Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
02.04.2024 şer û çalakiyên civakî yên li wanê - tirşik
02.04.2024 şer û çalakiyên civakî yên li wanê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şer û çalakiyên ku gel îro nîvro dest pê kirî û hê niha jî li 20 taxên wanê didome ye. Sedema van bûyeran; ji ber ku hilbijartinên 31ê adarê da Dem Parti 14 şaredariyên Wanê hemû qezenç kir û namzetê şaredariya bajarê mezin a Dem partiyê Abdullah Zeydan 250.000 rey hilda lê komela hilbijartinê a bajarê Wanê, mazbataya şaredariyê neda wî û da namzetê akpê ku 120.000 rey hildayî. Gel nîvro ve derkete qada û heta êvarê şer kir û çalakî pêk anî, piştî êvarê heta niha jî him li navenda bajar him jî 20 taxên Wanê şer û çalakî didome. Polês li çalakvan û gel bi ava tomayê, bi bombeyên Gaza, bi jop û lêdan hez dike belav bike lê gel belav nabe her diçe bêtir qelebalix dibe. Gelek derdestkirin û lêxistin pêk hat, lê Bûyer hê jî bêtir didome. Dengê çek, sîlah, havaî fişeng û helîkopteran qet ranaweste.
Çend mînak:











;pp=ygUIVmFuIG9sYXk%3D



03.04.2024 00:04 ~00:09 | pêşewa

2. Erê erê ew têkoşîn encam da û şaredarê ku ji aliye gel we hat hilbijartin mazbataya xwe stand. Li hember zilm û neheqiyê berxwedana kurda hêz dide mirov. Vîna me û hêza me gellekî bi qudret e.



03.04.2024 19:15 | çaya germ

3. Piştî navbeyneke dirêj dîsa ew ruhê azadîxwaz ji dilê hembajariyên min derket. Belkû tişteke gelek mezin nîn e lê li ber dilê min gelek hêja ye.
Sedema bûyeran bi awayekî niheqane xespkirina mafê berbijêriyê yê namzedê partiya Demê Evdila Zeydan bû. Piştî bertekdana gelê Wanê lijneya hilbijartinê ji vê biryara xwe ya xelet vegeriya û heq gehişte cihê xwe. Her dawiyê kolanên ziyandîtî bi destê xelkê min dihat pakkirin.:dddd



05.04.2024 00:58 | bayê xerbî

4. herkes wê fehm kir; gelê me bi qudret e.



05.04.2024 18:03 | renasbutimar

dengdanên dawîn (yên din..)
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2]
Sala par em bi apê xwe re havînê çûn gund. Apê min ez hişyar kirim go...
kirdas [1]
Peyva ku kurdên zaza ji bo kurmancan bikar tînin. Yanî "weke kur...
biwêjên kurdî yên di tirkiyê de jî hene [1]
Bi min ji mînakên peyamê ewil de hinek çewt in. 1-“ Ji bo min ava ç...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [1]
Navê malperê were guhertin....
gulên sala [2]
çîrokeke delal a mehmet dicleyî ye. (bnr: asûs) vebêjerê v...
belki ev jî bala te bikişînin
» 02.04.2024 şer û çalakiyên civakî yên li wanê
» şert û mercên nivîskarên qîzik yên tirşikê ser lawikê ku dixwazin pê bizewicin
» çalakiyên di nav nivînan de
» yên ji kul û derdan mirine

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî