1. nivîskareke nû yê tirşikê ye.. di demek kurt de 11 peyamên qerrase û neşikestî lê kirine.. bi kurmanciyeke nola şÎr û şekir şirÎn û wekê qeymaxê mîhan xweş û rewan û ji kana zanîn û zanistê dinivîse.. bila binivîse û hey binivîse.. bi xêr hatiye.. hêvî dikim ku me ji maneya navê xwe yê bikarhêneriyê bêpar nehêle.. |
|
09.10.2013 02:38 |
endazer
|
2. bila spas û rizamendiyên vî bendeyê ku dilekute lê digire li ber talana biskêd nûçêkirî -ango nêr e, heyf!- li endazerê zanyar û danerê binêsheya kelama rewan a kurmancî bin.. xudê hêzê li tiliyên wî fer û meferê ji çav û hêviyên wî kêm neke.. ya xwa bereket bît sifra te ya tirshikgêriyê.. |
|
09.10.2013 22:39 |
gordereş
|
3. hin camêr û ciwanik hene, bes bi ferheng û dîwançeya bav û bavpîran dikarin behsa her tişteka ku li bin tîrêjên tavê û şewqa heyvê de diçûrise, bikin.. yek ji ciwanmêran rehmetiyê arjen arî bû, rehma xwudê lê be, di buhara emrê xwe de lêda çû.. bi qasê ku dixweye, gordereş jî yek ji wan ciwanmêrên heftgurçik e.. xwudê emrekî dirêj û sebreke cemîl jê re bibexşîne.. |
|
09.02.2014 19:54 |
endazer
|
4. xwediyê komputereka mac e, binêre; 500 pirtûkên kurdî di lînkekî de/44058 |
|
01.07.2014 08:47 |
azadixwaz
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |