Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 27 peyam
tu xwedê - tirşik
tu xwedê
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjeka serhedê ye. min dixwast hevalekî/a serhedî vê mijarê veke lê kesî venekir. qasî ez tê gehiştim carinan bi wateya "ji bo xwedê" carinan jî bi wateya "cidî?, jidil?, bi řastî?, beřa jî?" tê. herweha bi soranî jî bi heman wateyan "tu xwa" tê gotin (xwa xwedê ye). lê tiştê seyr di soranîyê de tu to ye lê di vê biwêjê de bûye tu.



11.04.2022 07:59 | keyomerd

2. li cizîrê di heman wateyê de pirs û bêjeya bêje bi xwudê?! heye.
dîsa biwêja tu bi xwudê kî an tu bi xwudayê xwe kî an tu bi qedrê xwudê kî heye ew jî dema tiştekî ji yekî dixwazî ya rastî lavayan jê dikî bikar tînî. di strana rengesmerê de jî bi rengê tu bi xwudê kî ji nik min neçe derbas dibe.



11.04.2022 14:03 | endazer

3. li aliyê me (navbera serhed û xerzan) yek ji biwêja herî tê bikaranîn. li jor keyomerd gelek baş penase kiriye.


-min gurekî mezin dît li dexlê.
-tu xwedê?
-erê bi xwedê! *



15.10.2022 10:08 | xelîl

4. Li ba me ji bo ecêb mayînî tê bikaranîn.
Wekî;
- çavê te werimîye Silo!
- tu xwedê?!
- erê billeh werimîye.



16.10.2022 03:44 | bayê xerbî

dengdanên dawîn (yên din..)
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
reels [3]
Taybetmendiyek Instagram-ê ye ku vÎdyoyan bi hilkişandinê tîne ber mir...
nowadays [3]
single'a rockurd ku di derbarê pandemîyê de çêkiriye; (youtub...
bahoza tîroîdê [1]
(bnr: thyroid storm)
rewş û nexweşiyek gelek giran û xeter e. j...
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
belki ev jî bala te bikişînin
» xwedê kurekî bide te

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimanbiwej zimanbiwej kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî