Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
hezkiriya/yê berê - tirşik
hezkiriya/yê berê
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: nûxwurî)

evînên ewil şikl û şêweyê didin dûmahîka jiyana mirov.. hin bêsihûdên wekê min jî hene ku ji bo ku ji şîrê eşqê vebin bi bîberê tûj yê li serê memikan hatî gerandin hatine çavtirsandî kirin.. heyf!



24.10.2013 01:05 | endazer

2. ku ya yekemîn be, ya herî bêguneh e.



24.10.2013 22:17 | simurg56

3. encex hezkirineke nû wê ji dilê mirovî/ê derxîne.

xweş e heta bi dawî bibe nexweş e heta yeka/î dî şûna wê/î bigire.



22.12.2013 00:53 | dijber

4. Yê min zehf bûn. Piraniya wan zewicîn e û xwey kom û kuflet in loma ez neşêm behsa wan bikim. Xwedê wan bextewer bike.



28.01.2015 00:39 | seydayê_peyvan

5. çi wext çavê min lê bikeve, mîna kûçikê ku xwediyê xwe dibîne şa dibim.



19.03.2015 16:32 | remlavêj

6. (bnr: tu razayî) ;)



10.09.2016 04:56 | endazer

7. (bnr: not 404 fond)



11.09.2016 00:46 | bûtîmar

8. eger tu dilê xwe ji camê çêbikî gelek hene wê bişikînin, tu ji hêsinî çêbikî dawiyê wê zeng bigre. ji avê çêbike ku yê/a têkeviyê bila tê de winda bibe. yê/a melevan be bila xilas bibe, ne melevan be bila bixeniqe.



06.02.2017 17:36 | tizbîkêş

9. wê rojê min hesaba xwe ya skypeê vekir. tew nizanîbûm di wê hesaba min de tevlîkirî ye. ji min re nivîsand. di wê kêliyê de bi keseke din re dipeyîvbûm, min peyam xwend lê nebû bersivê bidim, piştre dîsa peyamekê şand û piştê pênç deqeyê daxwaza kamerayê şand, min paşde vegerand. her wiha piştî nîv saetekê min bersiv da, min dawa lêborînê lê kir û sebeba xwe jê re got. qanih nebûye ku ji min re got, na tu xeyidiyî.

em çar mehan pevre bûn. sê û nîvê wê mewdeyê bi rastî efsanebû. fikirîm, gelo çima difikire ku xeyîdîme.

di wê kêliyê de min kir û nekir, sebeba veqetandina me nehat bîra min. nehat. law çar meh çar meh e, em çima û çawa jev veqetiyabûn. sê mehên ewil bi xweşiya xwe, bi şîregermiya xwe, di bîra min de bûn dil û kulîlk û bi paraşûtê ji esmanê ber bi behreke xavikî ve firiyan û daketin erdê. tu hîsekê xerab, tu dilşekistiyekê tune bû. bi ser de dema peyam şandibû, min wekî nasek dîtiye, tev da.

axirî... me sohbeteke normal kir û girt. min zûka telefonî hogira xwe kir. min got keçê tişrekî wiha û wilo û wanî û usa hat serê min. got kî bû, min nav jê re got. got kîjan. piştre hay lê bûm, bi heman navê du kes ketibû jiyana min. got ê ji îzmîrê bû, min got erê. got, "Your transaction is being processed, please wait." piştî sanîyeyan, sebeba veqetandina me ji min re got. ez şoku'l-heyret-i fi-tirsss. wekî senaryoyekê, replîk bi replîk xwend. min got xwedê te gurî neke, çi ji bîra te ya fîl bi têkiliya min! got, bhm, her tiştên ku te ji min re qal kiriye, pel bi pel bi ihtimama pirtûkxanevaniyê li bîra min cihê xwe digirin.

oo xwedêyo.

(bnr: hogir kî ne û li kû derê dijîn)



19.04.2020 00:02 ~00:04 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
sallana sallana nietzsche ser avê [1]
Yekê din jî wiha nivîsiye:
(bnr: kurê min nietzsche ji derve sa...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Li ser che guevera jî straneke heye:
(bnr: gulê ne-che)...
sallana sallana nietzsche ser avê [3]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
belki ev jî bala te bikişînin
» hezkiriya/yê berê
» berê nanê sêlê belî nîne

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî