Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
şorbeşîr - tirşik
şorbeşîr
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. şîraniya bi şîr û brincê tê çêkirin. xwuha mehîr ê.



12.03.2014 23:35 | dara berrûyê

2. xwarina ku ez qet jê hez nakim. bi xwê nexweş, bi şekir hê nexweştir.



13.03.2014 00:11 | oxir

3. Xwarin/şêraniyek e.

Ji birinc, av û şekir tê çêkirin.(tarîfên di înternetê de arvanê birincê jî heye)

Bi gelemperî weke şêraniyê tê xwarin lê carinan dibe şîv jî. Weke mînak ca min carinan çêdike lê şorbeşîra şor çêdike.



17.09.2015 02:56 | mergehez

4. Weke navê xwe yê ku li ser e, şorbeya şîrê ye. Şîr û savareke cûreyek zirav bi hev re dikelînin. Di cûreyên wê hene. Yekî şor e yekî din jî şêrîn e. Ez ya şêrîn bêhtir hez dikim. Şorbeşa ye ba min.



02.06.2017 22:35 | rûbar

5. carna dibe xwarina rojê
carna jî dibe şîraniya piştî xwarinê
wek aparatîf *

ger hûn di firnê de bihêlîn ku ser wê bişewitê/biqemirê
ji were dibe şorbeşîra firnê jsjsj

ger hûn bixwazin çê bikin, ez tarîfa wê bidim we *
-2 lître şîr
-kulmek birinc
-150 gr şekir ( ger hûn nexwazin zêde şêrîn be, pewiste hûn hindik têxine)
-100 gr nîşasta
-2-3 parçe mestir
-1 kefçî vanîlîn
- hinek nivişk (ji bo rengê wê xweşik xuya bike/zer bibe)
nîşe: 12 zerik jê derdikevin (ger hûn bixwazin 6 zerik be, malzemeyan nîvenîvî bikin)

amadekirina wê:
divê di serî de hûn birinca xwe bikelênin, heya ku nerm bibe, piştî ku nerm bû, ji ava wê bi serifinên û deynin heya em şîrê xwe bikelênin.
me şîrê xwe deynabû, ser ocaxê, berî şîrê me bikelê, divê em şekirê xwe tevlî bikin û heya bihelê em tev bidin, pîştî ku şekirê me hela û şîrê me jî kelî edî em dikarin birinca xwe ya ku kelî bû û me ji avê safî kiribû, em diakrin berdin nav şîrê xwe.
lê divê wextê we birinc tevlîkir, bi hev re jî şîrê xwe bi amurekê (wek têla tevlîhevkirinê) tev bidin. bi pê re pê re jî nîşastaya xwe jî tevlî bikin (lê berî hûn tevlî bikinbi avê vê nîşastayê tev bidin, ji bo ku di nav şîr de wek kêsteka nemînê) û heya ku ew jî bihelê tev bidin, piştî ku hela êdî hûn dikarin mestir, vanîlîn û nivişkê jî tevlî bikin û heya qenc hev bigrê û bikêlê tev bidin.

pîştî ku kelî û binê ocaxê girt êdî hûn dikarin, şorbeşîra xwe berdine nava zerikên bi ax an jî zerikên alîmînyûm, ye kû di firnê tiştek bi wan nayê.
pîştî ku we vala kire zerikê xwe, zerika bixne nava sifrîyê firnê û avê berdin nav bera wan û zerika, ji bo ku binê zerikên we neşewitê.Di 200-250 C de, heya ku ser wan xweş şewitîn ji firnê derxin.
noşî can be *


edît:Çend taybetiyê amadekirina tarîfên şîraniya, kulîça û hwd.
-ji bo 1 lître şîr, 100 gr şekir dikevê nav de.
wek 1 lîtrê şîr=100 gr şekir.
(lê ji bo ku şorbeşîra me zêde bişekir nebê gramaja şorbeşîrê kêm e)

-an jî ji bo 1 lître şîr, 50 gr nîşasta dikevê nav de.
wek 1 lître şîr=50 gr nîşasta.

Ger hûn bixwazin pîvana vê zêde bikin, divê mînak ji bo 4 lître şîr divê 400 gr şekir û 200 gr nîşasta tevlî bikin, wekî din tiştê mayî li gor xwe hûnê eyar bikin *



05.06.2020 17:41 ~2021.05.31 11:18 | merwano

6. birinc û şîranî? Qet kêfa min jê re nayê lê diya min gelek jê hez dike û wer çêdike:/



06.06.2020 14:58 | şev

7. Xwarina bi kelandina savar, şîr û piçek xwê tê çêkirin. Gava tê li ser sifrê mezinên mala me pîvazkê li ber dişkînin û germî dixwin. Ji ber ko şor e kêfa zarokan jê re naye. Ji wan xwarinên ko gava meriv di nav salan de derbas dibe, tahm jê distîne.



22.03.2021 18:29 | pîroz

8. Şorbeşîr li êlihê bi du awayî tê xwarin. Bi şekir û bê şekir. Hîn ku dixwazin li gorî tama devê xwe şekir tevlî nav şorbeyê dikin. Ez bi her du awayî jî dixwim û hez dikim. Lê gava temenê mirov zêde dibe tama bêyî şekir ji ya bi şekir xweştir tê. Lê dîsa jî bi hinek şekir jî bijare ye.

Noşî can be.



27.03.2021 00:01 | bilbilê dilkul

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» şorbeşîr

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî