Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
wowturkey.com - tirşik
wowturkey.com
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. forumek e .

armanca vê malperê danasîna bajaran û projeyên nû tê çêkirin û parvekirina wêne û fikran e .

vê forumê de bi rastî jî ew qas agahî heye ku mirov nikare ji tu derê din bibîne. weke mînak tu dixwazî derbarê avm ya nû a li amedê tê çêkirin ; ceylanê de agahî bistînî. tu dikarî ji vê malperê projeya wî bibînî, wê kengê xelas bibe, kîjan magaza wê tê de hebin, rewşa dawî çawa ye, heta ku derê hatiye çêkirin, bi wêneyan bibînî û hîn bibî .

an jî weke mînak di vê sernivîsê de xebat û projeyên şaredariya mezin a amedê tê axaftin û şîrove kirin

http://wowturkey.com/forum/viewtopic.php?t=120020



welhasil, ji bo kesên baldar, malperekî bêhempa ye . mirov dikare wêne û agahiyên, hema bêje hemû nirxên bajêr, cihên turistîk ê bajêr bibîne û wêneyên baş tomar bike .



30.10.2013 11:57 | brusk56

2. bi rastî jî malperek gelekî serkeftî û berfireh e.

li her bajarî, derbarê hema bêje hemû projeyan de agahiyên berfireh hene.

min projeyek nedîtiye ku li vir tune.

heta carina rewşa dawîn ya projeyan jî ji vir dişopînim.



02.11.2013 14:19 | simurg56

3. malpera ku ji aliyê bêşeref kurê bêşeref kurê bêşeref kurê bêşerefekî ve tê rêvebirin.

tê de mijarên siyasî jî tê axaftin lê tenê peyamên ku rêveberê malperê bixwaze tê weşandin. mesela tu nikarî peyamek peyva "kurdistan"ê dihewîne binivsînî. hey ne, ew peyam nayê pejirandin.

ji ber vê jî, di meseleya kurdan de, tenê ên xayîn û ên tirk dikarin peyamên xwe lê bidin weşandin.



mijarên vê malperê , bajar bi bajar hatine katagorîze kirin û di nav mijarên amedê de, meselya daxistina ala tirkan jî weke mijarek hatiye vekirin. yekî jî derketiye gotiye ez kurd im, ev ala min e, li amedê li her derî ala tirkan heye. ji ber ku yekî çûye tevgerek wisa kiriye, hûn nikarin bêjin hemû amed û "guneydogu" terorîst e felan.

tabê yên dijî vê yekê tiştek binivîsin nikarin bidin weşandin lewma ew mijar bi peyamên kurdên bêşeref tijî bûye. ev yek jî zora mirov diçe.



neyse, bi min divê malperek di vê fonksiyonê de bê vekirin. bila bi kurdî be û bila projeyên li kurdistanê tê meşandin bişopîne. bi xwedê ez ê bi hemû quweta xwe li piştê bim.

ez ji vir ba dikim simurg56. dengê min tê te ?



11.06.2014 21:00 | brusk56

4. malpera ku bi taybetiya xwe ya danasîna projeyên li bajaran, serkeftî ye. aliyên wê yên din nizanim.

tu fonksiyoneke taybet ya vê malperê tune, yanî tişta ku li wir tê kirin bi hêsanî li vir jî dikare were kirin.

weke mînak, mirov dikare mijarek wisa veke "lîsteya projeyên li sêrtê" û tê de navê projeyan binivîse û di binê her projeyekê de jî nêrîn û danasînan binivîse. lê ya girîng ew e ku bikarhênerên ku bikarin agahiyên bi vî rengî bi dest bixin û biweşînin, hebin.

weke din sazkirina forumek wisa jî ne zehmet e, gelek hêsan e. lê ji ber sedema li jor, bi ya min ne hewce ye. an?



11.06.2014 21:08 | simurg56

5. malpera ku di heman fonksiyon û formatê de, ji kurdan re jî yekî pêwîst e.

çima ? ji ber ku erka vê malperê diyar e. ên ku dikevin vê malperê, hemû ji bo heman tiştî tên lewma heçî kesên bi van mijaran têkildar tên li wir kom dibin. lê malperên ferhengên înteraktîf kêr van tiştan nayê. mesela li ekşiyê binêrin hûn nikarin misqala agahiyên di wowturkey.com ê de hene bibînin.



hema bêje li her welatî malperên di vê fonksîyonê de hene. mesela skyscraperpage.com heye û gelek popûler e.

hejmara kesên malperên wisa dişopînin qet ne hindik in. hin kes hene bi proje û tiştên wisa derûniya wan xera bûye * di wowturkeyê de pir in.

ger a me jî yekî wisa hebe, belkî wê hinek dem bistîne heta rûnê. lê bi min wê ew jî weke projeya ferhenga tirsik.net ê, piştî demekê bi serkeve.



11.06.2014 21:33 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» wowturkey.com

Kategoriyên mijarê:: malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî