Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


34 mijar û 56 peyam
kaçak çay - tirşik
kaçak çay
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Navê cafeyeke li taksîme li kolana pembe çikmazî, li kêleka kitebxaneya pandorayê li qata terasê ye. muşterîyên vir bi piranî kurd in. çaya vir qacax e û şixulkarê vir rûken in. yek ji civanên cimeata kurdîstanbulîstan e.



19.10.2013 01:01 | seydayê_peyvan

2. tiştê ku li ber tituna me ya qeçax herî zêde bi me xweş tê ye. hele ku li ser ceryana qeçax jî bikelînim, kêfa min ya çay vexwarinê dibe mîna li zozanan çay vexwarinê.



19.10.2013 01:33 | dîno

3. di devê helbestvanên feysbûkê de bûye benişt devê kî vedibe bi kaçay çay devê kî tê girtin bi kaçak çay.. nizanim di kêleka wan de kesek aqil tune ye ma ji wan re bibêje "bes tu zeliqiyayî li qûna kaçak çayê bizuqqumîne û devê xwe bigre!"



06.12.2013 01:58 | ferhenga şikestî

4. vexwerina kurda ya neteweyî ye.



ya kemalîstan: raQî

ya dîndaran: dew

ya tirkên faşist: qimiz (şîrê hespa)



06.12.2013 13:16 | nazim tolhildan

5. (bnr: Çaya qaçax)



06.12.2013 14:09 | ceso

6. cafeya ku mirov penc deqîqeyan jî rûnihe ku tu derket behn û pixara cixarê jê difureye ye. exlebe yên ku têne wir kurd in lê nezîkî hemûyan bi tirkî dişitexilin û muzîkên wê jî hîç nexweş in.



10.04.2014 00:15 | gêjê

7. kafe ye. bi qasê min dîtî (2 caran) tu taybetiya wê ya resen tune. tekane taybatiya wê, ewa ku ji nav wê jî diyar e.



13.04.2014 21:39 | simurg56

8. cîhê ku çiqas kesên bêker û tolaz(pirî wan xwendekar) henin , lê kom dibin.



14.04.2014 21:10 | newenda

9. bi ya min ji tama wê bêhtir navê wê dilkêş e. mirov dikare wek ava jiyana kurdan jî bikar bîne*



14.04.2014 21:13 | renas

10. (bnr: lokantayên kurdan li derveyî kurdistanê)

(bnr: qehwexaneyên kurdan li derveyî kurdistanê)

(bnr: cafeyên kurdan li derveyî kurdistanê)

(bnr: cafeyên kurdan li derveyî nemsayê)

Her çar sernivîsên ku divê em wan dagirin ji bo ku kurd bizanin bê li derveyî kurdistanê biçin kû.

Herwiha divê yên bajar û welatên dî yên derveyî kurdistanê jî bên nivîsîn.



27.05.2014 01:58 | dijber

11. li taksîma stenbolê kafeyek beredayî û nahêje pêcn quriş pere... ewqas qal kirin ku rojekî bi pirs û pirs mi go ca ez jî herim çi quzzilqurt li wir heye. vir de wir de heya min dît li asansora wê ya pîsik siwar bûm min dinyaya wiyalî dît. roniyeke zenûn, bîhneke giran ku ji bîhna cixarê û tevlêbûna rûtûbetê pêk hatibû û hewayeke qirêj, kursî û maseyên xirxote, çayeke ji êvar de mayî û tehl, rûniştvanên sût û sengele û tolazên beredayî, mûzîkên beredayî... Îmanê min jê çû. bîzê min li hev ket hima tevî çaya nîvcomayî jê derketim!



19.03.2016 18:55 | ceso

12. tenê aliyeke wî a cazib heye ew jî ji ber wek waheya li çolê ye.



19.03.2016 18:58 | kurê xelkê

13. Kafeya ku ji aliyê hemû xort û ciwanan te zanîn. Cihê we li Taqsîme / İstiklalê ye. Ya xerib ev e ku xortên ji ku Kurdistanê tên ji xortên kurd ku li Stenbolê mezin bûne baştir dizanin. Bûye fenomenek * û ew çaya wê ya bayatlamîş jî navdar e. Yên ku nevexwarinê nîn in. *)



19.03.2016 19:33 ~2016.03.20 20:00 | gulêê

14. ma nabêjin di kapitalizmê de û di kapitalistan de ne dîn heye ne îman * lê belê herçend çûyina wê derê malkambaxî be jî ez nikarim piyê xwe jê bibirrim wexta ez li wan derdoran bim...



20.03.2016 01:11 | mervan rêzan

15. çaya qaçax, cafeyek bîna mkm kafeyeka beş yıldızlı/cafeyek wiha li ser rûyê erdê tune *, kafeya çend hevala min ne bi darê zorê jiber riya me bi wir ket ez jî ji dîtina wê mehrûm nebûm.. lê xwezî mehrûm bimama, çima? em çûn tev kurd(an pirahî), herkes li ser maseya xwe yanî her kesên tên wirê bi hevalên xwera tên û û bi hevalên xwera mijûl dibin dil sarin.. qêmîşî slavek nakin. kesên tên wirê dev ji kurdîtîyê berdin dibê qey ne ji vê dinyayêne.. asansora wan bala min jî kişand lê li serê dinivîsand" kesê na ecibîne derencok liberin" *, ezê bibêjim cîhek gelek başe lê nê bawerim jiber min perê çayê nedaye * gêr ji tlyek tirkî zêdebe ev jî kirina bi dostanîye * ez bawerim bihaya çaya wan zêdeye? .....



20.03.2016 15:10 | shorbevan

16. Carekê mizah-ı kurd wek Çaya revok wergerandibû Kurdî *
Here lînkê



03.10.2021 13:21 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kaçak çay
» çay û cixara

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî