1. bêjerek li festîvala rewşenbîrî ya duhokê dipeyive, mêrik nabêje nivîskar lê bi pergalî nivîser. rudaw navê wî wekî silêvaneyî nîşan dide û gotina wî ya nivîser wekî nivîskar dide dîmenderê. û bawer im ji nivîskarê çêtirîn kurdî ye. niha meraq dikim di kurmanciya jêr de kîjan serdest e di navbera rewşenbîran de. |
|
25.09.2022 11:07 ~11:15 |
biruya hayao miyazaki
|
2. di zaravayê soranî de ji bo nivîskar peyva nûser tê karanîn. ez dibêjim qey nivîskarê hanê xwestiye peyva soranî ya 'nûserê' kurmancîze bike. |
|
26.09.2022 14:44 |
ferhenga şikestî
|
3. çima nivîser rast e, lê belê nivîskar çewt e deham evdilfetah di vê vîdyoya jêr de baş zelal kiriye. (bi bîr bînin ku ew bi xwe beşdarê komxebata rêbera rastnivîsînê [ya mistefa aydogan] bû û di daxuyaniya xwe de got gelek şaşiyên zimên di nav rêzikên wan de hene û xwediyê komxebat gelek dengên endaman paşguh dikir ku ev hema tê vê wateyê ku "komxebat" ne komxebat e lê ya mistefa aydogan û hinin kesan e) |
|
26.09.2022 17:21 ~17:42 |
biruya hayao miyazaki
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
gotinên pêşiyan [2] |
|
bnr [2] |
|
hêvî (stran) [2] |
|
erling braut haaland [1] |