Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
zeynelabidin zinar - tirşik
zeynelabidin zinar
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nivîskar û alimekî kurd e. Di sala 1953 an de li bîşêrîya Batmanê ji dayîk bûye. Ji malbatek melezede ye. Li medreseyên kurdîstanê xwendiye. Piştî derbeye eskerî deketîye derveyî welêt û swêdê bicih bûye. Li wi weşanxaneya pencinarê damezrandiye. Ağlebê pirtûkên wî li serfolklora kurdî ne. ji 100î bêhtir pirtûk nivîsîne. Bi sê çar ziman dizane. Li Swêde dijî.



http://www.pencinar.se



https://www.facebook.com/zeynelabidin.zinar



13.10.2013 02:46 | seydayê_peyvan

2. http://www.siirttenote.com/author/zeynelabidin-zinar/



13.10.2013 05:19 | zero

3. mamsoteyeke zana û nesfbiçûk e.. serê her hefteyê carekî gotarekî li ser xeletiyên meşhÛr yên di nav axaftin û nivîsandina zimanê kurdî tên kirin dinivîse û belav dike..

nivîsa wî ya vê taliyê;



''SOSRETA GIRAN: ”TU” DIKIN ”HÛN”



Xwişka û Birayên Hêja!

Ciwanên Dilovan!



Di van demên dawiyê de çendî ku Zimanê Kurdî berepêş diçe, lê mixabin piraniya kesên me yên ku bi kurdî dinivîsin, rûxandineke wisan dixin nava kurdî ku mirov bê vîna xwe dibêje ”Xwezî min Zimanê Kurdî di vê rewşê de nedîtiba.” Ez ê jî li virê tenê li sey peyvekê rawestim. Ew jî ev e: ÇIMA ”TU” DIBE ”HÛN”?



Dibêjin, xwedêgravî ji bo rêzgirtinê ye ku ji kesekî tenê re bêjin ”hûn” û dibêjin qaşo dema mirov ji yekî re bêje ”tu” xwe dixeyidîne.



Hêjano, binerin, Zimanê Kurdî ji aliyê rêzgirtinê ve pir bi rêkûpêk hatiye honandin. Di nava Kurdan de çu car, tenê navê kesekî nayê gotin. Ji mezinan re dibêjin: Xalo, apo/mamo, keko û ji piçûkan re dibêjin: Bira, birazî û ji hevtemenan re hî dibêjin: Heval û bira.

Ji bo jinan jî dibêjin: Xatî, metê, heko, ji piçûkan re dibêjin: Xwehê/xwişkê/xwengê û biraza…



Dema nivêj dikin û destên xwe bilind dikin, ji Xwedê re dibêjin: Ya Rebî TU min…



Madem rewşa Zimanê Kurdî ev e, nexwe çima niha ji kesekî tenê re dibêjin: ”Hûn” û ”we”?



Binerin dema Kurd diçûn ba Mîrekî Kurdistanê digotin: ”Mîrê min TU çi ferman dikî?” Nedigotin: ”Mîrê min hûn çi ferman dikin?”



Ev hawayê ku niha tê gotin (hûn/we) pîjekî heşifandina mejiyê Kurdan e ku ji aliyê Kemalîzmê ve niha tê bikaranîn.



Tenê du pirs:

- Eger tu ji mêrekî re bêjî: ”Jina we…” Gelo ew mêr dê çi bersiv bide?

- Eger tu ji jinekê re bêjî: ”Mêrê we…” Gelo dê jinik li mêrê xwe nekeve gumanê ku jineke wî ya din jî heye?



Ez bawer dikim ku mesele hinekî ruhn bû.

Eger tu xwe zimanhez dibînî, nexwe dema yek bi kurdiyeke şelpitî dijûn bi te bike, divê tu kurdiya wî jê re sererast bikî û bêjî: ”De îcar weha bi kurdiyeke rast dijûn bi min bike.”



Mesele divê weha bêje gotin:

- Dema ku tu pirsa min bikî, bêje min ”tu çewan î? Lê hêvî dikim tu nebêje min ”hûn çewan in?”



Hêvîdar im dema ku tu bi Zimanê Kurdî dipeyivî, niheqî û zordestî li kurdî neke. Toreya kurdî çi ye û çewan e, her wisan bipeyive.



Heta ku tu bêjî bes, Kemalîzmê malik li Zimanê Kurdî rûxandiye. Îcar tiştê ku bi xêra hin kesên qenc maye, eger tu jî rabî û xirabtir bikî, kes ji vê diayê re nabêje Amîn!



Xwedayê mezin di axaftina rast a kurdî her alîkar û piştevanê we be…''



01.12.2013 02:43 | endazer

4. pîrtuka xwendina medresÊ zeynelabidin zinar min download kir. ez hinekÎ bala xwe da pirtuk zimanekÎ gelek xweş hatiye nivisin Û lÊkolinekÎ hÊjaye.



24.07.2014 01:08 | mala te ava

5. nivîskarek e ku gelek caran teoriyan ji ber xwe ve çêdike ku ne li ser bingehên zanistî hatine nivîsîn lê dîsa jî baş e, bi kêmasî nîqaş û pirs çêdibin.



15.09.2015 00:06 | dijber

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zeynelabidin zinar
» zinar

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî