Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
seîdê kurdî - tirşik
seîdê kurdî
(9) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. carna wek dijminê kurdî jî tê xwendin.



seydayê cegerxwîn wî weke kûçik dibîne. dibêje, du kûçik hene yek seid e yek jî bayar e.



26.10.2013 02:10 | takyudin

2. (bnr: mele seîdê kurdî)



26.10.2013 17:38 | endazer

3. (bnr: zehra)



01.01.2014 19:56 | dijber

4. şêrê misillmanan û şÊrê kurdan e. li hember zilmê rawestin e. ji bo gelê xwe şîreta ''deshevgirtin û xwendin!! e.



01.01.2014 21:17 | bilîs

5. (bnr: mele seîdê kurdî)

(bnr: kurd hewceyê çi ne)



01.01.2014 21:26 | endazer

6. Di pirtûka xwe ya "îctîmaî dersler" ya weşanê zehra de rûpela 188an de dibêje "ey asuriler ve keyanîlerin cihangirlik zamanında pişdar, kahraman askerleri olan Kürdler! beş yüz senedir yattığınız yeter. artık uyanınız, sabahtır. yoksa sahra-yı vahşette, vahşet ve gaflet sizi garet edecektir". *



* Ji ber ez nikarim wergera wê bikim min bi orjînalî nivîsî.



14.05.2014 00:57 | berxweda

7. mirhoveké çawa ye nizanim ji ber ku çavkaniyén derheqé wî dirûtiyé derdixe. dibe ku me xelet naskiribe yan jî li gor van çavkaniyan me qenc nasnekir. înşelleh zelal bibe



14.05.2014 01:11 | renas

8. gelo eleqa seîdê kurdî bi cemeatên nûr maye?



14.05.2014 21:20 | dara berrûyê

9. Takyudîn ê xwelîpêwer ev gotina te ya di derheqa seyda seîdê kurdî de ya yekem bêbingeh e ya duyem jî dibe sedemê nîfaqa kurda. bêbingehe ji ber ku dîyar e ku te çi tişt ne xwendîye di derheqê seyda de ger te pirtûkên wî xwendiba da ji ber vî gotinê xwe şerm bikî. gotinên te bo seyda heqerate bo gelê kurd. heya ku tu pirtûkên wî nexwînî(wek mînak dersên civakî, İçtîmaî dersler, weşanxana zehra) devê xwe neveke.



23.03.2016 16:05 | azad30

10. zilamekî ku heta niha min nedîtiye tuşteke ji bo kurda kiriye. le tu dinihêrî herkes weyl weylka wan e ku seîdo ji bo kurdan xizmetên mezin kirine. ku ew gotin rastbana tenê seîdo divê kurdistanek ava bikiria



24.03.2016 16:26 | renas

11. Tu tiştekî ji bo Kurda, Kurdî, Kurdayetî û hwd nekiriye
Tirsonek, newêrek, rebenokekî dera hanê
Tu kurd, bi qasî wî nebûye sedema bişaftinê ji ber ku olê Kurda ji Kurdî kiriye Tirkî, hemû tiştên di pirtûkên Kurdî de dizîye, wekî ku yên wî bin bi Tirkî nivîsandiye
Bavê nûrcîya ye, wan kesên ku dev ji Quranê berdane û rakirine wan pirtûkên sor û beredayî.
Şixo îro çiqas xirabî û pîsîtî hebin tev di cimaetên wî de nin. Heta ji wan heye heqê evda dixon û zilmê dikin.
Heyfa peyva kurd ku li ber navê wî be.
Navê wî said nursi ye. Wê wisa bimîne.



22.05.2020 00:41 | afa

12. ji bo seîdê kurdî dibêjin pîrê mûxan ji ber ku ew nûra (agir, ronahî) Xwedê bi riya berhemên xwe yên bi navê rîsaleyên nûr belav kiriye.

ev paye di tesewufê de tê maneya wek ostedê kamil, rêber, kesê ku agirê (nûr, ronahî) evînê belav û par dike. mûx/an rasterast navê alimên zerdeştî ye ku îro em ji ber erebî weke mecûsî dizanin. di erebî de tîpa g nîne di şûna wê de tîpa c diemilînin. magî, mûg, mûx, mox. magica îngilîzî jî digihîje peyva magî, ji ber ku ew alimên zerdeştî parezvanê agir bûn.

bi taybet melayê cizîrî, Şêx Evdirehmanê Axtepî û Wefayî di helbestên xwe de bikaranîne.



05.01.2022 00:36 ~01:04 | ezcan

13. Kesê ku meraq dikim dema şêx seîd hat darvekirin çi hest kir , çi hizir kir.


(bnr: gelo mijara şêx seîd li tirşikê nîn e ?)



17.12.2022 22:31 ~22:31 | navîgiranmezelîwêran

14. Di pirtûka xwe ya "Tarihçe-i Hayat" de jiyana xwe weke "Seîdê Kevn" û "Seîdê Nû" dide nasîn.



19.12.2022 23:54 | bakur.nekure1

15. Xwezî me Wî baş nasbikira u bida naskirin.



21.12.2022 16:28 | afiyetbe

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» seîdê kurdî
» kurdî tenê zimanek ninû

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî