Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
arthur c. clarke - tirşik
arthur c. clarke
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nivîskar û mûcîtek îngîlîz e. navê wî yê rastîn arthur charles clarke e.

herî zêde bi pirtûka xwe ya bi navê 2001: a space odyssey bûye navdar ku ev pirtûk bi heman navî bû fîlmek ku ev fîlm jî dîroka sînemayê de weke gavek girîng tê dîtin.

clarke, li gel robert a. heinlein û isaac asimov, weke yek ji sê nivîskarên xeyalî-zanistî yê herî baş, tê qebûlkirin. clarke, jiyana xwe de hema bêje hemû xelatên xeyalî-zanistiyê standiye.

clarke, navbera salên 1941-1946 de, hêzên hewayî yên qraliyetê de weke perwerdekar û teknîsyenê radarê, xebitî.



pêşniyara pêwendiya bi satalîtan ji aliyê wî ve hatiye pêşniyarkirin û bi saya vê fikra xwe ji enstîtûya franklinê xelata zêrîn qezenc kir. ku niha telefonên bêrikan li ser vê fikrê dixebitin.

rêzepirtûka wî ya rama bi rastî gelekî serkeftî û hêjayî xwendinê ye. ez bawer im cara yekemîn ji aliyê wî ve fikra afirandina hêza erdkêşiyê ya bi saya li dora xwe zivirîna keştiyên fezayê, aîdê wî ye.

amûra fezayî ya bi navê cassini-hugens ku sala 1997 de li fezayê hat şandin, bi sûd jê wergirtina erdkêşiya jupîterê karî leza xwe zêde bike, dîsa bi pêkanîna fikra clarke, karî vê yekê bike.



dîsa fikra asansora fezayê aîdê wî ye ku nasa li ser wê dixebite. bi saya vê sîstemê wê bi awayekî gelekî hêsantir navbera feza û dinyayê de danûstandina tiştan, were kirin.



ango clarke, ne tenê xeyal dike; xeyal dike lê nîşan jî dide ku wê ev xeyal çawa bibe rastî. ew him jî nivîskarek xeyalperst him jî miroveke zanistê ye.



weke homoseksûel tê zanîn. herwiha ateîst e û xwesiyê vê gotinê ye ""i don't believe in god but i'm very interested in her" yanî: "ez ji xwedê bawer nakim lê ew gelekî bala min dikişîne"



clarke heta ku sala 2008an de, 90 saliya xwe de mir, ji 50an zêdetir pirtûk nivîsandibû.



20.10.2013 22:34 | simurg56

2. Bi stanley kubrick we hevaltî kiriye. çiroka fîlma stanley kubrick a space oddysey hewre amade kirine.
Min sifte pirtûka wî ya against the fall of night xwend. Pir balkêş e.
Clarke xwediyê xeyalek pir cûda ye. Kesên ji fîlmên mina avatar, la planete sauvage hez dikin dibe ku ji pirtûkên arthur c. Clarke jî hez bikin.



06.04.2020 15:35 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» arthur koestler

Kategoriyên mijarê:: zanistifeza niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî