1. Helbestvanek tirk, mirovek kurd, jinikek canik. Li meraşé dayik bûye, zanîngeha enqeré beşa hiquqé qedandî ye. Li rojnama Zamané û li Rudawé de qûnciknivîstî kirî ye. Nivîsek wé î pirr baş û rast di kovara almana der spiegelé derketî ye heye. Soytarîyan wé demé erîş kiribû http://m.hurriyet.com.tr/Haber?id=22903563 |
|
27.08.2014 22:32 |
serpale
|
2. xwediyê nivîsa jor a ji bo dema xwe xwey maf lê dema mirov li îro dinêre, pêvajoya çareseriyê bêtir hêvî dide mirov. |
|
27.08.2014 23:18 |
azadixwaz
|
3. NIvîskarên van pIrtûkan e: |
|
27.08.2014 23:40 |
seydayê_peyvan
|
4. nivîskara ku neh sal berî vê di hevpeyvîneke de gotîbû hêmayên kurdî ne bes in, kurdî di vî warî de qels e. li ser wan gotinan î. seydo aydogan we rexne kiribû. |
|
28.08.2014 00:29 |
bêhûd
|
5. biçekî dişibe, amberin zamana bengalî, navê herduyan jî xweş û balkêş e, herdu jî qut û kinik in.. herdu jî li ser medyayê gelekî spehî dixweyin lê zêde ne spehî ne.. |
|
28.08.2014 05:20 |
endazer
|
6. helbestkareke kurd e lê bi kurdî nanivîse niha li dinyayê digere ez li ser instagramê wê dişopînim gelek digere û gelek wêneyên xweş digire.. |
|
28.08.2014 13:49 |
ferhenga şikestî
|
7. Helbestkara ku fikra xwe ya ku berê aşkera kiribû guherandiye. Berê gotibû kurdî zimanekî qels e lê îro li gor gotegotên ku hatine guhê min dest bi nivisîna helbestên kurdî kiriye. rojekî min ew li pirtûkfiroşa insanê ya li istiklal caddesiyê dît em û du heval bûn hevalên min ji bo îmzekirina pirtûkên wê hatibûn lê yê min wê gavê dinya ne di paxava min de bû ew wext wextê min ê dewrêşiyê bû lewma min qet li rûyê mêze nekir û pirsek jê nepirsî lê ji ber hevalê min hîn bûbû ku ez amedî me û bi kurdî dizanim ew bixwe hat ba min lê mixabin digel pirsên wê ez hêjî bi nihêrîna pitûkan re mijûl bûm, lewre wan gavan ez çav bi pirtûkên weke tesewwif meseffifê diketim aqil di serê min de nedima. Hima wisa ji dinyayê qut dibûm. Eger bejan xanim rojek bê û vê nivîse bixwîne* bila zanibe ku ez ji ber wê hovîtiya xwe lêborina xwe jê dixwazim. |
|
30.03.2015 09:22 ~14:13 |
ceso
|
8. ez bawer nakim piştî vê heyamê pişta xwe bide tirkî û vegere kurdî. ya rastî ne lazim e jî. mirov bi kîjan zimanî çêtir bikaribe biafirîne pêwiste bi wî zimanî biafirîne. lê pêwist e bi zimanê xwe bijî. heya niha çend kes hene ku berê bi tirkî dinivîsandin û paşê vegeriyane kurdî, hevaleka min heye heta derengiya temenê xwe her bi tirkî nivîsandiye paşê dev ji tirkî berdaye, vegeraye kurdî. carina tiştên bi kurdî dinivîse ji min re dişîne ez şerm dikim jê re bêjim lê nenivîse çêtir e. |
|
30.03.2015 12:21 |
xwînhingivîn
|
9. nivîskara ku min wextekî kitabên wê dixwendin. helbestên wê diecibandin. lê ji ber kurdiyê êdî wext jê re nema. |
|
30.03.2015 20:30 |
serhednişîn
|
10. Demekê li derekê bi minasebetekê em hatine bal hev. Em bi Kurdî axivîn, kurdiya wê ne xerab e. Dibê ku sibê bi kurdî jî binivîsê, lê temiya min li wê berî ku bi kurdî binivîsîne qet ne be berhemên sereke ên bi kurmancî bixwîne. |
|
09.04.2015 23:56 |
diclefirat
|
11. Ji eslî xwe bazarcikê zaningeha enqerê di beşa hiquqî qedandi ye.demeke parêzgerê kirye wexta rojnameyê zamanê dinivîsîya min wê dişopand nivîsê muhalif dinivîsîya lê çewa wî rojnameyî de disekiniya min fêhm nedikir.piştî qirqirîna roboskî min êdî nivisî wê nedît zamanê de.berhemên wê ev in: |
|
09.07.2015 00:22 ~00:26 |
ronahî
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |