Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 49 peyam
rêwîtiya navbera bajaran - tirşik
rêwîtiya navbera bajaran

Navê mijarê ya ewil ev bû:rêwitiya navbera bajaran
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ku cihê çûnê mal be jî, sedem cejn be jî, ji bo min -nizanim çima lê- xemgînî ye.

belkî ji ber tenêbûna bi dirêjahiya şevekê be, belkî ji ber mûzîkên kitaro yên li sekingehan belkî ji ber şevên çik sayî be lê rastî wisa ye.



07.11.2013 21:30 | simurg56

2. her demê ji bo min bûye sedema tirsekî bênav



08.11.2013 18:54 | newenda

3. rêwitiya ku di navbera amed û mêrdînê de tê kirin, bêhempa ye, mariv li gel axa mezopotamyayê ji bajarekî qedîm ber bi bajarekî qedîm ve dihere, şibaka wesayetê vekin û dariya axa pîroz bikin, we hew dît ku rê ketiya û tesîra wê ma û ma..



26.08.2014 15:40 | ferhenga şikestî

4. ji bo mihrîcana dêrsimê ji cizîrê çûna dêrsimê:

ji cizîrê siwar dibî, ji nisêbînê dibûrî diçî mêrdînê, ji wir çinar ji wir jî amed. li amedê peya dibî(35 tl), ji ber ku rasterast erebe nemane divê pêşiyê biçî elezîzê, ji amedê dîsa siwar dibî diçî elezîzê(20tl), ji wir jî siwar dibî diçî dêrsimê(20 tl). erê wileh dêrsim gellek xweş e *



26.08.2014 22:13 | xendekî

5. heke jê aciz bibî û dilê te bixelîne yek çare heye:

(bnr: xew)

çare xew e, ji xwe re pix bike xewê heta tu çûyî cihê xwe.



26.08.2014 22:15 | xendekî

6. Ji bo xebat û ger diçim stenbol ê. Pê balafir ê diçim tirsek dilê min de heye nizan çi ye. Ji bo pirsgirêk û astengî tune be bihêvî me.



21.06.2016 12:40 | dizek

7. Rêwitiya ku ez pir jê hez dikim e. Her çiqas di navbera Mêrdîn û Stenbol 18 saet be jî, bila be. Dawiya Rêwitiyê de axa pîroz heye.



04.07.2016 17:28 ~17:29 | gulêê

8. wekî festîwalekê nav lê nehatiye kirin, li ber min e. ez ê çar bajar li nav deh rojan bigerim. xwedê bê erê, li wanê taştêya bi nav û deng, li amedê jî kebabê wan a dijminê vejeteryanan * li orduyê xaniyek li nav daristanê li benda min in.



ha çavên min ditirsin.



04.07.2016 21:21 | biruya hayao miyazaki

9. Rêwitiya ku ger bi otobusê be û navber pir dûr be îxtîmaleke mezin di dawiyê de pak diqûrimin, ling diwerimin ku êdî hejmara lingê wê hejmareke zêde bûye, ger hûn zêde neelimî bin dibe ku hûn biverişîn jî.

Rekora min bi otobûsê heya niha 27 e ne şaş bim, tişta ne xweş bê xewî ye, paşê werimandina linga fln e. Şikir heya niha qet neverîşî me.

Lê ger ev rêwîtî bi trêna xûrt be, jê xweştir tune



28.02.2023 18:22 ~18:23 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» rêwîtiya otobesê de ew bêhna ku ji paş ve tê
» navbera min û xwudê ma bostek

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî