Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 28 peyam
mirovê ku di hemû malperan de heman şîfreyê bi kar tîne - tirşik
mirovê ku di hemû malperan de heman şîfreyê bi kar tîne
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ev mirov piranî zêde nakevin înternetê û loma wextê dikevinê jî şîfreya xwe ji bîr dikin. loma şîfreyek ji ber dikin û li her derî wê bi kar tînin. lê mixabin hinek malper 4, hinek 5, hinek carina 8 karakter dixwazin û van mirovan aciz û neçar dikin. ji bo vê yekê jî mirov dikare şîfreyek weke abcd1234 hilbijêre û gora hejmara karakterên ku malper dixwaze, vê şîfreyê kurt an jî dirêj bi kar bîne.

lê hûn nebin ji wan, talûke ye.

(bnr: ekola hevalekî min)

(bnr: ez ev qasê ji ku dizanim)



09.11.2013 21:23 | simurg56

2. Mirovê ku ez bixwe me! Lê ne ji ber wekî ku li jor hatiye îfadekirin ji ber ku endamtiyên min ên malperan pir in. Êdî neçar mame ku bi vî awê tevbigerim.



10.11.2013 23:41 | ceso

3. mirovê ku hesabeke wî were bidestxistin hemû hesabên wî têne bidestxistin.

ji bo ku ji bîr nekin li her derî heman şîfreyê bikar tînin lê ev ji aliyê ewlekariyê ve ne tişteke baş e.

Ji bo van kesan min pêşniyarek heye.

bila şîfreyên xwe wisa çêkin.

tîpa yekem a malperê + hejmara tîpên domainê + peyvek + semboleke taybetî + 2 reqem

bi vî awayî mirov ti şîfreyan ji bîr nake û bi ewle jî dibe.

heke ku em peyvê wek oxir bihesibînin, wek mînaka ku min dayî li malperan şÎfre çawa dibe em lê binêrin.

tirşik = t (tîpa yekem) + 6 (hejmara tîpan) + oxir (peyv) + / (sembol) + 56 = t6oxir/56

facebook = f8oxir/56

twitter = t7oxir/56



ji bo mînakê min ev kombînasyon nîşan da hûn dikarin li gorî dilê xwe biguherînin. bizanibin ku bikaranîna sembolan ji ber ku şikandina md5a wan zor e ewlehiyê zêdetir dike



28.12.2013 00:18 | oxir

4. (bnr: ooo ankêt)

ne ez im hevalên vîrûs û lamer bila belesebeb neyên bela xwe li min nedin..



28.12.2013 00:28 | endazer


6. Hemû heman tişt nebin jî dişibin hev. Êdî yek malper nîne du sepan nîne şîfreyên cuda tên ji bîr kirin. Malperên ku têde zêde wext derbas nakim wekî malperên danûstandinê ez heman şîfre bikartînim. Jixwe şîfreya wan jî zêde grîng nîne.



22.07.2020 23:06 ~23:07 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» mirovên ku berçavka xwe didin li ser serê pozê xwe
» hemûyan bixwîne
» hemanekê
» karçik
» tîner

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî