Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
fehim ışık - tirşik
fehim ışık
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xudanê gurzê simbêlan.. ji xwe yek ez û yek jî xalê fehîm.. neyse kurdek têra xwe akîv e hetta dikarim bêjim ku hÎperaktîv e cihê xwe de nasekine, etlehî bi ruha nakeve.. di hayat tvyê de bernameyek bi navê çandiyarê amade dike û pêşkêş dike.. bernameyeke çandî û siyasî ye û zimanê bernameyê bi kurdî ye.. wekê din têkiliya wî bi malpera nûçeyan ya bi navê ilkehaber.comê re heye lê di çi astî de ye nizanim.. ez ne xelet bim di rojnameya evrenselê de jî xudanê quncikekî ye.. li ser sosyal medyayê jî têra xwe aktîv e.. heta carekî li ser hesabê xwe yê facebookê li ser daxwaz û rîcaya min danasîna tirşikê kiribû..



11.10.2013 01:31 | endazer

2. simbêl li cihê xwe bû û fehîm işik hat go ew simbêl ya min e û simbêl jî got fehîm işik ya min e. niha bi hevre digerin. *



11.10.2013 13:20 | ehmed

3. van rojan gelek caran dertê imc tv yê jî... di medyaya sosyal de gelek aktif e.



11.10.2013 14:09 | arami

4. mirov dikare bi simbêlê wÎ SOND BIXWE KU KEKÊ FEHÎM TÊRA XWE Û SIMBÊLÊ XWE HEYE...



11.10.2013 14:25 | jirjanamedi

5. bi xwedê mirov qaîl e di nav simbêlên kekê fehîm da rakeve...



11.10.2013 15:34 | jirêmama

6. yekî gelekî hêja ye, fikrên wî jî gelekî hêja ne.



11.10.2013 16:04 | ahmet_amed

7. ÇEND SAL BERÊ dema ku min bi wî re di derheqê Ehmedê xanî de hevpeyvînek çêkir min ew nas kir. Paşê 3-4 carên din jî min Bİ WRÎ RE Hevpeyvîn çêkir.



Fehim işik kî ye?



Ew ji Amedê ye lê stenbolê dijî û Mamoste ye.

kesekî xwedî jiyaneke rengîn e. ji bilî mamostetiyê gelek tiştan dike.

Nivîskar e, lêkolîner e, wergêr e, rojnamevan e, pêşkeşvan e, medyaya civakî herî zêde jî twitterê baş bi kar tîne.



Di Hayat Tv yê bernameya çandiyarê pêşkeş dike.



di malperên ilkehaber û agendakurdê, di rojnameya evrenselê de niviskariyê dike.



Di van rojan de pir aktîf e û her roj di televîzyonan de li ser rojevê diaxive ango gelek navdar bûye*



simbêla wî jî wek wî pir navdar e û bûye sembola wî*



cixareyê gelekî dikşîne...



Kurdekî xwedî nêrîneke fireh e. Xwe çepkir be jî bi kurdên xwedî fikrên cuda ve rehet têkiliyê datîne û pêşdaraziyêN wî tune ye.



18.10.2013 01:27 | nuçevan

8. di demeke nêz de bernameya wî ya "çandiyar" weke mêvan ibrahim halil baran anî bû. bi rastî ez bi herdûyan jî pir xweşim. xeynî wî jî kek fehim min ne şikênandibû li ser malpera me nivîsandibû. cara yekem jî em li fûara pirtûkan a stembol'ê ya par hevûdû nas kire.



18.10.2013 02:24 | seranser

9. ji aliyê simbêlê malxalana nietzsche tê.



01.02.2014 23:36 | ferhatizm

10. birêz fehîm jî piştgirî dayiye kampanya lê gotiye di mijara ku ji bo mij vebûye de mesele dîsa zimbêlê min e:-)



01.02.2014 23:42 | ferhenga şikestî

11. simbêlê wî hema qasê yê Nietzsche bA bes Bû. yê zêdetir BİLa jê bike:*



01.02.2014 23:42 | por gijik

12. zilamê simbelan.. pêşin simbêl hebû fehim abê piştre hat. û ez heyranê behna wî ya fireh im....



03.02.2014 00:19 | dil-tesne

13. neviyê şêx evdirehmanê axtepî ye.

mirovekî nefsbiçûk e.



03.02.2014 09:52 | gulan

14. camêrê ku li twitterê wisa behsa tirşikê kiriye:

"Belê #tirsiknet'ê me jî heye. Di derhaqa min de mijar dîsa simbêl e. Tu dibê qey ne ez, simbêla min wan karan dike.* https://www.tirsik.net/p/3568/fehim-isik …"



04.02.2014 19:17 | simurg56

15. (bnr: ajansa nuçeyan a fehim ışık anfi)

hesabên xwe ên facebookê û twitterê wekî rûpelên malperên nuçeyan bikartîne.



23.02.2014 19:59 | mergehez

16. li ser ekranê hayat tv her çarşem bername xwe "çandîyar"ê tê weşand.



23.02.2014 21:04 | kurdoyevskî

17. ji ber ku simbêla min ne tu simbêl e gava wî dibînim tavilê berê xwe didim aliyek din.



05.10.2023 14:28 | kurê xelkê

18. Di bin mijara merik li ser tirşikê de 16 caran peyva simbêl derbas dibe. Ha ew bû 17. Ewqas simbêlxweş e.



15.12.2023 03:53 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» fehim ışık

Kategoriyên mijarê:: niviskarsiyasi kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî