1. ser xêrê be, lew ku tirşik êdî reklaman distîne û diweşîne. lê sebebê ku min vê mijarê vekir ne ev yek e. gava ku min çav bi navê reklamokên beredayî xist ji kena zik û pişt bûm. kê jî ev dîtibe xweş dîtiye. min ev nav pir eciband. |
|
10.10.2013 21:49 |
ceso
|
2. reklamokên ku çi qas bên tikandin wê ew çend berîka tirşikê jê tijî bibe.. û ev dahatûyên ji reklamên tirşikê bên jî wê di rêka pêşdebirina sÎstema tirşikê û reklam û danasîna tirşikê de were xerckirin.. hetta reng e ku bi van pereyan di siberojê de di çend rojnameyên kurdî yên wekê azadiya welat û rûdawê de reklama tirşikê were dayîn.. |
|
11.10.2013 01:35 |
endazer
|
3. (bnr: reklamên tirşikê de) |
|
11.10.2013 23:01 |
simurg56
|
4. mixabin ji bo pêşdebirina ferhengê û projeya ji nû ve afirandina turkcekurtcesozluk.com'ê gelekî pêwist in. |
|
12.11.2013 22:14 |
simurg56
|
5. nizam çima lê reklamokên carna bi alfabeya kîrîlî tên e. xwedê xêr bike! |
|
06.12.2013 00:02 |
azadixwaz
|
6. ku bi tikandina reklama kîrîlî hay jê dibim ku reklama telaviv hospital e, wey lawo çi pêwîat e, hem jî li telavivê bi xwe ye. |
|
06.12.2013 00:05 |
azadixwaz
|
7. reklamokên ku her cara ez dikevim tirşikê de carekî an du caran xêra xwe û ya dêûbavên xwe ditikînim û wekê miştêriyekî daimî yê marqeyên tên reklamkirin qederekî di malperên tên beralîkirin de dimînim.. lê heta niha qurîşek jê negihiştiye ber destê min.. |
|
06.12.2013 00:07 |
endazer
|
8. reklamokên ku nav heye lê bi xwe nîne-naxweye.. |
|
04.03.2014 06:12 |
endazer
|
9. reklamokên ku dîsa despê weşanê kirine. |
|
13.05.2014 00:06 |
brusk56
|
10. reklamokên daxwaz heye bê populer kirin. bila em diyarî bidin yê herî zêde reklamokan bitikîne*. |
|
13.05.2014 00:16 |
azadixwaz
|
11. demax ku tirşik li dewletê koreyê jî popûler e ku li ser dîvarê min reklamên wê bi zimanê korevî tên ditin |
|
13.05.2014 16:06 |
cinorek
|
12. tiştê ku divê nivîskar li 2-3 rojan carekê (zêdetir qedexe ye) silavekê bidinê û bitikînê. divê tirşik jî çend wereqeyan qezenç bike ji xwe re. |
|
13.05.2014 18:21 |
oxir
|
13. kengî têkevim ferhengê carê ditikînim lê divê bê nûkirin; divê lînka reklaman here paceyên derve. ji ber ku bi tikandina wê rûpela tirşik.netÊ DİHERE Û RÛPELA REKLAMÊ TÊ. |
|
20.05.2014 11:00 |
biruya hayao miyazaki
|
14. reklamokên ku min carekê jî nedîtine.. gelo ez tenê me an hevalokên min hene* |
|
20.05.2014 11:55 |
mergehez
|
15. her çiqas beredayî bin jî, gelek biaqil in. ji ber ku reklamên google adsenseê ne. ger hûn li googleê hedabê xwe vekin, êdî haya googleê ji hemû malperên ku we berê ziyaret kirine, dizane. û êdî hûn bikevin kîjan malperê, reklamên di derbarê wan malperan de derdixe pêşberî we. |
|
23.05.2014 20:30 |
simurg56
|
16. bnr; ecift.com/40140 |
|
23.05.2014 20:33 |
azadixwaz
|
17. reklamên bi elmanî dihewînin û min ecêbmayî dihêlin. |
|
30.08.2014 16:15 |
azadixwaz
|
18. yÊ ku bi google chrome Ê dikeve internet ne pirsgirik e. uzantiye(kurdiyÊ vi çiye nizanim) google chrome adblock super hemu reklamokÊn beredayi block dike naye ditin. gelek kÊrhatiye. |
|
30.08.2014 18:02 |
mala te ava
|
19. reklamên ku di rûpeleke nuh de venabe ye. heke di rûpeleke din de vebûya dê baştir bûya |
|
02.09.2014 01:51 |
berxweda
|
se7en [3] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
bêrîtan [2] |
|
tirşik forûm [1] |
|
antolojiya helbestvanên nûjen [4] |