Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
sendroma mayer rokitansky kuster hauser - tirşik
sendroma mayer rokitansky kuster hauser
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sendroma ku weke mullerîan agenezî an jî mrkh jî tê zanîn.

sedema vê navê wê ya ecêb ew e ku 4 mirovên zanistê bi hev re vê sendromê rave kirine ku navê wan August Franz Joseph Karl Mayer, Carl Freiherr von Rokitansky, Hermann Kuster û G. A. Hauser e.

ev sendrom malformasyonke konjenîtal e, yanî xerabiyeke anatomiyê ye ku irsî ye. ji ber çewtiya gihîna qenala mullerê, vê sendromê de nexweşê jin de uterus yanî rehîm û beşên jor yên vajînayê bi temamî tune ne an jî paşvemayî ne. yanî vajînaya nexweş weke qenalek girtî ye, nagihije tu derî. piştî sendroma turner û ducaniyê, sêyemî sedema herî gelemperî ya amenoreyê (edet nebûna jinê ya serê mehê) ye.



ji ber ku vê sendromê de over'ên (hêkel, hêkdank) jinê de problem tune, nexwe ji aliyê hormonan ve normal in. dema nexweş digihin xamatiyê, mens'a (xwînîbûna serê mehê) ya nexweş gelek bi êş e ji ber ku riya wê tune ku ji laşê nexweş derkeve der û jixwe mens'ek rastî jî pêk nayê.



nexweşên bi sendromê, mixabin nikarin bibin xwedî zarok. encax dikarin bi dana genên xwe, û li rehîma jineke din de mezinkirina zarokekî dikarin bibin xwedî-zarok.



tê texmînkirin ku ji her 5000 jinan yekê de ev sendrom heye.



îro êdî neqla uterusê jî hêdî hêdî tê çêkirin. lê heta niha bi neqla uterusê jî tu nexweşan nekariye zarokek bînin dinyayê. ev yek vêga li tirkiyeyê jî tê ceribandin lê divê bê zanîn ku ev tedawî h di destpêkê de ye.



lê qet nebe bi mûdaxaleya cerrahî, nexweş dikarin bibin xwediyê jiyaneke normal ya zayendî.



28.10.2013 20:56 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» sendroma eisenmenger
» mayer rokitansky kuster hauser

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî