Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
pepee - tirşik
pepee
(7) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. karakterekê fîlmên karton ên tirkî ne. Ji ber nebûna an jî kêmbûna fîlmên karton yên kurdî mixabin zarokên kurda sibhê heta êvara wî temaşe dikin. Wek gellek kes û tiştên wan, ev karakterê wan jî nijadperest e. Gellek caran ez rast hatim e ku di destê wî de ala tirka heye.. Gotin u kirinên nijadperest bi rêya vî karakterî diweşênin. Carna bi eşkere carna jî bi veşartî nijadperestiya tirka dikê. Medyaya kurd lazim e çarekî ji vê yekê re bibînê. ji bo zakorên kurdên bakur qenaleka fïlmên karton pêwîst e. Nexwe ev nifşên nû wê ji destên me derkevin..



18.10.2013 13:36 | nan û av

2. (bnr: asta asîmîlasyonê ya nû)

Ev karakterê trtê ez jî di nav de xwarzî û braziyê min tev asîmîle kir.



18.10.2013 13:51 | ceso

3. ji bo çareseriya vî serî-pîvazî; (bnr: ji bo zarokan materyalên kurdî)



ji ber vî bênamûsî kurê mamê wisa diaxive "oolaamaaaz! düştüüm!"



18.10.2013 16:03 | simurg56

4. berî pepee derneket îmana min ji caillou diçû. lê kengî pepee dilê zarokên dora min (ku piranî biraziyên min in) xweş kir, caillou hezkirim. pêşiyan rast gotiye, pêl ji pêlê mezintir heye. emir qûto.



18.10.2013 20:27 | biruya hayao miyazaki

5. hebûna pepeyekî kurd(î) ji hebûna s.sureya onder an aysel tuğluk ewletire.



19.10.2013 23:49 | tivirloismail

6. dagirkerekî pîç e!



08.12.2013 19:54 | ferhenga şikestî

7. rê ya herî modern ji bo asîmîlekirina zarokên kurd, dûv "kardelen kızlar" re ye.



09.12.2013 10:20 | nazim tolhildan

8. tîşort mîşortên ku ev karakterê karton li ser pirr zêdene û bi vê rêyê vî karakterî normalîze dikin..li gelek cîhan dema zarok digirîn jê re dibejin hişbe pepee hat û nizanim çi û gelek tiştên din..



09.12.2013 11:43 | mîrêhekarya

9. CAMêr dêw Û BA'WA ŞÎRÎNTiRBÛye..



09.12.2013 16:29 | hemokrates

10. lêanîna pocoyoye.



27.03.2014 21:52 | xwelî li ser

11. îro hatiye li amedê mîtîngek çêkiriye:-)



27.03.2014 23:39 | ferhenga şikestî

12. dizehiya ji pocoyo ye. berhema biyaniyan dizîne, stranên heremî lê zêde kirine û heçko tiştekî nû be, derxistine piyaseyê.



18.04.2014 21:01 | simurg56

13. ha haa! ev mijar tam li gora min e. 1 weke hin hevalan jî gotiye ev diziya pocoyo ye. dizî ne bes e qasî ku pocoyo karakterekî navneteweyî ye ev karakter ewqasî nijadperest û dûrî formasyona zarokan e. diziya çêkerê vî karakterî tenê ev ne diziye, ji xwe re sembola walt disney jî henekî guherandine û kirine semboleke nuh. sembol di nava ewrekî rengorengo de "düş yeri" tê nivîsîn yê ku mereq kirin bila li walt disneyê binerin. 2 kanala ku ev filmê karton diweşe de weke vî filmî gelek filmên tiredîn î heye. minak canim kardesim (yê ku mereq kirin nemaze bila li rola bavê qate bin. ku bavekî min î wenî heba min ê her roj tilîk biavêtayê.) nane limon, bizim aile, ...hwd. 3 heta sibê hun xwe biçirînin jî zarokêli van ehmaxan wê binerin ji ber ku alternatîf tune. 4 kurê min sê salî ye û niha zane ataturk kî ye û ala tirkiye tiştrkî çawa ye. 5 şûşû tê bê qey zarok dinihê wê û bi wê şewqê stranê xwe dibêje. ji xwe stranê wê piraniya wan melanqolîk e. kiraço têr nanihê wê. 6 zarokên xwe ji yumurcak tv yê qatttiyen dûr bixin.



04.07.2014 23:00 | hemdilaarda

14. karton fîlmên kartonên serdema nû ne, kêr du qirûş û nîvê nayên. Berê fîlmên karton wateyeke wan hebû, kelecaneke wan hebû niha ev jî herimandine, tiştên beredayî çêdikin. Ya rebbbî gava ez van dibînim hişê min diçe. Yaw birê min berê kitik û mişk ango tom and jerry, la linea ango badum badum, bugs bunny û hwd. niha jî ez dikarim darî van bikim lê ev ên niha kêrî ti tiştekî nayên



01.02.2015 01:17 | xendekî

15. (bnr: xweziya xwe bi tiştên kevn ve anîn)



01.02.2015 16:28 | azadixwaz

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» pepee

Kategoriyên mijarê:: zarok
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî