1. ser xêrê be, lew ku tirşik êdî reklaman distîne û diweşîne. lê sebebê ku min vê mijarê vekir ne ev yek e. gava ku min çav bi navê reklamokên beredayî xist ji kena zik û pişt bûm. kê jî ev dîtibe xweş dîtiye. min ev nav pir eciband. |
|
10.10.2013 21:49 |
ceso
|
2. reklamokên ku çi qas bên tikandin wê ew çend berîka tirşikê jê tijî bibe.. û ev dahatûyên ji reklamên tirşikê bên jî wê di rêka pêşdebirina sÎstema tirşikê û reklam û danasîna tirşikê de were xerckirin.. hetta reng e ku bi van pereyan di siberojê de di çend rojnameyên kurdî yên wekê azadiya welat û rûdawê de reklama tirşikê were dayîn.. |
|
11.10.2013 01:35 |
endazer
|
3. (bnr: reklamên tirşikê de) |
|
11.10.2013 23:01 |
simurg56
|
5. mixabin ji bo pêşdebirina ferhengê û projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê gelekî pêwist in. |
|
12.11.2013 22:14 |
simurg56
|
6. nizam çima lê reklamokên carna bi alfabeya kîrîlî tên e. xwedê xêr bike! |
|
06.12.2013 00:02 |
azadixwaz
|
7. ku bi tikandina reklama kîrîlî hay jê dibim ku reklama telaviv hospital e, wey lawo çi pêwîat e, hem jî li telavivê bi xwe ye. |
|
06.12.2013 00:05 |
azadixwaz
|
8. reklamokên ku her cara ez dikevim tirşikê de carekî an du caran xêra xwe û ya dêûbavên xwe ditikînim û wekê miştêriyekî daimî yê marqeyên tên reklamkirin qederekî di malperên tên beralîkirin de dimînim.. lê heta niha qurîşek jê negihiştiye ber destê min.. |
|
06.12.2013 00:07 |
endazer
|
9. reklamokên ku nav heye lê bi xwe nîne-naxweye.. |
|
04.03.2014 06:12 |
endazer
|
10. reklamokên ku dîsa despê weşanê kirine. |
|
13.05.2014 00:06 |
brusk56
|
11. reklamokên daxwaz heye bê populer kirin. bila em diyarî bidin yê herî zêde reklamokan bitikîne*. |
|
13.05.2014 00:16 |
azadixwaz
|
12. demax ku tirşik li dewletê koreyê jî popûler e ku li ser dîvarê min reklamên wê bi zimanê korevî tên ditin |
|
13.05.2014 16:06 |
cinorek
|
13. tiştê ku divê nivîskar li 2-3 rojan carekê (zêdetir qedexe ye) silavekê bidinê û bitikînê. divê tirşik jî çend wereqeyan qezenç bike ji xwe re. |
|
13.05.2014 18:21 |
oxir
|
14. kengî têkevim ferhengê carê ditikînim lê divê bê nûkirin; divê lînka reklaman here paceyên derve. ji ber ku bi tikandina wê rûpela tirşik.netÊ DİHERE Û RÛPELA REKLAMÊ TÊ. |
|
20.05.2014 11:00 |
biruya hayao miyazaki
|
15. reklamokên ku min carekê jî nedîtine.. gelo ez tenê me an hevalokên min hene* |
|
20.05.2014 11:55 |
mergehez
|
16. her çiqas beredayî bin jî, gelek biaqil in. ji ber ku reklamên google adsenseê ne. ger hûn li googleê hedabê xwe vekin, êdî haya googleê ji hemû malperên ku we berê ziyaret kirine, dizane. û êdî hûn bikevin kîjan malperê, reklamên di derbarê wan malperan de derdixe pêşberî we. |
|
23.05.2014 20:30 |
simurg56
|
17. bnr; ecift.com/40140 |
|
23.05.2014 20:33 |
azadixwaz
|
18. reklamên bi elmanî dihewînin û min ecêbmayî dihêlin. |
|
30.08.2014 16:15 |
azadixwaz
|
19. yÊ ku bi google chrome Ê dikeve internet ne pirsgirik e. uzantiye(kurdiyÊ vi çiye nizanim) google chrome adblock super hemu reklamokÊn beredayi block dike naye ditin. gelek kÊrhatiye. |
|
30.08.2014 18:02 |
mala te ava
|
20. reklamên ku di rûpeleke nuh de venabe ye. heke di rûpeleke din de vebûya dê baştir bûya |
|
02.09.2014 01:51 |
berxweda
|
21. reklamokên lînka du-sê roj berê min lê nêriyî nişanî min dide ye. em ji bîr bikin jî înternet tu tiştî ji bîr nake hay ji xwe hebin. |
|
03.09.2014 01:18 |
azadixwaz
|
22. reklamokên çend rojan carekê ditikînime. |
|
26.10.2014 23:35 |
berxweda
|
23. hema bêje qet pere nayne. |
|
27.10.2014 20:23 |
simurg56
|
27. reklamokên dîsa di heman rûpelê de vedibinin. Ma nabe ku di rûpelek din de vebe law * |
|
20.11.2014 19:06 |
berxweda
|
28. mixabin vebûna wan ya di paceya nû de, ne di destê me de ye. google, li gor ip'ya bikarhêneran biryar dide ka wê di heman rûpelê de vebe an yeke nû de: |
|
20.11.2014 23:21 |
simurg56
|
29. çend roj berê cara ewil liqayî reklameke kurdî hatim.. ew jî reklama radyoya dengê rusyayê bû.. |
|
26.12.2014 22:42 |
endazer
|
30. reklamokên êdî reklama facebookê jî dike ye. |
|
15.01.2015 21:19 ~2015.03.10 22:05 |
berxweda
|
31. reklamokên ku piştî ku ez hîn bûm bi tikandinê berîka tirşikê tijî dibe, her ku vedikim ditikînim* |
|
15.01.2015 21:41 |
ferhenga şikestî
|
32. reklamokên êdî li ser mijarê jî xuya dibinin. werê baş çêbûye. êdî qet jibir nakim rojê 2-3 caran ditikînim * |
|
10.03.2015 22:52 |
berxweda
|
33. reklamokên ku kêliyeke berê reklama berendamekî akpyê dihêt kirin.. |
|
03.04.2015 01:59 |
ferhenga şikestî
|
34. xweyîqûnê êdî reklamên bernamzetên parlementeriyê yên chpê dike. patron ev çi ye yaw. * |
|
06.04.2015 22:49 ~22:49 |
xendekî
|
35. kî çi be wê nîşan dide * |
|
07.04.2015 18:25 |
simurg56
|
36. reklamokên ku dibejin em tirşika bi zimanê korevîdixvazin in Here lînkê |
|
07.04.2015 18:40 |
cinorek
|
37. Tişta ku ez pê ecêbmayî dibim. Yaw ka tu ji ku zanî ez hindikek bi erebî û farisî zanim. Xwedê heye hesabê minê googlê nevekiriye û ez qet lêgerînên erebî farisî jî nakim. Yaw ka tu ji ku zanî ku ez dixwazim bigerim. Reqlamên turîzmê jî pir derdikevin him jî cihê ku ez dixwazim herim. mirov bi rastî jî ecêbmayî dibe. Ha xeletiyek mezin heye google dibêje qey ez dewlemendim. Welleh ne tu dewlemendiye lo. Ha binêrin. |
|
07.04.2015 20:00 ~20:01 |
ceso
|
38. reklamokên her carê tiştekî din tîne pêşberî min. bawer dikim google nikare min bişopîne * |
|
07.04.2015 21:55 |
berxweda
|
39. reklamokên hêdî hêdî tirşikê vedigirin. nizanim ya min tenê wisa ye yan na lê niha reklamek nivîsên li sêrî digirin û heta ez wan işaret nekim nikarim bixwînim. |
