Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
orhan veli kanık - tirşik
orhan veli kanık
(7) (7) (1)
di mijarê de bigere

1. j. 13'ê nîsane 1914'an – m. 14'ê sermaweze 1950'an)



Belaş*



Em belaş dijîn, belaş;

Hewa belaş, ewr belaş;

Çiya û çelixt belaş;

Baran û herrî belaş;

Derveyê otomobîlan,

Deriyên sînemayan,

Cam û camekan belaş;

Ne ku nan û penêr, lê

Ava tehl belaş;

Bi bihayê serî azadî,

Hêsîrî belaş;

Em belaş dijîn, belaş.



Orhan Veli Kanık

Ji Tirkî: Mewlûd Oguz



14.11.2013 21:07 | xwelî li ser

2. helbestvane tirka ye. helbestê yên herî navdar "İstanbul'u Dinliyorum Gözlerim Kapalı" û " Bedava Yaşıyoruz " e. Cem Karaca helbesta "Bedava Yapıyoruz" kiriye stran.



14.11.2013 21:35 | gelawej

3. Şairê ku dibêjin xwedêgiravî piyê wî ketiye çaleke qenalîzasyonê û serê wî li kevirekî ketiye û miriye.



17.11.2013 01:00 | ceso

4. Stenbolî ye û stenbolîhez e. bi destbirakê xwe (bnr: melih cevdet) û (bnr: oktay rifat) re avakarê nifşên garip ê ye. De dema xwe yî ewil de di serî de, di kovara (bnr: varlik)ê de bi zirnavê mehmet ali sel jî helbest belavkirine. Hemû berhemên wî ji weşanxaneya yky ê derçûne.



Çend rêzikên wî î navdar:



li Stenbolê dihisisim çavê’m girtî.



‘Heyf û xebîneta Suleyman Efendî.



Xwezil di şûşeya araqê de masî bûme.



17.11.2013 21:41 | seydayê_peyvan

6. tekane helbestvan e ku ji dersên wêjeyê ya ji mektebên tirkan, maye bîra min de.

zêde helbestên wî nizanim lê dîsa jî sempatiya min jê re heye.



04.03.2014 19:42 | simurg56

7. li tirkiye ye de di nava helbestvanên yekemîna nujeniya helbestê danin destpekirin û bi şewaza serbest helbeste xwe hûnaye



04.03.2014 20:05 | newenda

8. (bnr: küçüktüm küçücüktüm) strana ahmet kaya küçüktüm helbestê orhan velî ye.



05.03.2014 05:25 | rêzan

9. Ez bigrîm win dikare bibihîse

Di misrayên min de,

Win dikare dest hêsirên min bide

Bi destên xwe.



orhan veli





Ez ji jinên xweşik hez dikim

Ji jinên karker jî hez dikim

Jinên xweşik û karker

Ez bêtir ji wan hez dikim



orhan veli



wergêr ; hotikê medê



23.05.2014 00:02 | brusk56

10. Helbestvanê azad serbest û serberbiasîmanave ye. Ji helbestvanên tirk yê ku ez herî bêhtir jê hez dikim. Camêr ew zincîrên helbesta tirkî yên wek rêzik qafiye, redîf, wekheviya hejmara kîteyan vezin xilas kiriye. Deriyên girtî yên helbestê li azadiya peyv û hevok u hejmara kîteya û qafiyeyê vekiriye. Mijara helbestê fireh kiriye. Wilê kiriye ku her tişt kariye bikeve nav helbestê. Li gor wî ji şimik heta kumik her tişt dikare bibe mijara helbestê. Li ser kaxiza qotiya çixarê ew a ji pişt qotiyê derdikeve li ser rûyê wê jî helbest nivîsiye.



05.01.2015 18:17 | xendekî

11. Heroj evqasî spehî ye ev behr?

Halê dixuye ev asîman her gav?

Her gav spehî ye evqasî,

Ev tişt, ev pace?

Ne,

Wilehî ne;

Tiştek heye di vî îşî de.



Orhan Welî

Wergêr: Rênas Xendekî



05.01.2015 18:18 | xendekî

12. Ji him helbestên wî çend qisse:



1

Min nedizanî stran ev qasî xweş in,

Gotin jî, têrî tiştekî nekin

Beriya bikevim nav vî derdî.



2

Evîn, ji bo min jî, ji bo yên wek min jî hinekî zêde ye. Tişteke zêde spehî ye. Ne firdan ji destê min tê, ne jî wîtwîtîn. Beriya her tiştî pêwîstiya min bi xwarin û vexwarinê heye; ha ya rast ez evîndar bibim nikarim bixwim û vexwim.



3

Ez çi zanim,

belkî hê hezara edetên min hene...

lê belê çi hewce ye

hemûya birêzînim?

ew jî dişibin van.



4

Mirova dîn dike ev dinya;

ev şev, ev stêrk, ev bêhn,

ev dara ji serî heta binî xemiliye bi gul û gulçîçeka...



Orhan Welî

Wergêr: Rênas Xendekî



05.01.2015 18:21 | xendekî

13. "Bibe babirk, bibe bêrik, bibe dûmen, bibe masî, bibe av;

Here heta tu dikarî here..."



Orhan Welî



27.02.2015 21:33 | xendekî

14. şairê ku belaş mirî ye.



27.02.2015 21:51 | robar cilo

15. helbesteke wî:



Ew ê Diçe Cengê



Hooo kurkokê porzer ê diçe cengê!

Dîsa wilê xweşik vegere;

Li ser lêvên te bêhna behrê,

Nava birûyên te'de xwê,

Hooo kurkokê porzer ê diçe cengê!



Orhan Welî Kanik

Wergêr: Rênas Xendekî



04.04.2015 22:07 | xendekî

16. Şevên lehdê



Niha şamoşewlo me, lê

piştî ku min deynên xwe da

îhtimalek wê cilê min zêdetir bin

û îhtimalek dîsa tê ji min hez nekî.

Tevlî vê şevên lehdê bixemlî di bihurîna taxa we de ,

tu yeqîn dike ku ez ê wekî berê qîmet bidime te



Orhan Veli Kanık

Werger : xwelî li ser



02.06.2016 14:04 | xwelî li ser

17. (bnr: yalnız seni arıyorum)



07.11.2016 00:22 | xendekî

18. ganster

min helbest nivîsand ev çend sal
min çi bi dest xist?
ez ê eşqiyatî bikim ji vir û pê de

bila haya wa jê hebê
nan tune êdî ji wan re
li sere çiyayan

madem ku nane wan dibim
ji destê wan
bila kerem bikin ew jî werin cihê min
valayî heye di gerdûna wêje yê de

orhan veli kanık
werger: xwelîser



14.11.2016 20:01 | xwelî li ser

19. di nameyeka xwe ya ji bo nahit hanimê de rewşa xwe halê dibêje:
"ev du roj e baran tê û sar e; li gel vê jî sakoyek spî l'min e. sola min nîn e, gomlekê min nîn e, kravata min nîn e, pardusoyê min nîn e." yalnız seni arıyorum, orhan veli, r: 90.

gelek feqîr bû; di destê wî de ji bilî helbestê tişteka dî nebû, evîndar bû.



16.11.2016 14:46 | xendekî

20. helbestvanê ku di siya helbesta wî a bi navê "istanbu'u yaşıyorum" ve têkiliyeke me çê bû. di lîseyê de mamosteyê wêjeyê got: kî ji we helbesta orhan velkanık "istanbul'u yaşıyorum" jibere bixwîne ezê 100 poxan bidimê. ji ber ku poxana min a wêjeyê piçek kêm bû min jî weke fersendekî helbesta wî xwend û 100 poxan stend.



21.11.2016 09:47 ~09:51 | nazim tolhildan

21. zanim ku jiyîn ne hesanî ye
le bele
nivîn e mirîkî he germ e
katjimar en deste hinkî he di
nav xebate de ye
hey birano, jiyîn ne hesanî ye
mirîn jî
li we dinê barkirin
ne hesanî ye.

Ji Tirkî: Memo Bâ'ran



12.12.2019 14:24 | brezantonçehov

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» orhan kotan
» veli erdem

Kategoriyên mijarê:: weje niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî