Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 51 peyam
çîk - tirşik
çîk
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di devokÊn kurmancÎ yÊn ku li mereş, meletÎ, xarpÊt (elazÎz) Û erzinganÊ tÊn axaftin boy stÊr wa peyva tÊ axaftin.

çÎkÊn li ezman



23.11.2013 19:46 | cinorek

2. li derinan di wateya tiştê de jî tê bikaranîn..

- te çîk anî

- çi? tu behsa çidikî?

- çîk loo, xweyîmirê navê wê nayê bîra min..



23.11.2013 19:48 | endazer

3. (bnr: ewk)



18.01.2014 17:02 | ceso

4. peyveke ku li dewsa nav, tişt û di her cureyê hevokê dikare were bikaranîn.



kesek dikare hemû hevokê ji wê damezrîne.



Çîko wê çîka çawa çîk kir û bir cem çîkÊ



18.01.2014 21:24 | berxweda

5. çîk sayî: sermayê hişk



02.03.2014 01:58 | havka

6. Li herêma botanê bi taybetî di devoka şirnex de ji bo tiştan beramaberî wateya "çi" tê:





-ewa di destê te de çîk e







-tergê mela ye *



31.01.2016 01:05 ~2016.02.01 01:49 | nejwan

7. wateyek jê kurtasîya çirîske



31.01.2016 23:12 | shorbevan

8. êş. mînak; carna çîkeke wisa ji çavê min diçe ez nikarim serê xwe rakim.



31.01.2016 23:33 | azadixwaz

9. ew peyv e ko xelkên mêrdînî bêyî bêjin ka filan tiştî dibên ka çîkê/ wî/wê çîkî û hevdû pê fêm dikin



02.02.2016 19:13 ~19:14 | parodî


11. Tişt
Brûsk (ç, nerm tê bilêvkirin)



19.05.2018 12:07 | gumgumok

12. Em jê re "ewk" "tişt" dibêjin.
Tê bîra min wextê ez zarok bûm cînareke me yê ji Mêrdînê hebû, ez cara pêşî vê gotina hanê ji wê seh kiribûm. jinik car caran şaş dibû digot "çîke me çîk bûye"



20.05.2018 00:30 | mîr

13. Peyva ku di kurmanciya berfêratî de bo stêrk
te bikar anîn.



18.11.2023 14:56 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîko

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî