Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 42 peyam
kolana hunerê - tirşik
kolana hunerê
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. li texma herî bi navûdeng "ofîs" a amedê ye, weke avê huner jê diherike! mere gava dice vê kolanê dibê qey hemû mirov birciyê hunerêne û bona xwe têr bikin xwe li vê kolanê ragirtine.



Ger rêya we bi "ofîs"ê ket, seriyekê li vê kolanê bidin dê giyanê we yê huneri geş bibe!



17.10.2013 14:39 | dîno

2. projeyeka şaredariyên kû di destê bdpê ne ye. An jî pirranî şaredariyên destê bdpê de ne van cureyên kolanan çêdikin. Lê kolanên hunerê ku min çend bajaran dîtî tu têkiliya wan bi hunerê re nîne. Li kî bajarî kolana hunerê hebê ew kolan bûye kolana zugird, serserî, beredayî û doxinsistan..

Di van heyamên dawiyê de êdî li tu bajarî çênakin bawerim..



17.10.2013 22:36 ~2016.02.25 22:30 | nan û av

3. ya li amedê wekê podyumê kar dike.. heçî canik û camêrên xwe şayîk kirîn û eydanîkên xwe li xwe kirîn tên du sê caran lê diçerixin têra dilê xwe, xwe teşhîr dikin û diçin.. cafeyên li derdorê jî trîbûn in -ji termînolojiya modeyê zêde fêm nakim cihê ku mêvan lê dikin û li modêl/mankenan seyr dikin çi tê gotin nizanim ji ber hindê min xwe avêjt ber bextê termînolojiya talê- çi qas zigurd û beredayiyên ku ji derdorê bi ser navê xwendin û memûriyetê hatine amedê hebin jî temaşe dikin..



17.10.2013 22:51 | endazer

4. ya li cizîrê qehwexane ye.. xwudê bike ku her welê bimîne..



17.10.2013 22:51 | endazer

5. cihê ku dema heyata xwe de cara ewil û dawîn çûm û lê rûniştim, herî kêm bi qasê gundê xwe yê li navçeya sêrtê, çavên mirovan li porê min ê dirêj bû.



05.12.2013 21:14 | simurg56

6. ya li cizîrê tevahî ser şaredarîya cizîrêve ye ji ber ku bi amatorî,nezanî û xwelî li serî hatîye projekirin.sed carî mixabin nêzî 100 karkerên şaredarîye û 10 hevserokên beredayî nekarî bûn wan darên nestêle jêkirine rizgarbikin û ew endezyarên şaredarîyê nekarîne projeya kolana quzzulqurtê gorî wan darên di kolanê de proje bikin.Şûna wan daran weke erdoxan gotî tiştek ucube existin di nava kolanê de û bêhna xwe fireh kirin.Paşre ji bo darên parqa gezî xwe avêtin holê û gotin ew darên li parqa gezî yê de rûmeta me ye em nahêlin ku ew dar bên jêkirin.Yaw dema em van tiştan tênin ser ziman dîsa em dibin sûcdar.(bnr: ka bibêjin hevalên hêja ma ev ji ofsayt e?)



09.01.2014 15:16 | karmatî

7. ya ku êdî ji trafîkê re hatiye vekirin.

(bnr: ji trafîkê re vekirina kolana hunerê)



25.11.2014 19:47 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» kolana îstîklalê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî