Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
axlêve - tirşik
axlêve
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi salnameya kurdewarî serê biharê ye, bi soranî dibe xakelêwe ku beramberî meha adarê ye, lê melûm e destpêk û xilasiya wan ne yek e.



13.10.2013 01:28 | gordereş

2. ji wîkîpediyayê çend tez û teoriyên derheqê etîmolojiya vê peyva nestêleh de; Têkilî soranî خاکه‌لێوه (xakelêwe), belkî ji kurdî ax (bi soranî xak) + lêv (bi soranî lêw) anku vebûna lêvên / devê erdê û şînbûna gul û giyayan lê guman jê heye. Hin zimannasan berê diyar kiriye ku ew ji ახალი (axali: nû) ya gurcî ye (bide ber "newroz = roja nû") lê Chyet di ferhenga xwe dibêje ew xelet e bêyî ku zêdetir agehiyan li ser bide. Tsabolov idia dike ku ji "yığılma" (nijinîn, lodbûn, kombûn, ketin ser hev) ya tirkî ye. Ji aliyê dengnasî ve ev mimkin e lê ji aliyê maneyê ve ne gengaz e. Heke ji "yığılma" bûya, ew dê zêdetir li navê payizê bihata, ne li yê biharê.



10.06.2014 10:13 | endazer

3. min jî wekê gelekan cara ewil dema guhlêbûm, exleba erebî ya di wateya bi piranî hate bîra min..



10.06.2014 10:14 | endazer

4. di devoka kurdên yerevanê de destpêka rojên biharê ku dar û ber şîn dibe re axlêve dibêjin..



10.06.2014 18:54 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» axlêve

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî