Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


40 mijar û 72 peyam
pîvok - tirşik
pîvok
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Bi kurdî pîvok,

Bi latînî crocus, colchicum,

Bi tirkî çiğdem.



Pîvok, di sere bihar û payîzdê de ji axê derdikeve. Rehekek (rêwek) e narîn e. Bejna wê wek 10-30 cm a dirêj dibe. Çîçekên wê spî, zer, mor, pembo ne. Zer ne tê de renge çîçekan zelal e. Zer, zerekî tarî ye. Her çîçekek ji 6 parçeyan pêk tê. Koka wê pîvaz e. Ji pîvazekê bi piranî 3 çîçek, carinan zêdetir derdikevin. Çîçek; di dema şevê de xwe didine hev yanî dicivin, bi rojê re nû ve vedidin. Rehekeka pir salî ye.



Cureyekî din, “pîvoka cotyaran” (Colchicum) Acı Çiğdem he ye ku ew bi jehr e.



Kêrhatinên Pîvokê

Pîvaz û toximê pîvokê ji bo tebabetê kêrhatî ye. Kêrî qenckirina astengiyên mîz rokirinê, xweydanê, qebz derbirinê, û li êşa ba tê.



Kevçîkî şorbê ji toximê pîvokê bi 2-3 parçe sîr ve tê kutanê û bi tulbendekê li cihe bi ba tê pêçandin. Ev ku 3-4 caran hate pêçandin ji ciyê bagirtî re baş tê.



Nîşe: Ez bixwe jî pîvoka tê xwarinê (crocus) û ya cotyaran (Colchicum) baş ji hev ferqnakim. Loma jî derheqa xwarinên pîvokê de gotinekê nakim.



têbinî: ji rûpela facebookê ya mehmet özer hatiye wergirtin



06.10.2013 20:55 | endazer

2. pîpîyooook..



07.10.2013 23:16 | gordereş

3. nîşana goça payîzê.



08.11.2015 12:32 | alîbeg komêrî

4. rêwekîye, an kulîlkeka di şêve pîvaza hirçê henek law dirûvê fisên cotalî pê dixe lê ev heqareteke ez nihali pîvokê dikim pîvok bîhna wî serê meriv mest dike û ser û pê tev tê xwarin û gelek bi tehme dibê qey gotina "meriv jê têr nabe" ji bû vê kulîlka sipî gotina.



08.11.2015 12:47 ~12:47 | shorbevan

5. Navê straneka mem ararat e.




25.02.2019 17:01 ~17:01 | cinorek

6. Em dimilkî dibêjin vilike peyveke ji vile peyde bûye. Li Amedê Piştî berfa zimistanê meha di adarê de şîn dibe. Kulîlkek zor xweşik e. Koka wê tê xwarin. Me di zaroktiya xwe de li pey wan dida diçûn jê dikirin dixwartin. Tam û lezetek xweş, kêf û şahîyek dida me.

Ji pîvokê mezintir kulîlkek din jî hebû. Heman demsalê de şîn dibû. Em dimilkî jê re digotin gozvilike
Kurmancî çi digotin nehat bîra min. Ev jî kulîlkek bi bejna xwe qure bû, xweşik bû.

Pîvok - vilike; Here lînkê



10.09.2020 18:11 | kajav

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» pîvok

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimanpeyv nebat
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî