1. an jî leşkerên klonkirî. ew yek ji fikrên ecêp ên ji star warsê derketî ye. star wars, ji serkaniyê xwe, her dem tije fikrên ecêp û nedîtî bû. death star, şura ronî(light saber, sorry bo wergerê, pergala jedi'an, komara galaktîk hwd.) çend hebên ji ew fikrên fûtûrîstîk in ku belkî jî yê herî zefh bala min kişandiye ew leşkerên klonkirî ye. ew fikr yekem ji alî kî hatiye derxistin nizanim lê cara yekem derhêner û avakerê star warsê george lucas xistîye sînemayê. di fîlmê star warsê dûyem a star wars episode ii: attack of the clones de derketine holê. |
|
14.04.2022 15:25 ~21:43 |
heval.js
|
2. Yek ji beşa xebatên biyogenetîk ê ye. Klone kirin mijarek û xeyalekî nû nîne û tê zanîn zanistvan li vî mijarîda pêş ketine. Çiqas astengên biyolojîk rakiribin jî astengên etîk û polîtîk hê dimînin. Rêveberiyên li cihanê gelek qedexe danîne mijarên biyogenetîk, bila çewt neyê fam kirin xebat hemû qedexe nekirine xebatên ku bin qontrola wan da nebe qedexe kirine. Lê ez bawer nakim pêşerojê de dewletên cihanê tiştekî li mijara artêşî de guman li klone kirinê bigirin. Ev deh sale me dît kû êdî artêşên mezin ber bi teknolojiya bêmirovbûnê diçin. Piştî dronên bi çek û bêmirov niha prototîpa tankên bêmirov amade kirine û ser xebata balefira bêmirov mijûl in. |
|
14.04.2022 21:35 ~21:40 |
pêşewa
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |