Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
ilkehaber.com - tirşik
ilkehaber.com
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. malpereka nÛçeyan ya kurd lê bi tirkî ye.. xwediyê wê kî ye nizanim.. fehim ışıklıyê bavê sîûsê qurm û gurzên simbêlan li ser hesabê xwe yê facebookê gelekî lînkên vê malperê belav dike.. mirov bivê nevê jê dikeve şikê gelo çi qezenca vî camêrî di vê malperê de heye, an xwediyê wê ew e û newêre li xwe bîne der..

malperek baş e (carê dema bavê min digot kurê min dersên te çawa nin min jî digot baş in, digot kurê min baş jî hevalê pîsan e divê gelek baş bin..) zêde ne aktûel e û moderasyona wê biçekî bêhnteng û firşteng e min bi xwe di biniya tu nûçeyeka wê de tştek nenivîsandiye heta niha lê bi qasê ku ez dibînin ji nîvî zêdetir şiroveyên tên nivîsandin ji aliyê moderasyonê ve tên astengkirin.. û ya ji hemûyan jî ecêbtir ev xal/xaltîka moderasyonê carinan di biniya şiroveyên şirovekaran de bersivê jî didin..

yanî bi kurt û kurmancî ji aliyê weşangerî û nûçegihaniyê ve ne xirab e lê moderasyona wê divê biçekî profesyoneltir tevbigere û nêzikî xwendevan û şirovekarên malperê bibe.. http://www.ilkehaber.com/haber/kurt-parti-ve-orgutlerini-birlestirmek-kurdistan-daglarini-birlestirmekten-daha--28006.htm



24.11.2013 01:15 | endazer

2. dema ez nûçeyên vê malperê dixwênim sehneyeka/replîkeka flîmê vîzonteleyê tê bîra min. di wî flîmî de serokê şaredariyê digote rojname gellek dereng têne vê navçeyê. nûçeya kû li bajar hatî bihistin û herkesî şaşî û meraqiya wê ji ser xwe avêtiye, em wê nûçeyê piştî wan çend roj din dibihisin û şaş dimînin. Mesela vê malperê jî ev e. tê meyzêne nûçeyek an jî mijarek di çapemeniyê de tê weşandin, nîqaş li ser têne kirin lê ew nûçe piştî çend roj din re di vê malperê de tê weşandin. Xwiyaye moderatorên vê malperê di xew de ne.. Divê bêhtir rojane bê..



24.11.2013 11:59 | nan û av

3. di nav kurda êdî cîhê xwe girtiye



15.12.2013 00:01 | bavêhegel

4. edîtoriya malperê di destê zarokekî 7 salî de ye, hema bêje li biniya her şiroveyeka di malperê de edîta edîtorî jî heye, vêca edîtên zirecêb û kesanedîtî, tê bêjî, qey malper bloga wî ya şexsî ye.. *



21.05.2014 03:30 | endazer

5. malpera nûçeyan a ku nûçeyên gelek balkêş diweşîne ye. hema bêje hemû nûçe di derbarê kurdan de ye.

zû de ye min lê nenêrî bû lê min niha kir di nav speed-dial ên xwe û êdî ez ê bişopînim ..



22.05.2014 00:06 | brusk56

6. gelek nivîskarên hêja bi awayekî periyodîk têde dinivîsin... rêzegotarên gelekî balkêş li ser rîsaleyên saîdê kurdî hebun demekê. hîn jî di arşîvê de ne.



22.05.2014 00:11 | dara

7. van rojan bûye yek ji malperên ku ez her roj dikevimê. nizanim min ji ku dîtibû.

nûçeyên an hema bêje giş têkildarî kurdan in û her tişt û bûyerê jî nakin nûçe. ez jî ji vê taybetiya wê hez dikim, bêyî ku di nav 50 nûçeyan de bigerî, mirov dikare bigihije nûçeyên girîng yên di derbarê kurdan de.



tiştek din ya wan ku jê hez dikim jî ew e ku dîsa ji çapemeniyê, nivîsên nivîskaran yên di derbarê kurdan de berhev dikin û diweşînin. ev jî pêş lê digire ku mirov ji bo her nivîskarekî here malperek din bigere. (ji amberin zamani heta ismail beşikçi, heta fehim taştekin)



31.08.2016 22:35 | simurg56

8. malpera ku di serûpela xwe de weşana zindî ya ntv'yê diweşîne. berî saetek fîlan li stenbolê teqînek mezin çêbû, sedem ev e tabî lê min tiştek wisa nû dît.
Here lînkê



10.12.2016 23:50 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ilkehaber.com

Kategoriyên mijarê:: nuce malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî