1. navenda danûstandinê* a ku aniha li amedê tê çêkirin e . |
|
04.11.2013 00:04 |
brusk56
|
2. navenda danûstandinê a ku wê 30ê avrêlê vebe ye. |
|
13.03.2014 18:55 |
brusk56
|
3. navenda danûstandinê ê ku wê 28ê gulanê vebe . |
|
02.05.2014 00:02 |
brusk56
|
4. navenda ku bi̇ awayek AKTÎF 18Ê HEZÎRANÊ (YANÎ DOH) VEBÛYE YE.. |
|
19.06.2014 00:29 |
nan û av
|
5. navenda danûstandinê ku bûye a herî mezin li kurdistanê. wê salekî gelek baş nan bixwe lê piştî salek din, heta zûtir, wê diyarbakir forum vebe. wê demê dibe ku xel vê carê berê xwe bide forumê. |
|
20.06.2014 15:41 |
brusk56
|
7. Navenda ku bi ya min îş nakê ye.. Min ji çend hevalên xwe yên ku çûne wir pirs kir ka gelo keyfa we jê re hat an na..yekî ji negot welle belê keyfa me jê re hat û cihekê xweş E.. Dereke zêde mezin e û vala ye.. Mirov bi gera wê diwestê.. Ez nizanim tenê ez weha difikirim an kesên dîn jî hene ku weke min difikirin.. Belkî ji ber remezanê jî.. Milet xîre nakê herê.. Lê ez bê hêvî ME.. |
|
15.07.2014 00:49 |
nan û av
|
8. navenda ku heta niha digotin kar nake felan lê piştî ku starbucks û cinemaximum vebû li gor texmîna min niha gelek zêdetir çalak e û qelebalix e. û ji ber ku avahiyek mezin û fireh e mirov qelebalixa mirovan zêde hîs nake. |
|
04.01.2015 09:42 |
brusk56
|
9. zîyaretgeha me ye. dema em herin amedê, ku em neçin vê derê, divê em wê şevê li wir razên da ku qet nebe roja dîtir herin. |
|
29.11.2019 23:44 |
simurg56
|
10. Îna buhurî ez çûm floyê ku ji kurê xwe re pêlavek spor bikirim. Deriyê odeya ku ji karkerên wê derê re veqetandine vekirî mabû. Çavê min li kaxizeke ku li wê odeyê ve dalaqandî ket. Weha nivîsandibûn: Kasım ayı ciro hedefi: 2.057.000 TL. Yanî hedefa wan ya meha yanzdehê ji 2 milyon lîreyan zêdetir e. Bê guman ev hedef gora meh û demsalan tê guhertin lê dîsa di derbarê cîroya wan de fikrekî didê mirov. |
|
29.11.2019 23:54 ~2019.11.30 00:05 |
nan û av
|
11. ez û dilbirîno me li wir keçikekê re Kurdî tiştek pirsî lê bersiva keçika karmend tirkî dihat. Me jî yekî din pirsî, wekî xweşmêran serê xwe berz kir û bersiva xwe bi Kurdî da. Kurdiya wî xweşik bû, xwezî ev jî xweşik bibûya ;) |
|
30.11.2019 00:03 ~00:10 |
kajav
|
12. berê min digot law li derve xweşî heye ev çi ye di dawiya heftê de ewqas însan li vir kom dibin û roja xwe pûç dikin. |
|
30.11.2019 01:24 |
ferhenga şikestî
|
erdal kayayê tirkan [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
ez kurdan û kurdistanê nas dikim [3] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |