Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
noir désir - tirşik
noir désir
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. komeka rockê a fransiya ye. strana wan ya bi navê le vent nous portera (wê ba me hilgirê/ bibê ) bi rastî gellek xweş e. dema ez piçûk bûm ez dibêjim strana pêşiyê a frensî kû min guhdar kirî ev e. Ev e bi salan e ez guhdarî dikim lê her çi wextî guhdar dikim weke cara pêşiyê kû min guhdarî kirî zewqê jê distînim. Vê demê şevê wê gellek xweş bê kû hûn guhdarî bikin..Kerem kin :



09.10.2013 00:18 | nan û av

2. komeke bi rastî jî gelekî serkeftî ye.. cara pêşÎn min stranên frensî bi edith piaf û jacques brel nas kiribûn.. bi stranên vê komê bêtir li ziman û stranên frensî sincirîm.. li gorî google translateê navê wan di kurdî û kurmancî de teqabûlÎ xwesteka reş dike.. li gorÎ wîkîpediyayê kom di sala 1985an li bordeauxê hatiye avakirin; vokalîstê komê bertrand cantat, baterîst denis barthe, gÎtarîst serge teyssot-gay û basvanê komê jî frédéric vidalenc bûye..

solîst û vokalÎst û gîtarîstê komê bertrand cantat di sala 2003an de li vilniusa serbajarê lîtvanyayê di odeyeka otêlekî de bi lêdanê dergistiya xwe dikuje.. paşê tê girtin û 8 sal cezayê hebsê lê tê birrîn, piştÎ ku solîstê komê dikeve di hebsê de kom difeşkile û dev ji mûzîkê berdide.. cantant piştÎ 4 salan di hebsê de dimîne halet û tevgerên xwe yên baş bi şertê heta salekî were terapîkirin û dernekve ser sehnê tê berdan.. piştÎ ku cantant ji hebsê derdikeve û salekî terapî dibe kom dîsa digihe hev lê nikare bigihije performans û popûlarÎte û hijmet û îhtîşama xwe ya berê..



dîskografî;



Où veux tu qu'je r'garde? (1986)

Veuillez rendre l'âme (à qui elle appartient) (1989)

Du ciment sous les plaines (1991)

Tostaky (1992)

Dies Irae (live) (1994)

666667 Club (1996)

One Trip / One Noise (1998

En route pour la joie (2000

Des visages des figures (2001)

Noir Désir en public (2005)

Noir Désir en images (DVD) (2005)



09.10.2013 00:54 | endazer

3. çend stranên vê komê ku min di playlÎsta xwe de bicih kirine û bi berdewamî guhdarî dikim;



L'enfant Roi

Le Grand Incendie

Le Vent Nous Portera

Des Armes

L'Appartement

Des visages, des figures

Son Style 1

Son Style 2

À l'Envers À l'Endroit

Lost

Bouquet De Nerfs

L'Europe



09.10.2013 00:58 | endazer

4. bad ma ra xahed bord.. heman nav e li fîlmê ebas kiarostemî yê li gundekî rojhilatê kurdistanê kêshayî bi dîdeke qismen oryantalîst.. reng e herwiha navê shi'reke farsî jî be lê min heta wê derê nexwendiye..



09.10.2013 22:55 | gordereş

5. xwedanê strana "le vent nous portera" ye û vîdeo stranê jî, hema bêje weke stranê xwe xweş e.



24.11.2014 15:13 | nazim tolhildan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» noir désir

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî