Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
soranî - tirşik
soranî
(9) (6) (3)
di mijarê de bigere

1. zaravayê zimanê kurdî ya .bi giştî li kurdîstana başur tê axaftin.



04.11.2013 21:30 | diljan

2. zaravayê ku li başûrê kurdistanê wek zimanê perwerdehiyê, zimanê siyaset û bûrokrasî û dîplomasiyê tê bikaranîn e.. ziravê entelîjansiyeya vî zaravayî diqete ku rojekî zaravayê kurmancî hevsarê resmiyetê têxe destê xwe û li seranserê kurdistanê bibe zarvayê serdest..

zaravayê ku li rojhilatê kurdistanê jî tê bikaranîn..



14.12.2013 01:40 | endazer

3. cûreyeka hirmiyan e, jê re soralî an alîsorik jî dibêjin.



03.03.2014 03:34 | endazer

4. Soranî, kurdî an jî kurmanciya navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Zimanê fermî yê hikûmeta herêma kurdistanê ( iraq ) ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî silêmanîyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.



Devokên soranî



xoşnawî

erdelanî

mukrî

babanî

germiyanî

cafî

sîneyî

kurdiya cihûyî

warmawa

pişdarî

xaneqînî

kirmaşanî

hewlêrî



02.10.2014 21:56 | xwelî li ser

5. (bnr: kurmanciya jêr)



03.10.2014 02:26 | xendekî

6. bi hestên safiyane min ketibû* chat-roomeke soranî. min xwest bi yekî re bipeyvim lê, ji min re ev peyama şand: u know soranyan people do not know kurmanji û duv re jî vê: unfortunately. xwedêyo. pir hêrs bûm. bi rastî. *



edit: * bi rastî, ma heqê min heye ku ez hêrs bibim?

edit: ji min re: bo chi kurdi qisey nkey. *

edit: -lê ez te fêm dikim gêjiko *



28.12.2014 22:49 | biruya hayao miyazaki

7. Yewêk zaravayê kurdî ra ya. Û ez qet nêzana.



La belê mi hîçêk ewnîya, û qasêkê mi dî, orteyê kurmancî û kirmanckî ya. Hem gore gramer hem zî çeku.



29.12.2014 02:26 | endazyar

8. zimanekî kurdî ye



21.06.2015 02:33 | hola êzîda

9. lehçeyekî kurdiya şerînê ku niha li devera bi navê fermî wek herema kurdistanê ya iraqê t binav kirin tê axaftin. alfabeyeke we xeş le ji min re pir zor heye.



21.06.2015 15:07 | ridwanxelil

10. zimanê pirahîya kurdên herema başûrê kurdîstanê.



21.06.2015 15:50 ~2015.12.08 00:55 | shorbevan

11. zaraveyeke hêsan e, berê min digo qey li gorî kurmancî gelekî dewlemend e, lê bi qasê çarûyeka kurmancî jî ne dewlemend e, pirraniya peyvên wê bi eslê xwe an bi farisî ne an jî bi erebî.. van çend salên dawîn ji xwe re çend peyv û bêjeyên nû li hev anîne..

dema yek li ser televîzonê bi soranî biaxive eger transkrîba axaftinê wekê jêrnivîs li jêr deynin, yekî ji rêzê jî wê bikaribe ji sedî 50-60 axaftinên wî fêhm bike..



24.07.2015 21:43 | endazer

12. nizanim çima, jê re pirr kefa min te. welleh qiseyê wan pirr şîrîn e. car caran kanalên kurdên îraqe vedikim. ji xwe re fêm jî nakim lê guhdarî dikim. * ger ewha here ez ê hedî hedî hîn bibim.



30.11.2015 02:13 | xwedaparêz

13. kurdîya herema sorana, zimanê kurdên sor.



02.12.2015 00:47 | shorbevan

14. zaravaye kurdîye, ku ev qas xweş e.





02.12.2015 02:55 | xwedaparêz

15. Piştî dest pê Sêr kirdinî kenelekanî televîzyûnî soranî min lê nêrî ku zaravayê soranî nêzîktirîn zaravaya ji kurmancî re ye.



19.12.2015 00:42 ~01:44 | mîr

16. Ez îro dest bi fêrbûna Soranî dibim lewma min xwest bi wekî nîşeyekî li tirşika delal binvîsim ku heka çend roj, meh an jî salan şûnda ez ê vegerim li vir û çend hevokan ji bi soranî binvîsim. Bi rastî kelecan im lê de niza'im karekî zehmet a an na? Yanê dema bi soranî tê xeberdan zêdepariya xeberdanê fêm dikim lê hîç tîpên erebî nizan im û nivisîna tîpên erebî bi min zehmet tê. Xwezila hemû kurd alfabeteka hevpar diyar bikin êdî!



03.04.2018 13:21 | jifêzagorda

17. xwezî hemû kurd bi soranî xeberda, yê çiqas xweş biba. soranî bi xwe wek helbesteke



15.12.2020 19:33 | doesntmatter

18. nikani avê li destê hewramî ke.



15.12.2020 20:52 | shwinsherm

19. Doh yekî başûrî hat odeya twitter spacesê. Hebekê bi soranî deng kir.
Ew çi zaraveyek xweş e.
Hemû axaftin bi soranî weke helbest dibe.



15.04.2021 17:28 | cinorek