|
21.04.2015 20:45 |
azadixwaz
|
41. bi tu awayî xwendina tirşikê asteng nakin. ger li cem we reklamên wisa derketibin, heye ku (weke carekê hatibû serê min jî) vîsrûsek ketibe geroka we. |
|
21.04.2015 20:49 |
simurg56
|
42. li ser telefona min û ji hineka bi aqiltirde dernakevin mixabin. |
|
22.04.2015 13:26 |
shorbevan
|
43. reklamên ji alîye google ten nişandin. (bnr: google adwords) |
|
15.05.2015 12:33 ~12:34 |
serxwes
|
44. ev çî ye simurg? tu nikarî vê yekê bi googlê mooglê rave bikî* zûzûka xwerexneya xwe bide heval. gelek watedar e ku li binê pêşniyara "türkiyelileşme"yê ev reklam derketiye* |
|
27.05.2015 12:17 |
ceso
|
45. navê wî li serêye yên beredayî reklamokên beredayî/69475 di derbarê vê entryêda xwezî perê xwejî nedabin ewê çiqas xweş be |
|
27.05.2015 12:34 ~12:36 |
shorbevan
|
46. reklamokên bi tikandina min tişt safî nabe ye. her ez dikevimê miri be carekê car cara ji deh caran bêhtir ditikînim. min dît ku mehê 10 tlyan jî dernaxîne. ji bo tirşik zêdetir pereyan qezenç bike divê em çi bikin?/74516 |
|
07.09.2015 01:02 |
berxweda
|
47. Tişka ku dizanim bi tikandina reklaman tiştek naguhere. 0.0001 lîre jî zêde nake. Mantiqa reklamên vî hawî bi dîtinan e. Yanî çiqas carî reklam bê dîtin ewqas pir pere tê. |
|
07.09.2015 01:17 |
mergehez
|
48. ew reklamok in ku ez hîn jî nikarim bihesibînim ku rojê 100 caran bitikînin, dê çiqas ğere jê werin..Eger yek bikare ji min re bihesibîne, dê baş be |
|
07.09.2015 02:16 |
dijber
|
49. demekê min pirr pêl lê dikir, mi digot qey wê zêde zêde pere bide lê simurg56 axa ji min re got wisa neke, ger zêde bitikînî wê pergala tirşikê bloke be wê bêjin qey niza çi û ne çi ye.. |
|
07.09.2015 02:45 |
ferhenga şikestî
|
50. mi go ez çi binivîsim çi binivîsim, tiştek nehat biram . mi jî go hema ez ê ji bo tirşikvan bala xwe bidine vê tiştî ku xwediyê tirşikvanê bê pere nemîne ku em jî bê tirşik nemînin ez ê van hevokên we xwendin binivîsim. |
|
05.05.2016 02:53 |
xeteraqirêj
|
51. reklamokên liser ser telefona minî androîd dernayên min jibû wan telefon jî guherand dîsa nayên xuyakirinê, reklamokên bi tenê navê wan hene sîmurg56 dixwaze ku pera karbike bira vê kêmasiya tirşikê temam bike. û bira bizanibe ez jixwera nakim derd |
|
05.05.2016 15:43 |
shorbevan
|
52. ez bawer im ji mêj ve ye kes reklam nade tirşikê, ji mêj ve ye vala ye tu reklam tune ye |
|
14.02.2017 13:27 |
ferhenga şikestî
|
53. reklamokên ku min jî meraq kir û du-sê caran tikandin lê vala bû tiştek derneket. |
|
07.10.2018 21:37 |
xelîl
|
54. Ji zûda ye tune.lewma tirşik paqij xuya dike. |
|
24.11.2019 16:27 |
bayesar
|
fuckîro rebeno [2] |
|
horhorik [1] |
|
memikên herî xweşik [1] |
|
canon [2] |
|
îy yo hee [1] |