1. Banga ji bo zêdekirina eleqeya dersa kurdî ya bijarte ya li dibistanên hevpar e. bi taybetî li ser twitterê bi tagên hanê gellek kesan piştgiriya kampanyayê kir: |
|
16.01.2022 15:19 ~15:19 |
cinorek
|
2. encam: 1.5 heb mamosteyên kurdî hat şandin. |
|
16.01.2022 15:23 ~15:24 |
heval.js
|
3. îsal jî weke her sal #kurdîhilbijêre |
|
13.01.2023 15:57 |
pirtûkhez
|
4. Hezkurd li ser vê gelek xebatên xweş dike, him di warê torên civakî him jî di kolanan de dixebitin. Lê tevî xebatên hezkurd û sazîyên din û kesan dîsa jî bala li ser zimanê kurdî kêm e. Kurd bi milyonan in lê zarokên kurd yên ku waneya kurdî ya bijartî didîtin derdora bîst hezaran bû( sala borî) yanî di navbera van her du jimareyan de bi qasî çiyayên Zagrosê û girên biçûk ên li gundê me ferq heye. Di Dema pêvajoya çareseriyê de qasî heştê hezar xwendekaran ev waneya bijartî hilbijart ev jimare jî têrker nîn e mixabin. Em hertim gilî û gazincan dikin, dibêjin:" wey nizanim zimanê me qedexe kirin, sûcê me tuneye. ma dersa kurdî hebû me nexwend?"Û hwd. Lê divêt em li xwe binêrin, gava me li xwe nêrî emê bibînin ku alîyê herî zêde sûcdar em in. Yanî wekî ku her demê dibêjim miletê me di gelek mijaran de tiştên bêaqilane û xemsarîyek mezin dike, ev mijara jî ji wan mijaran e. hêvî dikim di demek herî nêzîk de em parîyek hişê, ji xwe re peyda bikin wek milet û ji vê rewşa reş rizgar bibin. Û hêvîdarim îsal zarokên ku tevlî waneya zimanê Kurdî dibin dê zêdetir bin(hêvîya min pênç sed hezar e.). Ya bi xêr.. |
|
15.01.2023 01:50 |
bayê xerbî
|
5. Îsal gellek partî û rêxistinên cûda piştgirî tidin vê kampanyayê. Ez hêvî dikim ku encamek baş derkeve. |
|
09.02.2024 13:46 ~13:57 |
cinorek
|
6. (bnr: hilbijert) |
|
10.02.2024 22:49 |
kuresharke
|
7. Bi baweriya min divê zarokên me dersa kurdî hilbijêrin û divê em bi zarokên xwe dersa kurdî bidin hilbijartin, çunkî windakirina ziman jî windakirina azadiyê ye. |
|
11.02.2024 08:37 |
boracasli
|
8. seroka komîsyona ziman ya dem'ê ragihand ku ew bi hişyarî nêzî dersa bijarte ya zimanê kurdî dibin. Qebûlkirina dersa hilbijartî tê wateya paşve gav avêtin ji daxwaza perwerdeya mecbûrî ya kurdî ye. Her wiha perwerdeya kurdî di bin navê zimanên zindî de tê dayîn, ne bi navê kurdî. Ev rewş hîn bi temamî bi qanûnê nehatiye parastin. Ger hikûmat bixwaze dikare ji nişka ve astengîya derxe. Welhasil ji ber van sedeman enerjîya xwe bihêz nadine vê bangê. |
|
11.02.2024 16:40 ~16:41 |
çaya germ
|
rûviyê zirav [1] |
|
nilipek [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |
|
botantimes.com [2] |
|
gotinên pêşiyan [1] |