Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 69 peyam
rûpela tirşikê a li ser facebookê - tirşik
rûpela tirşikê a li ser facebookê
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rûpela ku gava din min afirandiye.

https://www.facebook.com/pages/tirsiknet/1381144545439404?hc_location=stream



ez bi vê rûpelê dixwazim ferhengê zêdetir bidim nasîn û him jî peyamên xweşik ên nivîskaran bi navê wan parve bikim da ku zêdetir kes bixwînin .

nîşe ; yê ku wext heye ku bikare le mijûl bibe, bila ji min re peyam biavêje da wan bikim rêveberê rûpelê.



03.11.2013 01:14 | brusk56

2. rûpela ku aniha 219 kesan ecibandiye.

bi qasê ji destê min hat ez hewl didim, ji bo ku tirşikê zêdetir bidim nasîn. bi vê rûpelê jî, ez peyamên dirêj û rojane di facebookê de parve dikim da ku bala xelkê bikişînim.

ger nivîskarên tirşikê jî vê rûpelê biecibîne û hevalên xwe yên facebookê vexwîne vê rûpelê, em ê bikaribin dengê xwe bigihînin zêdetir kesan .

gelek spas dikim.

brusk56 ji amedê ragihand *



06.11.2013 20:12 | brusk56

3. rûpela ku gihiştiye 1035 ecibandinan û bûye sedema nasîna tirşikê a gelek kesan.



14.12.2013 11:41 | brusk56

4. rûpela ku mirov dibêje qey di destê zarokeke heft salî de ye.. *

berî her tiştî divê wêne û karîkatûrên ji zimaninên din bi awayeke ecemî û amator hatine wergerandin an pê paintê hatine çêkirin belav neke, û ya didoyê divê her gav û saet parvekirinan neke û ya sisêyê jî eger tiştek parve kir divê tenê nimune an mestereyekî jê di komê de parve bike û ji bo xwendina dûmahîkê lînka tirşikê bide.. ji xeynî wêneyê pirtÛkên wek xelat li nav nivîskaran hatîn belavkirin, hê min tiştek ji vê rÛpelê li ser hesabê xwe yê facebookê parve nekiriye.. biçekî cidiyet û dîsîplîn û profesyonelî hevalno.. *



18.06.2014 01:23 | endazer

5. rÛpeleke ku divê hîn bêhtir rÊveberê wÊ bala xwe bidiyÊ Û hay jê hebÊ. Û divÊ tiştÊn ji tirsik.netÊ bên parvekirin.....



18.06.2014 11:00 | xendekî

6. rûpela ku ji xwe me qet hêvî nedikir ku endazer hez bike û biecibîne lê min hêvî nedikir ku bê û wisa rexneyên bêwate û tewşomewşo jî bike.



erê ez piraniya karîkatûran bi paint'ê werdigerînim, ji ber ku paint têra her tiştî dike. erê me dikarî em bi adobe photoshop lightroom 5.4ê jî wergerînin lê wê zêde tişt negûheriba. şert berhama jê derdikeve ye, ne bernameya hatî bikaranîn e.



di vê rûpelê de herî zêde di rojê de 2-3 an jî 4 şandî tên parve kirin. ev jî qet ne zêde ye û heta li gor hemû rûpelan gelekî kêm e jî. rûpelên din de di rojê de 10-15 şandî tê parve kirin û ji bo berhev kirina şopînerana jî ev hinekî pêwîst e.



hatiye gotin ku dema nivîsên di tirşikê de tên parve kirin bila mînakek jê bê standin. ji xwe 2-3 car e ez jî wisa dikim lê herdem sernivîs û peyamên wisa peyda nabe. mesela mijar "nifîrên kurdî" be mecbûr tu yê 10 mînakan danî.



18.06.2014 11:13 | brusk56

7. bi xêra vê rûpelê ez agahdar bûm ji tirşikê.



18.06.2014 14:46 | ciwanpiroz

8. ger wextê min heba minÊ alikarî bikira lê aniha wextê min zêde tune ye.. lê piştî meha îlonê ezê bikaribim alikarî bikim.



18.06.2014 15:52 | mergehez

9. Rûpela ku ;

- Di 03.11.2013 an de hat avakirin.

- heta niha 734 şandî hatin weşandin.

- heta niha 2.507 kesan eciband.



JI BO ÎSTATÎSTÎKÊN ŞOPÎNERÊN ME ;

http://tinypic.com/r/zyhylf/8



21.06.2014 17:50 | brusk56

10. rûpela ku îstatîstikén zimên wisa ne ;



Tirkî 2.131

kurdî (Kurmancî) 467

Erebî 72

German 38

Îngilîzî (DYA) 31

English (UK) 23

Fransî (Fransa) 13

Swêdî 9

Denmarkî 8

Persian 6



27.10.2014 00:00 | brusk56

11. weka ku hûn jî parzûn dikin, ên barê rûpela faceebokê li ser milê xwe girtine, ji xeynî tirşikandinê bi qasî dinyayê jî kar û barên wan hene..

yên ji halê rûpelê ecizin, dikarin barê ha bigirin li ser pişta xwe û li gorî kêfa xwe bidin ber lotikan

têbinî: ez bixwe jî moderatorê rûpela tirşikê ya facebookê me, ji ber karên xwe nikarim bi baş û qenç pê re mijûl bim



29.01.2015 18:29 | ferhenga şikestî

12. rûpela ku ji aliyê çend moderatorên tirşikê ve tên birêvebirin.

ya rastî zêde haya min jê tune, ji ber ku facebookê bi kar naynim.



29.01.2015 20:51 | simurg56

13. Rûpela ku ez nizanim bikêrî çi tê. Ev nîv sale pêjin jê nayê. Bêdeng û bêreng maye.

Divê hinek li ser bisekinin. Karekî li gorî rehmetliyê shorbevan'ê nestêleh bû.



06.02.2017 02:23 | gumgumok

14. bi kêrî danasîn û reklaman têt, heta sala 2016an jî gelek çalak bû û gelek kes bi rêya vê rûpelê tirşikê nas kir.
hemî rêvebirên rûpelê dev ji faceyê berdane loma aniha deng jê nayêt û ev yek jî gelek normal e



06.02.2017 13:31 | ferhenga şikestî