Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 30 peyam
dengdar û dengdêr - tirşik
dengdar û dengdêr
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji aliyê (bnr: celadet alî bedirxan) ve hatiye navandin. Bêguman Bedirxan ji bo zimanê kurdî pir xebatên xweş çêkiriye. Lêbelê mîna her mirovekî kêmasî û şaşiya wî hebûye. Ew yek jî ji wan e.

Dengdar û dengdêr , birastî di zimanê kurdî de paşbendek bi navê "dêr" nîne. Kesê ku dibêje "na, heye" bila ji berhemên klasîkên bi kurdî (Xanî , Cizîrî hwd.) îspat bike.

Li gorî min divê dudeng û yekdeng bibe.

Dudeng ew in : B , C , Ç , D , F , G û hwd.

Yekdeng ew in : A , E , Ê , Î û hwd.

Ji ber ku tîpên dudeng bi tenê nayê bi lêv kirin , divê paşîya wî yekdengek bê. Dema ku em dixwazin B bibêjin , divê mirov yekdengek bikarbîne. BE , BI û hwd. Ji ber vê yekê divê wisa bê navandin.

Ji bo Tîpên yekdeng ne hewceye ku dengekî dîsa bikarbînin. Em dikarin bêyî tîpekî din A , E û tîpên yekdeng bibêjin.

Bi tirkî bêdeng (sessiz) û bideng(sesli) tê bikaranîn. Lêbelê ew jî şaş e. Ji ber ku tipên dudeng ne bêdeng in , tenê hewceye ku tu tîpekî yekdeng bikarbînî.

Bi kurtasî dengdar û dengdêr (li gorî nêrina min) navandinekî şaş e.



23.12.2022 20:55 ~21:27 | bakur.nekure1

dengdanên dawîn (yên din..)
rêveber û edîtorên ku tirşikê terikandine [1]
Ne li vir in, li gor hindek gotegotan li keleha alamûdê bi egzistansiy...
rêveber û edîtorên ku tirşikê terikandine [1]
di psîkolojiya pozbilindiyê de ne. kêngî ku ji vana kirine tiştekî, de...
biwêjên kurdî yên di tirkî de jî hene [2]
gelek in. çend nimûne di romana şampazê de. ji bo min ava ç...
navdarên başûrê amerîkayê yên ku bi eslê xwe ji rojhilata navîn çûne wir [1]
(bnr: diego rossi marachlian), malbavana dayîka wî ji ermeniyên maraşê...
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
belki ev jî bala te bikişînin
» dengdar û dengdêr

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî