Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
tirî - tirşik
tirî
(1) (0) (3)
di mijarê de bigere

1. fêkiyek libhûrik û libên wê bi hev re bi wîşiyan ve çêdibin.. tiriyê hişkkirî mewîj e; dara ku pê ve çêdibe mêw e; zeviya ku darên wê lê hene rez e û vexwiraka wê ya bialkol jî şerab û mey e.. li gorî wîkîpediyayê etîmolojiya peyva tirî; hevreha soranî tirê, herdu belkî ji ermenî, bi ermeniya navîn tolî (mey) ji urartûyî udulî (tirî), têkilî tilletu (tirî) ya akadî, binere tolk. Yan jî hevreha sanskrîtî द्राक्षा (drake), yûnanî τρύγος (trugos), holendî druif, swêdî druva, danmarkî drue, almanî Traube, hemû ji proto-hindûewropî. Herwiha belkî peyvên slavî jî: sirbî grozd, çekî hrozen, rusî (vîno)grad. Bi zimanên din yên îranî bi pirranî engur e.



(bnr: cureyên tirî yên li kurdistanê çêdibin)



09.10.2013 11:42 | endazer

2. fêkiya ku li cizîrê wek têhr tê bilêvkirin..



09.10.2013 12:02 | endazer

3. liba gushiyê dibe 'tirmêsk', û bo keçeke sîs û rona ya pir bedew dibêjin 'tirmêska tirî ye', ku gelek cara 'hûriya helebê' jî bi dû ve ye..



09.10.2013 22:47 | gordereş

4. fêkîya ku li hezeXê jêre dibêjin tirh (bi "h" ya nerm)



09.10.2013 23:07 | saladin

5. bi ser memikan ve diçe anku reng û dirûvê memikan lê diçe, dema tê guvaştin şÎrê jê çêdibe..



10.10.2013 02:06 | endazer

6. li gorê devoka torîyan tireh



11.10.2013 09:09 | arami

7. fêkîyeke her çiqas xweş be, ew qasî jî erotîk e.

lê ji bo min ya girîng ewe ku, tirî sedema habûna şeravê ye.

(bnr: bê şerav jîyan nabê)



07.01.2014 13:47 | nazim tolhildan

8. (bnr: rezê hecî rizgo)



fêkî/mêwe/meyweka dewlemende li nava reza bi darêve çêdibe navê dara wî mêwe wekî hewlûrke bi goşî û çiqlikava dema baş çênabe jêre dibêjin cûr. mêyweya ku mewij, pilor, bastêq, dims, kezme, sirke, şerab jê çêdibe.



03.08.2015 22:19 ~22:44 | shorbevan

9. fekiyeke ku gelek xwarinê şêrîn jê tên çê kirin
(bnr: mewîj)
(bnr: dims)
(bnr: bastîq)
(bnr: helîl)
(bnr: şerab)

-her wiha navê wê li torê
tireh e



05.06.2020 14:52 | merwano

10. Fêkiyeke ku em jê re bi dimilkî dibêjin engure. Îro min ji dêya xwe re pirsî, got hêdî hêdî çêbûye piştî 2 hefteyê em ê biçin ser mesreyan. Li gor gotina dêya min îsal tirî baş girtiye. Nîyeta min jî heye biçim gundê xwe. Me îsal behîvên teze nexwar qene em pelûl û bastîq bixwin. Xişka min jî bo min sincûq amade kiriye. Kêf kêfa min e *



13.09.2020 19:42 | kajav

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirî

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî