1. mûzîsyen û stranbêjeke frensî ye.. li ber dilê min xwudayê piyanoyê ye.. û bavê monochromeê ye.. çi qas saz û amûr û enstrûman hebin li ser rûyê erdê dikare lê bixe û bijenîne.. heta di gelek konsêrtên xwe de çend enstrûmanan bi hev re lêdixe.. bi çêkirina mûzÎkên fîlma le fabuleux destin d'amélie poulainê yanî amélieê deng veda û nav bi xwe xist.. eger bi xwe re bibînim ez ê rojekî rûnim û li ser mûzîka vî camêrî bidirêjî binivîsim.. lê heta hingî ha ji were ev qete-nerme, bi qewlê ciwan û rojen ''bidin ber gezan, xwe pê bimijînin..'' http://www.youtube.com/watch?v=m4kRciR7Eo4 |
|
11.10.2013 01:47 |
endazer
|
3. muzîsyenê ku bi xêra fîlma bi navê amelie min hay jê çêbû. carinan wexta ku bêhna min teng dibe ji youtubeê muzîka fîlmê vedikim lê guhdar dikim. |
|
12.01.2014 19:13 |
oxir
|
4. hema bêje mp3 û telefona min de hemî gava ciyê mûzîka wan camêran heye..Albûma ji bo fîlma Amelie çêkirine pirr xweş e,Goodbye Lenin jî ne xirab e..Gelek caran ji pitepita mamosteyên dirrinde vêzar bûyî diketim baxçeya zanîngehÊ,min La Valse de amelie vedikir û dimame benda yekê/yekî bo min rake dansê..temam temam dev ji trîbên ergenan berdidim û non-stop dewam.. |
|
12.01.2014 23:32 |
kubikem
|
5. yan mirin yann tiersen ! |
|
15.02.2014 17:18 |
aylêdilo
|
6. muzîsyenê tenê dema depresyonê tê bîra min e. ma gelo çima hêzek başbûnê dişîne dilê min nizanim. dema ez wî guhdar dikim, bişirînek kêm temen tê rûyê min ez bawer im çi deboyê serotonînê bi min re heye hemû dikeve nav xwîna min û ez carinan xwe wenda dikim û dikevim nav xewn û xeyalan. dixwazim kesên mîna wî muzîkê çêdike di muzîka kurdî de jî çê bibin û zêde bibin. |
|
17.02.2014 00:50 |
berxweda
|
7. (bnr:mûsikî/22336) |
|
17.02.2014 11:40 |
nazim tolhildan
|
8. (bnr: infinity) |
|
19.05.2014 01:12 |
darthvader
|
|
|
17.11.2014 03:30 |
berxweda
|
10. Hûnermend e. |
|
17.11.2014 11:08 |
endazyar
|
11. ez dibêjim besteya wî ya xweş ev e: |
|
18.11.2014 01:54 |
zero
|
12. wek piranîya kesan min jî bi seyrkirina (bnr: amelie) wî naskirîbû, muzîsyenek baş e. |
|
16.05.2021 15:56 |
doesntmatter
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |