Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
hozan hemîdo - tirşik
hozan hemîdo
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. malam xirab, egîd û stranbejekî windaye.

bi jiyan û helwesta xwe bi êş û azara xwe kurteçîroka zilma ser kurdan e.

ma ne yekin ne dudune gelekin mixabin. lê divê em ji bîrnekin.salixê salixdayina li qosera mêrdinê hatiyê dinê. ji zaroktiya xwe bigre heya dawiya emrê xwe bi musika kurdî re eleqeder bûye. Ew salên ku kurdî axaftin fermana kuştinê, bargaraniya zilmê bû her tim bi kurdî sitiriye. salên 80en de tê girtin dikeve dojeha amedê, berdestê kuçik lewê kuçikan esat oktay yildiran. gelek serburiyên balkêş hene derheqe cangorî de.divê ji qutika helawê tembûr çêkiriye di wê dojehê de bi vî awayî ji xwe re starek çêkiriye.

piştî ku tê berdan salekî tedawî dibine ji ber kulên eşkêncê. piştre dîsa di dewat şahiyan de stranê xwe gotiye.dîsa sitrana kî ne em bi tevahi ewî xwendiye.meha avrêlê 1992 de teref kuçikên jîtem ê hatiye kuştin.helbet meriv dikare stranê wî kom bike bixe albumekî diyarê ruhê pakrewanî bike.ez bi serpêhatiya wî gelek xemgîn bûm.de îcar ji xwe re guhdarkin,guhdarkin guhdarkin.



26.10.2013 13:53 | tivirloismail

2.



26.10.2013 13:55 | tivirloismail

3. ŞAHÊ DAWETAN...



26.10.2013 21:41 | devliken kelogiri

4. Hemîdo stranên bi asteke wisa neteweperestî û siyasî digot, yên ku ji amûra di destê wî de jî ditirsiyan, Hemîdo girtin, îşkence lê kirin û neynûkên wî derxistin. Hemîdo dev jê berneda û dema baş bû, amûra xwe hilda û stranên azadî, şoreşgerî û Kurdistanî berdewam kir.

Di wan salên ku guhdarkirina muzîka kurdî jî wek sûc dihat dîtin, li ser dikê bi peyamên neteweyî stranên kurdî digotin. Hozan Hemîdo yê ku di sala 1979'an de hat girtin û avêtin zindana Amedê, bi 'baxlema' ku ji qutiyeke halva, destikê bêrîk û kauçka sopê çêkir bû hawara hevalên xwe.

Hozan Hemîdo ku di salên 90'î de bi meşên kurdî yên ku çêkiribû de roleke girîng di geşkirina hestên şoreşgerî yên ciwanên Qoserê de lîst, piştî ku hat berdan, gelek caran hate girtin û rastî îşkenceyê hat. Hemîdo ku her carê ji cihê ku lê hiştiye bi biryartir berdewam dike, piştî êrîşê diçe Mêrsînê. Dema ku zane heval û hevrêyê wî yê têkoşînê Parlamenterê DEP'ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar hatiye qetilkirin, vedigere Qoserê.

Piştî ku vedigere Mêrdînê jiyana wî jî mîna hemû hunermendên şoreşger ên wê demê di bin xeteriyê de ye. Hozan Hemîdo ku haya wî jê heye, bê tirs û bê veşartin hunera xwe vedixwe. Di 27'ê Îlona 1993'an de dema li Mêrdînê dimeşiya, li ser Pira Duneysrê ji aliyê endamên Jitem ve bi guleyên bombebarkirî jiyana xwe ji dest da.



29.05.2023 13:58 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hozan dîno
» hemîdo

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî