Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
google translate - tirşik
google translate
(16) (1) (4)
di mijarê de bigere

1. Ji hêla rojnamevan û wergerên anfê yên ku mêjî-tirk, ziman-kurd ve da ku ziman qir bibin hatiye îcadkirin!



25.11.2013 23:15 | ceso

2. JI BER KÛ di nava zimanÊN kÛ TÊNE WERGERANDin KURDÎ NÎN E MiROV NiKARÊ TIŞTEK WEHA BÊJÊ LÊ BI RASTÎ JÎ ZIMANÊ WA KURDÎ YE LÊ HIŞ Û AQLÊ WAN BI TIRKÎ YE..



25.11.2013 23:28 | nan û av

3. gelek tişetekî başê, êdî ne pewîstê ji bo hînbûna zimana



26.11.2013 22:05 | newenda


5. opsiyoneke google'ê ye ku heta niha 90 zimanî werger dikir êdî bi 103 zimanî wergerê dike û êdî kurdî-kurmancî jî di nav de ye.



wek ku tê zanîn kampanyaya opsîyona kurdî li ser google translate hebû, li ser înternetê di nav 3 hefteyan de 20.000 destnîşan hatin komkirin û paşî bi xebata dildarên kurdî ev kampanya bi serkeftî dawî bû û fêkiya xwe da. li ser xêrê. lê hê jî kêmasiyên wê zehf in, ji ber wê xebat bidome:

Here lînkê



18.02.2016 15:34 ~15:35 | xendekî

6. opsiyoana ku kêmasiyên wê hertim hene, di her zimanî de. min nêrî û dît ku kurmancî ji erebî xweştir tê wergerandin.



18.02.2016 15:44 | hola êzîda

7. bi google translateê "helboqkirin bipije, devê xwe berdaye. din çi!? tu kes ne lazim bû ji bo hînbûna ku ev ew e ku i zimanê şêlû tê fêmkirin. Çi happy. Çi herdû."



19.02.2016 02:38 | daskan

8. zimanê kurdî tev li wan zimanên Google transleteyê bûnê şûn de hevalekî min wiha nivîsand: "brûska zeus'ê têkeve qûna we, ka we digot zimanê kurdî tuneye" *



19.02.2016 10:37 | nazim tolhildan

9. (bnr: egerin translate)



19.02.2016 15:36 | cinorek

10. Berê me xwe dikuşt ku zimanê me jî tevî Google Translatê bibe. Belê ev mirazê me pêk hat. Nizanim baş bû an na. Ji ber ku wergera Googlê ji kurdî bo îngilîzî an jî bo tirkî kêm zêde baş dixebite, lê ji zimanên din bo kurdî bi kêrî tu tiştî nayê û ji vê gavê pê ve tirk jî dikarin nivîsên me yên kurdî bi texmînî fehm bikin. Berê li ser înternetê gava bi tirkên nijadperest re dikevime nîqaşê, min bersiva wan bi kurdî dida û bi wan re hew bi tirkî xeber dida. Bi min yek ji heqeretên herî mezin ev bû û zehf li zora wan diçû. Îcar ev derfet jî ji destê me çûye *



Dîsa jî çavê me Kurdan bi ronî be, li ser xêrê be! Pengaveke gelek girîng e, lê ji niha pê ve ji bo pêşketina vê ferhenga han divê em jî arîkariya Google Translatê bikin. Hevalên îngilîzîzan, kerem kin: https://translate.google.com.tr/



19.02.2016 23:07 ~23:12 | ezman b

11. gavek baş e ji bo kurdî.

lê mixabin vê gavê gelek lawaz e. min 4-5 hevok ceribandin di hemûyan de jî nekarî wateya hevokê bide hîskirin. lê ez bawer im her ku here wê baştir bibe. hêvî wisa ye.



20.02.2016 10:49 | simurg56

12. bijî google

Here lînkê



20.02.2016 16:33 ~16:34 | cinorek

13. Karê ku ez jî carna hin peyv û wergeran lê zêde dikim e. Kesê dixwazê dikarin bi rêya hesabên xwe yên Gmailê bikevin sepana wergerê û tevlî karê wergerê bibin. B vî awayî google werger wê baştir bibê...



20.02.2016 20:58 | nan û av

14. bangewazî!!!



Wek tê zanîn zimanê Kurdî li Google Translate hate zêde kirin. Ev ji bo zimanê Kurdî pêşketinek pir girîng e. Ji ber ku di pêşerojê de hemû servîsên Google'ê û malperên din ên navneteweyî ji bo Kurdî kirina weşanên xwe wê bingeha Google Translate'ê bikarbînin baş bûna wergerê girîng e.

Mixabin wergera Kurdî ya Google Translate'ê bi awayekî pir xirab tê pêk anîn. Gelek kesên Kurdînezan û nîyetxirab tevlî wergerê dibin û encamek pir xirab derdikeve holê.



Ji kerema xwe re hevalên ku Kurdî ya wan pir baş e û bi taybetî jî kesên ku di wergera Facebook'ê de rolek çalak lîstin bila tevlî pêvajoya wergera Kurdî ya Google Translate'ê bibin. Ger çiqas kes beşdar be dê werger jî ewqas baştir be.



Hûn dikarin ji girêdana jêr peyvan wergerînin an jî deng bidin peyv û hevokên ku hatine wergerandin.

Here lînkê



09.03.2016 12:27 ~12:28 | xidiran

15. bı rastî jî ji bo pêşeroja kurdîbûna googlê û abdroîdê derfetek girîng e.

ez jî niha têketim rûpela wergerê û min ji sedan zêdetir wergeran kir. qenc e em kampanyayek ji bo vê xebatê bikin.



09.03.2016 21:44 | simurg56

16. tiştek ecêb e. hevokên ku ji bo wergerê derdixîne pêşberî mirov gelek seyr in. hinek ji axaftina rojane ne, hinek di deerbarê teknolojiyê de û hinek jî tenê hevokên nîvço ne.

lê gava din tiştek bala min kişand. hevoka ku derxist pêşberî min ev bû "install zip from sdcard"

ev hevok rasterast di menûya rizgarkirinê ya telefonên androîd de heye. (recovery mode)

keyfa min jê re hat. nexwe mîna texmîna xidiran, wê ev proje bi rastî jî bibe pêşenga wergera androîdê.



09.03.2016 21:55 | simurg56

17. Projeyeke ku piștî nûkirina sîstema xwe, mirov hișmiraz dike. Di hola 8 zimanan de wergerîneke ecêb û ecêb dike. Pir nêzîkî wergera mirovan bûye.

Aqûbet li zimanê me be.



20.11.2016 23:40 | gumgumok

18. tekane sîstema ku wergera noral ji bo kurdî dike. yanî pergala google translateê, her roj hewl dide ku bêtir hînî kurdî bibe ku bikare wergera hevokan, bi awayek baştir bike. ji bo alîkariyê, divê mirov ji îngîlîzî hevokan wergerîne bo kurdî. bi saya van hevokên me, makîneya googlê hêdî hêdî mantiqa zimên fêhm dike û xwe bi pêş dixe.
googleê ji min re mailek şandiye van rojan, him ji bo alîkariyê spas kiriye û him jî daxwaza alîkariya bêtir kiriye.
neyse ez ketim rûpela wergerê û min dîsa hinek hevok wergerandin. lê tiştek bala min kişand. yek ji hevokan The secret life of walter mitty bû. ev navê fîlmekî ye. ne fîlmek popûler e lê min berî salekî fîlan lê temaşe kiribû. dîsa hevokek din jî ev bû; "talk nerdy to me"
erê navê stranek popûler e lê her wiha slogana qenaleke youtubê ye ku min tam jî îro dev ji şopandinê berda.
google jixwe her tiştî dişopîne, lê ez bawer im hevokên ku ji bo wergerê derdixe pêşberî me jî, ji rûpelên ku em ketine wan berhev dike. tiştek gelen bimantiq e tabî.



20.09.2017 22:46 ~22:47 | simurg56

19. Berê di beşa kurdî de wergerên baş dikir lê van wextên dawî de pirr şaşî tê de hene.a xirab ew e ku wergera alternatîf ji ya ku tê pêşkêşkirin çêtir e.



13.04.2020 23:08 | bayesar

20. bi ya vê bernameyê tirşikvan di hin hevokan de tê van maneyan: 1. terrorist 2. exremist 3. thug 4. tyrant. ji xeynî van di hinin hevokên alternatîf de wekî "tirşikçî" jî tê bikaranîn. tê bê wergêrên vê mîratê hemû dijminên tirşikê ne. *

Here lînkê



17.10.2020 22:42 | biruya hayao miyazaki