17:10 |
soryazyus
|
36. vîdyoyeyek e li ser twitterê ku ez lê rast hatim de dibêje "kurd li hemberê kurdan tifaqan dikin.Hin kurd dibêjin dewlet ne baş e , hin dibêjin bê dewlet nabe û li hember hev ketin tifaqan" û dibêje kurd nizanin ku çi bobelat hatiye serên wan û wek Auschwitz a polonyayê (hîtlerê ji bo kuştina mirovan cihûdan ew der bi kar aniye) girtîgeha silêmaniyê jî nizanin. |
|
11.05.2020 14:33 |
brzn
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |