Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 50 peyam
êpîka gilgameş - tirşik
êpîka gilgameş
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. êpîka gilgameş, yan jî destana gilgameş yan jî efsaneya gilgameş;

destana derbarê qralê bajar-dewleta urukê di şaristanîya sumeran e. ji kevalên dema sumeran mane ev destan gihiştîye heta vê rojê. di destanê de jiyana gilgameş, derketina wî ya ser text, eciz kirina wî ya xweda û xwedawendên sumeran, sizandina wî ji alîyê xwedayan bi şandina enkîdu, şerê wî yê bi enkîdu re, hevaltîya wî ya bi enkîdu re, nexweşbûn û mirina enkîdu, xemgîn bûna gilgameş bi vê sedemê û legerîna wî ya nemirîyê tê mijar kirin.

gilgameş, di zimanê sumeran tê wateya "wek gameş" ji ber ku camêr gelekî bi dijwar bû. ji zor/zahf/pir bûna peyva "wek" di zimane kurdî de (http://www.turkcekurtcesozluk.com/index.php/term/7,40383.xhtml) em karin bêjin navê wî yê bi sumerî bi navê wî yê kurdî re heman e.



20.11.2013 05:16 | saladin

2. çend rêz ji destanê ku di romana mehmed uzun ya bi navê tarî mîna mirinê ronî mîna evînê de derbas dibin.



gilgamiş bi gotina dûpişk-merivî kir;

di nav daristanê de, xwe da ser riya royê,

ber bi aliyê çiyayê ku ro jê hildihat.

wî bi qasê qonaxekî rê birî,

tarîtiya ku dora wî rapêçabû, hîn bêhtir bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe, paşiya xwe nedidît.

wî du qonax rê birî, lê tarî zêde bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît.

wî sê qonax rê birî, tarî zêdetir bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît.

wî çar qonax rê birî, tarî hîn zêdetir bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît.

wî pênc qonax rê birî, tarî hîn zêdetir bû.

ronahî nîn bû, gilgamiş pêşiya xwe paşiya xwe nedidît.

wî şeş qonax rê birî, tarî dîsan zêdetir bû;

ne pêşiya xwe, ne paşiya xwe dikaribû bidita.

wî heft qonax rê birî, tarî dîsan hîn zêdetir bû;

hew dikaribû pêşiya xwe, paşiya xwe bidîta.

gava wî heşt qonax rê birî, bi ax û wax qîriya;

ne pêşiya wî, ne paşiya wî dixuya.

piştî qonaxa nehan, hênkahiya bayê bakûr bi rûyê wî ket;

lê tarî giran û kûr bû; ne pêşiya wî, ne paşiya wî dixuya.

piştî qonaxa dehan, êdî ew gihîştibû dawiya rê.

piştî qonaxa yanzdan, tîrêjên berbangê xuya kirin.

û piştî qonaxa donzdan,

tîrêjên royê mîna lehiyekê herikîn



20.11.2013 21:27 | ceso

3. http://siirttenote.com/yedek/arsiv/kurt-kulturu/9046-pirtukek-nu-gilgames-u-cend-mythosen-din.html



17.02.2014 06:26 | zero

4. li gorî Öcalan, gilgameş sembola bexta kurdan e. di dinyaya modern de, gilgameş dewletên kapîtalîst û kolonyalist temsil dike. enkîdû kurdekî xiyanetkar e. gilgameş bona bi dest xistina kurdistanê, enkîdûyê dixapîne. enkîdû û gilgameş dibin yek û hûmbabayê dikujin. humbaba jî cengawerê kurdistanê ye. mixabin ev temsil, di dîroka kurdan de her dem dubare dibe.



18.02.2014 09:36 | nazim tolhildan

5. http://ku.wikipedia.org/wiki/Destan%C3%AA_gilgami%C5%9F



20.02.2014 12:32 | coğrafinas

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» êpîka gilgameş

Kategoriyên mijarê:: yendin weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî